Nehîr pale
Saziya malbatê di serê jinê de gelekî mezin dikin, wê tînin rewşeke ew bê malbatê nikare jiyana xwe berdewam bike. Eger dûrî malbatê bikeve xwe hîs dike ku wenda bûye, lawaz dikeve û bêçare dimîne. Gelek sedem hene ku jin dighîje vê rewşê, ya sereke jî malbat pîroz kirin. Malbat gihîştiye asta pîroz tê dîtin û bi riya wê hebûna xwe diyar dikin. Jineke ku bizewicê û zarokan bîne mîna ku di nava civakê de hebûna wê heye, mêr jî bi heman awayî difikire. Jin û mêr eger nezewicin û zarokan neyînin mîna ku di nava civaka xwe de hebûna wan tine ye. Malbat pîroz kirine û kirine çavkaniya hebûn û tinebûna ferd. Mîna ku bi çîkirina malbatê re wê hemû pirsgirêkên jin û mêr çareser bibin. Eger pirsgirêkên jin ên tendurûstiyê derbikevin xwe tavêjê hembêza malbata xwe, eger pêdiviya wê çêbibe berê xwe dide malbata xwe. Li gorî jin difikire di dunyayê de tenê malbat û xwedayê wê heye. Piştî ku dizewicê êdî dunyaya wê tenê hevjîn û zarokên wê ne. Jin zincîrên ku civaka zayendperest li derdora wê badane, hîs nake û nabîne. Xweşî û nexweşiyê bi rewşa malbata xwe ve dide girêdan, ji bo wan dijî û bê wan mirin jê re çêtir e.
Di wextê ku jinê çarenûsa xwe bi malbatê ve da girêdan êdî dawî li hebûna xwe tîne. Çiqasî ji jinê re were gotin malbat sedema kuştina te ye, wê qebûl neke, ji ber ew wisa nafikire. Bav û dayîka wê çiqasî xirabî lê kiribin dîsa wê hewl bide ku ew jê razîbin û wê efû bikin. Jina bi vî awayî bifikire di nava koletiyê de fetisî ye. Wê her tim pişta xwe bide derdora xwe, nebe hêza çareseriyê û serê xwe bitewîne.
Jin wexta tenê bifikire çawa malbata xwe razî bike, wê jêre dem nemîne ku li ser tiştekî dîtir bifikire. 24 saetan dikare li ser gotin û nêzîkatiyên malbat û civakê jêre kirine, bifikire û êşa wê bikşîne. Ev yek mejiyê wê kilît dike, wê nikaribe li ser mijarên cûdatir bifikire, yan agahiyên nû li gel wê çêbibin da ku mejiyê wê fereh bibe û dilê wê mezin bibe. Ji xwe civaka zayendperest destûr nade jinê ku ji derveyî malbata xwe bi kesekî re bide û bistîne yan jî têkeve nava civakê de. Heyanî ji wan tê derdora jinê asê dikin û wê dûrî her tiştî dihêlin.
Malbat di bin navê parastinê, exlaq, şeref û namûsê de jinê tîne rewşa ku di jiyanê de kor be. Rê û rêbazên çavên wê li dunyayê vebin pêre nadin bikar anîn. Di lîstokan, xwarin û vexwarinê, li malê, dibistanê û heyanî zanîngehan sîstemeke ku jinê her tim dûrî heqîqetê bimîne, çêdikin. Jina li hemberî sîstema wan daniye derbikeve, dawiya wê kuştin û tine bûne. Li ser asta cîhanê niha bi hezaran jin di girtîgehan de ne ji ber li hemberî sîstema civaka zayendperest derketin e. Heyanî ji wan tê lêgerînên jinê yên heqîqet û azadiyê ziwa dikin. Di bin navê exlaq de nirx didin jinên ku li gorî pîvanên wan danîne, tevdiger e.






