Hemza Sêvo/ Qamişlo
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd da zanîn ku Amerîka dixwest bazareke aborî bi Tirkiyê re pêk bîne, lê rewşa aborî ya Tirkiyê lawaz e û got, “Eger gef û êriş li ser herêma me bidomin wê Peymana 10’ê Adarê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têk biçin, wê herêm û cîhan tev pê bandor bibe.”
Hevdîtina Erdogan bi Trump re û bazarên ku di navbera wan de tên kirin, hem jî rewşa Sûryê, têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de, herwiha gef û êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên domandin hemû bi hev ve girêdayî ne. Derbarê heman mijarên derbasbûyî cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Hûn hevdîtina Erdogan û Trump çawa dinirxînin û ev hevdîtin wê bandoreke çawa li siberoja Sûriyê bike?
Wekî ku diyar dibe, helwesta Erdogan û siyaseta Turkiyê bi giştî li beramberî siyaseta rêveberiya Amerîka lawaz e. Pir hewil dan ku di van civînên Netewên Yekbûyî de piştgirtiya rêveberya Amerîka, bi taybet jî ya Trump, ji bo xwe bigrin. Xwestin di derbarê hin mijaran de weke taiwîzan bigrin, weke Sûriyê û Bakur û Rojhelatê Sûriyê. Ji ber ku Turkiyê dixwaze di mijara Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bêhtir bi bandor û bi hêz be. Lê di vê derbarê de, weke tê famkirin, encamên ku Erdogan dixwest negirtiye, ji ber ku êdî armanca siyaseta rêveberya Amerîka di Sûrî û Bakur û Rojhelatê Sûriyê de cûda bûye û hatiye guhertin, nema weke dema rêjîma Baas ya berê ye. Lewra, ew ê zû bi zû tawîzan ji Turkiyê negirin. Helwest hene ku çawa bandora Turkiyê li Sûriyê kêm bibe, ji xwe Israyîl bi rêveberya Amerîka re li ser vê yekê gelek dixebite, ku naxwaze gefên Turkiyê û hêza wê di sûrê de zêdetir pêşbikeve. Lewma, encamên ku tên xwestin di vê mijarê de nehatine girtin. Berovajî wê, rêveberya Amerîka hinek mijarên dîtir li ser Tirkiyê û Erdogan ferz dike, ev jî ku çawa ji Rûsya dûr bixîne, ew rêkeftinên ku berê bi Rûsya re çêkirine, weke rêkeftina gazê, fişarê li ser dike ku gav jê paş de bavêje, herwiha mijara fûzeyên S-400 û vegerandina wan. Rêveberya Amerîka fişarê dike ku di navbera Tirkiyê û Rûsya de valahiyekê biafirîne, dixwaze encamekê di vê derbarê bi dest bixe. Di heman demê de diyar dibe ku Tirkiyê hinek hevpeyman îmze kiriye, ji bo mijara gazê, ev cardî Tirkiyê bi Rûsya re dixe pirsgirêkeke dîtir de. Wê helwest û siyasetên Rûsya di vî derbarî de werin şopandin, dibe ku nerazîbûnek pêş bikeve û bibe pirsgirêk heta di hundirê Tirkiyê û di navbera Erdogan û hevkarên wî de weke MHP û Bexçelî. Ew dixwazin ku bi Rûsya û Çînê re weke hevpeymaneke stratejîk çêbikin.
Li aliyê din jî, Amerîka fişarê dike ku vê mijarê xera bike, hewildaneke Trump bi vî rengî çêbû da ku hevkarî di navbera Tirkiyê, Çîn û Rûsya de çênebe. Ji ber vê yekê dibe ku di hundirê Tirkiyê de, ku ji xwe krîzeke siyasî dijî, pirsgirêkeke cidî derbixîne. Ji ber vê yekê, ne zelal e ka ew ê çawa biryar bide û çawa tevbigere. Hat xwestin ku rêkeftina leşkerî bi Amerîka re pêş bixînin derbarê F16 û F35, lê tu pêşketin çênebûye. Ji ber ku rêveberya Amerîka di hinek majaran de ne bi biryar bû ku bide, tiştên ku Amerîka dixwaze li ser Tirkiyê di aliyê leşkerî de bike, ew e ku bikaribe ji Rûsya dûr bixe. Li ser vî esasî dixebite. Li aliyê din jî, Amerîka dixwest di mijarên aborî de bazarekê bi Tirkiyê re bike û pê re rêkeftinekê çêbike, ku bikaribe diraveke mezin jê bigre, wek ku çawa bi welatên Kendavê re kir. Lê belê Turkiyê hêza wê ya aborî ewqas nîne ku bi vî rengî rêkeftin û bazaran bi Amerîka re bike. Tirkiyê wisa di nîvê rê de dimîne, ti encamên ku Erdogan dixwest di van hevdîtin û danûstendinên xwe li Netewên Yekbûyî negirtine.
Hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veghuzê de gihane çi astê û xalên dibin asteng çi ne?
Gelek xalên ku dibin astengî di navbera me û hikumeta demkî ya Şamê de hene, ew xal hemû stratejîk û sereke ne. Xala herî girîng jî rengê pergala siyasî ya pêşeroja Sûriyê ye. Çiqasî em tekez dikin ku pêdivî bi rêjîmeke nenavendî heye ku pêşerojek baştir ji bo Sûriyê garantî dike, lê desthilata demkî israr dike ku sîstemek navendî were pejirandin ku desthilatdariyek yekane ji bo birêvebirina dewletê destnîşan dike. Xala din, mijara entegresyonê ye. Wek me anî ziman helwesta Şamê di mijara nenavendîbûnê de neynî ye, helbet ew di mijara entegresyonê de jî pirsgirêk û astengiyên cidî derdixin. Ew dixwazin entegresyon bi awayekî kesayetî çêbibe, ku her kes xwe disaziyên dewletê de bihelîne, bê ku ti taybetmendî, yan îrade û yan jî nasnameya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nemîne. Em jî vê yekê qebûl nakin ji ber ku mijareke xeter e di vê dema hesas de. Ev alozî ji ber nebûna destûreke mayidne û qanûnî ku mafên gelê Sûriyê misoger bike, bi taybetî yên têkildarî QSD, hîn bêtir dijwartir dibe. Nabe ku ev pirsgirêk bi awayê ku niha tê pêşniyarkirin were çareserkirin, ji ber ku nabe şervanên QSD’ê çekên xwe deynin û wek kesayet tevlî artêşa Sûriyê bibin û hîn artêş bi xwe bi rêbazên rewa nehatiye damezrandin, ev pirsgirêkên cidî ne ku heta niha tu gav tê de nayên avêtin. Xala din jî girêdayî hin sozên ku desthilata demkî dabûn bi armanca avakirina baweriyê di mijarên: Îlana Destûrî ku qaşo hin guhertinan tê de çêkin, vegera xelkê Efrîn û Serêkaniyê û Girê Spî, mijara perwerdê û deriyên sînorî, hemû pêk nehatine û tu gav tê de nehatine avêtin û ev jî bêbaweriyê bi xwe re tîne.
Armanc ji gef û êrişên ku tên kirin li ser herêmên Rêveberiya Xweser çi ye û kî li pişt van gef û êrişan disekine?
Bi rastî ev gefên ku li ser herêmên me çêdibin, ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê û gefên cûda yên ji aliyê desthilata demkî ya Şamê ve, ji xwe herî dawî aşkere bû, ku Tirkiyê jî heman zimanê tehdîdê bi kar tîne. Tê xuyakirin ku Tirkiyê li paş vê mijarê ye, ew van hêzan dehf dide ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dixwaze bi rêya gef, şer û provokasyonan fişarê li ser me çêke, da ku em radestî desthilata demkî ya şamê bibin, dev ji çek û destkeftiyên xwe berdin, lihevkirinekê wekî ku dixwazin bikin, dibe ji bo vê armancê hinek şerên herêmî derxin holê, alozî û fişarê bikin, bi rêya hinek eşîr û girûpên tûndrew û islamî pişt girtiyê didine wan, bixwazin vana pêş bixînin. Lê em dibêjin çêkirina aloziyeke wisa di vê demê de wê rewşeke pir nû çêbibe di Sûriyê û herêmê de, dê rewş hemû bê guhertin. Ji ber ku rewşa Sûriyê ne wekî berê ye, rewşa Tirkiyê jî ne weke berê ye, heta herêm bixwe jî hatiye guhertin, ji ber wê eger aloziyek wisa çêbibe, gerek bê zanîn ku wê her tişt wê serûbinî hev bibe. Êdî tu kes nikare behsa aramiyê û çareseriyeke nû bike, dê ev pêvajoya diyalogê ku me bi Şamê re destpê kiriye, ango lihevkirina 10’ê Adarê, dê têk biçe û bi dawî bibe. Herwiha, ji bo pêvajo Aştiyê û Civaka Demokratîk di hundirê Turkiyê de jî derbasdar e. Pêvajoya Aşîtiyê dê bidawî bibe û dê pêvajoyeke nû ji alozî û şer û gerîntiyê di hundirê Tirkiyê de dest pê bike. Lewma ev rewş dê tevahî cîhanê bandor bike, wê helwestin siyasî nû pêş bikevin, bi taybet ji bo Tirkiyê ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyê ji hêla Rêber Apo ve hat destpêkirin û PKK’ê bersiv û biryarên dîrokî û startejîk di vêna de girt, ji bo çekdayînê û xwefesixkirinê, niha eger Tirkiyê van hemûyan red bike, dê pêvajoyeke şer bike. Di vî wextî de, yê ku aştiyê û çareseriyê asteng dike û ji diyalogan direve dê dewleta Turkiyê be û ew ê sûjdar bê dîtin û derkeve holê ku ew şer û alozî pêş dixe û piştgirtiyê dide terorê. Di vê derbarê de, ew berê jî bi vî rengî hatiye naskirin û gelek rexne li ser Tirkiyê hene. Ji xwe rewşek wiha dê herêmê giştî ber bi şer ve bibe.
Riyên çareseriyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê çi ne?
Çareseriya bingehîn ji bo pirsgirêka Sûriyê, ew e ku tevlîbûneke hemû gelên Sûriyê bi hemû netew, çand û baweriyên xwe, di nava pêvajoya siyasî de çêbibe. Bi hev re biryar bidin û pêşeroja xwe diyar bikin. Ji nûve gelên Sûriyê, kongireke niştimanî ya Sûrî li dar bixin, di vê kongirê de hineke encam derkevin. Li ser vê bingehê bikaribin encûmenek hikumî veguhêz çêbikin. Herwiha ji wê encûmenê weke komîteyeke jinûvenivîsandina destûrê demkî derkeve. Di heman demê de ji hikumetek û rêveberiyeke ku bi beşdarbûna herkesî derkeve, bi vî rengî pergala siyasî ya pêşerojê bê diyarkirin, bi îrade û biryara Sûriyê. Em hertim dibêjin, gerek pergaleke nenavendî hebe, ku bikaribe bi taybetmendiya hemû herêman mafên hemû pêkhateyan biparêze. Li ser vî esasî, gelên Sûriyê bikaribin bi hevre jiyan bikin, eger ev çênebin, ne mumkine gelên Sûriyê bi hev re, bi awayekî hevbeş bijîn. Tam berovajî wê, israrkirina di pergala navendî de, tê wateya israrkirina li ser di parçebûn û belavkirina Sûriyê ev jî nabe çareserî. Li ser vê bingehê, roj berî rojê, pêwîst e nerîn û dîtinên hemû pêkhateyên gelên Sûriyê, di çarçoveyekê siyasî de bibin yek, û li ser pêşeroja xwe biryar bidin ku çawa bi hev re jiyan bikin. Wisa dikarin bi hevre destûreke mayînde ya pêşeroja Sûriyê binivisînin û bi hev re bi karibin li hev bikin, ku çawa pergaleke nenavendî ava bikin. Em bawer in bi vî rengî çareseriyek demokrat û rast di hundrê Sûriyê dê pêk were.





