Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HTŞ’ê bi van siyasetan ben li stuyê xwe badide

01/10/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hilbijartin bêyî sindoqan serkeftin anî!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Piştî 9 mehan Serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyê Ehmed El Şeri beşdarî civîna giştî ya meclîsa Neteweyên Yekbûyî (NY), bû. Alîgirê El Şeri û ragihandina ser bi hikûmeta veguhêz a Sûriyê vê beşdarbûn wî wekî serkeftina herî mezin binav dikin. Nizanin heger li ser erdê û di hindir de çareserî pêk neyên derve wê tu carî dûrî berjewendiyan gavan ber bi çareseriyê ve navêjin.

Me dît çawa li Perava Sûriyê û Siwêdayê komkujî pêk anîn. Bi hezaran insan hatin kuştin. Jin hatin revandin û heta niha jî li Siwêda û Peravê jinên windayî hene. Daristanên Laziqiyê, Tertûs, Hema û Homisê têne şewitandin. Di mijarên xizmetguzariyê de gavan navêjin.

Di mijara danûsitandinên bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re tevî peymana 10’ê Adarê hatiye imzekirin, nikarin di pêkanînê de biryaran bistînin. Berûvajî hîn di siyasetên xwe yên inkar, ne qebûlkirin û zordariyê de bi israrin. Di daraza destûrê de kopiya rêjîma Baas bi qabekî nû vejîn dikin. Di kongreya xwe ya niştimanî de heman tiştî pêk tînin. Hîn jî naxwazin rastiyan bibînin.

Rişma xwe bi temamî radestî istxbarata Tirkiyê kirine û li gorî berjewendiyên wê tevdigerin. Gihiştiye asta Serokê Hikûmeta HTŞ’ê Ehmed El Şeri bi hêza dewleta Tirk gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwe. Ev di gotina wî ya li ser saziyên ragihandinê “Dibe Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk bîne.” Asta girêdana wan bi dewleta Tirk ve xuya dike. Li şûna çareserkirina pirsgirêkên gelê Sûriyê yê bi salan zulim û zordarî kişandiye çareser bikin. Xwe davêje himbêza dewleta Tirk û Erdogan. Êrişên li Dêrhafirê, girtina riya di navbera Heleb û Reqayê, êrişên li Dêrazorê yên bi destê DAIŞ’ê têne kirin. Hewldanên belavkirina kîndariyê û derxistina tevliheviyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû di vê çarçoveya hevkariya wan de pêk tên. Heger rayedarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê di vê siyaseta xwe de berdewam kirin û di hindirê Sûriyê de gav neavêtin, dê nikaribe bi civînên Neteweyên Yekbûyî hebûna xwe rewa bikin. Gelê Sûriyê li benda guhertinan in. Ne li benda şer, alozî û nakokiyên din in.

Tişta balkêş ew e Hikûmeta veguhêz nikare xwe ji vê xeleka heyî derbixe Ji lewma jî nikare li ser erdê tu pirsgirêkan çaerser bike. Alozî û bermahiyên hikûmeta hilweşiyayî ya rêjîma Baas kûrtir dike. Beşar El Esed xwe spartibû Îran û Rûsiya û çarenûsa wî dawî xuya kir. Ehmed El Şeri jî xwe spartiya dewleta Tirkiyê û li ber bayê wan diçe.

Bê guman heger El Şeri bi vê zihniyeta xwe dewam dike kir, wê çarenûsa wî ya rêjîma Beşar El Esed be. Ev nêzîk be yan dûr be. Ne mumkine gelê Sûriyê qebûl bike careke din xwe di bin siya zulim û zordariyê desthilateke tundrew de bihêle. Bayê guhertinê ya Rojava destpêkir, derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Niha di Siwêda û Perava Sûriyê de liba dibe. Yekîneyên Parastina Jinan a Siwêdayê vê rastiyê nîşan dide.  Ehmed El Şeri û Wezîrê wî El Şêbanî li derve çi bikin bila bikin, çavkaniya guhertinê di nava gel de ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.