Hêvî Keleş/ Qamişlo
Li bazareke sebzeyan a qerebalix li bajarê Qamişlo, ku dengê firoşkaran tevlihev dibe, Ebîr El Elî xwediya temenê 23 salî li pişt erebeyek tijî sebzeyên cûrbecûr radiweste. Rûyê wê ji westandinê zer e, lê çavên wê bi biryardariyek dibiriqin ku temenê wê yê ciwan vedişêre.
Çîroka Ebîr El Elî çîrokên bi hezaran keçan vedibêje ku ji ber şert û mercên dijwar ên aborî neçar ma ne zû bikevin bazara kar. Ku ew ji mafên herî bingehîn ên zarokatiyê bêpar in. Lê Ebîr, tevî her tiştî, israr dike ku hêvî qet namire.
Ne hilbijartina wê bû ku li wir di nav mêran de bixebite, lê xizantiyê ew neçar kir ku dev ji dibistanê berde û bikeve bazarê da ku alîkariya malbata xwe bike. Piştî mirina bavê xwe debara xwe misoger dike. Ew ji mafên herî bingehîn ên zarokatiyê bêpar ma û li herêma me ya belengaz sêwî bê war in. Lê Ebîr El Elî, tevî her tiştî, israr dike ku hêvî qet namire. Ew qet xeyal nedikir ku ew ê ji kursiya xwe ya li dibistanê derkeve û li vir di nav mêran de bisekine, bihayê biqîre û giraniya qutiyan hilgire. Lê mirina bavê wê du sal berê ew neçar kir ku bi berpirsiyariyên ku ji kapasîteya wê wêdetir in re rû bi rû bimîne.
‘Bazar dijwar e, lê heke hûn nexebitin, çawa debara jiyana xwe bikin’

Ebîr El Elî roja xwe bi hilatina rojê dest pê dike, sandûqên giran hildigire û sebzeyan bi baldarî rêz dike, hewl dide ku wan bi awayekî rêz bike ku xerîdaran bikişîne, ew bi kenek dudilî dibêje: “Bazar dijwar e, lê heke hûn nexebitin, çawa debara jiyana xwe bikin”.
Karê li sûkê ji bo keçek temenê wê ne hêsan e, atmosfer dijwar e, deng bilind e û hin rêwiyên ku di rê de derbas dibin şîroveyên bêrehm dikin. Lêbelê, ew hewl dide ku van hemû zextan bide aliyekî, tenê balê dikişîne ser firotin û qezenckirina pereyên têr ji bo dabînkirina lêçûnên malê.
Tevî berpirsiyariyên xwe, ew hîn jî xwe dispêre xewna xwe ya kevin, vegera dibistanê û temamkirina xwendina xwe. Wê bi dengekî lawaz got: “Her roj ez keçan dibînim ku diçin dibistanê û zanîngehê, xwezî ez bikarîbam bi wan re bûma, lê divê ez bixebitim da ku debara jiyana xwe bikim û bikaribim jiyanek bi rûmet bijîm.”
Çîroka wê gelek çîrokên jinên Sûriyê vedibêje
Çîroka wê jî ne îstîsna ye. Gelek keç li Sûriyeyê, bi taybetî li deverên ku ji xizanî û bêkariyê dikişînin, di temenê ciwan de neçar dimînin ku bikevin bazara kar. Ew li bazar, kargehên piçûk, an jî li malan dixebitin, ji mafê xwe yê perwerde û zarokatiyê bêpar dimînin.
Kar li sûkê ne tenê westandina fîzîkî ye, lê di heman demê de ceribandinek rojane ya îrade ye. Di nav qerabalix û deng de, di nav awirên matmayî û carinan jî dilovaniyê de û di nav fikara dabînkirina debara jiyanê de, ew berî wextê xwe mezin dibe. Bi kenekî sivik got: “Carinan ez hîst dikim ku ez bûme jineke mezin, ne keçeke biçûk, lê dibe ku ev yek min bihêztir kiribe.”
Tevî dijwarbûna rewşa xwe, Ebîr El Elî hîn jî bi têlek zirav a hêviyê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, çîroka Ebîr El Elî şahidiya rastiyek tal dimîne, lê bi biryardariyê tije ye, ji ber ku keç ji xwendekarên piçûk ên dibistanê di nav xizaniyê de vediguherin pişta malbatên xwe. Ew xemên ji temenê xwe mezintir li ser milên xwe hildigirin û xewnên paşxistî li benda şansek ji bo ji nû ve jidayikbûnê ne.






