Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca Meclisa Jinên Sûriya parastina mafê jinê ye’

01/10/2025
in JIN
A A
‘Armanca Meclisa Jinên Sûriya parastina mafê jinê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Heleb

Bi armanca parastina mafê jinê û avakirina civakeke exlaqî û demokratîk di sala 2017’an de Meclisa Jinên Sûriya hate avakirin. Herwiha Rêveberiya Meclisa Jinên Sûriya ya Ofîsa Helebê Leyla Xalid diyar kir ku ew hewil didin ku navend û ofîsên xwe li ser asta Sûriyê ava bikin.

Mecilsa Jinên Sûriyê di 8’ê Îlona 2017’an de bi armanca parastina mafê jinê û avakirina civakek exlaqî û demokratîk hate avakirin. Lê ji ber desthildariya rêjîma Baas a berê nikarîbû navend û ofîsên xwe li tevahiya Sûriyê ava bike, herwiha niha jî ji ber hişmendiya hikumeta veguhêz nikarin  navend û ofîsên xwe li ser asta Sûriyê ava bikin. Navend û ofîsên wan li bajarê Şam, Heleb, Laziqîyê, Efrîn, Reqa, Tebqa, Dêre Zor, Hesekê û Qamişlo ne. Di heman demê de, Mecilsa Jinên Sûriyê hewldanên xwe dikin ku navend û ofîsên xwe li asta Sûriyê ava bikin.

Di derbarê kar û xebatên Mecilsa Jinên Sûriyê de, Rêvebera Meclîsa jinên  Sûriyê ya Ofîsa Helebê Leyla Xalid ji Rojnameya me re axivî.

Armanca Mecilsa Jinên Sûriyê avakirina civakek exlaqî û demokratîk e

Leyla Xalid diyarkir ku Armanca Meclîsa Jinên Sûriyê avakirina civakek exlaqî, demokratîk e û jin beşdarî guherîna makazagona nû ya welat bibin ku mafê wan tê de misoger be, herwiha ji bo jin hişyar bibin û xwedî biryarbin ku hemû mafên xwe nasbikin hewil dide zemînek çandî ava bike. Û wiha anî ziman ku “desthildariya Rêjîma Baas heta ku li ser desthilatdariyê bû rê nedida ku navend û ofîsên xwe li tevahiya Sûriyê  vekin Da ku jin karibe di her beşên jiyanê yê heyî de cihê xwe bigire, çi aliyê aborî, ragihandin, zanistî, civakî û siyasî be jî, herwiha da ku di destûra Sûriyê de mafê jinan bê parastin û jin were naskirin, meclisa jinên Sûriyê hat avakirin. Ji tevahiya erdîngariya Sûriyê me jin anîn gel hev û sîwanek ji wan re avakir. Me ji jinên êlan(Eşîr)  dest pê kir. Ji ber ku di nava êl û eşîran de hişmendiya zilam tê meşandin”

Kar û xebatên Mecilsa jinên  Sûriyê

Leyla axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em hewldidin ku navend û Ofîsên xwe li ser asta Sûriyê avabikin. Herwiha em kar û xebateke pîroz didin meşandin, kar û xebatên me di çarçoveya komxebat, semîner, panêl, civîn tên kirin. Gelek danûstaninên me bi rêxistinên jinan yên navdewletî re hene, herwiha gelek têkilyên me yên dîplomasî bi hêzên cîhanî re hene. Di heman demê de, em her dem li ser zagon û pîvanên navneteweyî yên mafê jinan semîneran didin, zagonên jin yên ku di  desteya jin de li darxistine. Em dixwazin bi rengekî fikrî û siyasî Mecilsa jinên Sûriyê di nava Sûriyê de pêş bixin.”

Xebatên jin neketin berjewendî û sîstemên desthildariya dewletan

Leyla Xalid da zanîn ku xebatên jin neketin berjewendî û sîstemên desthildariya dewletan û wiha pê de çû: “Hişmendiya ku niha li Sûriyê ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve tê meşandin, Hişmendiyeke yek alî û yek reng e. Di heman demê de hişmendiyeke radîkare û bi tu aweyî mafê jinan di Sûriya nû de napejrîn e. Her tim  ev hikumet  hewldanên xwe dike ku vê hişmendiya xwe ya tundirew li ser gelê Sûriyê û bi taybet li ser jinan ferz bike. Helbest ev yek dibe astengî li pêşiya karê me, lê bi israr û serkeftinênên em ê van astengiyan derbas bikin. Pêwîst e jinên Sûriyê asta têkoşîna xwe hîn zêdetir xurt bikin, da ku karbin mafê xwe di destûra Sûriyê a nû de misoger bikin.”

Projeyên Mecilsa jinên Sûriyê

Leyla Xalid di berdewamiya axaftina xwe  de wiha got: “Projeyên me weke Mecilsa jinên Sûriyê komxebat, semîner, panêl, rûnştin û civîn in. Herwiha projeyên me yên dema pêş jî pêşxistina jin di alî aborî û siyasî de ye. Me hejmarek ji projeyên xwe dane komîteya aborî, da ku em hêd hêdî jinê di aliyê aborî de li pêşbixin. Di heman demê de, perwedeyên me yên ji bo jinan berdewam bikin. Ev perwerde jî fikrîne, da ku jin di aliyê fikir, siyasî û dîplomasî de pêş bikeve.”

Mecilsa Jinên Sûriyê sîwaneke ji bo hemû rêxistin û komeleyên jinê ye

Rêvebera Mecilsa Jinên Sûriyê ya Ofîsa Helebê Leyla Xalid axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mecilsa Jinên Sûriyê sîwaneke ji bo hemû rêxistin û komeleyên jinê ye. Ev yek vîn û hêza jinan xurtir dike, di heman demê de dengê jinê xurtir dike. Banga min ji jinên Sûriyê re ew ku em hemû bi hev re bi rengê xwe dengek bin, da ku em karibin li hemberî vê hişmendiya radîkar li berxwe bidin. Herwiha da ku em karibin Sûriyeke demokratîk, nenavendî û wekehev ku mafê hemû pêkhateyan û bi taybetî mafê jinê di nava xwe dihewîne, ava bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.