Hêvî Keleş/ Qamişlo
Berpirsê Nivîsgeha Lêkolînê ya Şaredariya Gel a Qamişlo Hesen Hisên anî ziman ku Şaredariya Gel a bajarê Q1amişlo bi armanca xizmeta civakê kar û xebatên xwe dide meşandin û got, “Her sal şaredarî pirojeyên xwe nû dike, pirojeyên şaredariyê jî li gorî pêwîstiya civakê tên plankirin û pêk anîn.”
ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji gel re, Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo hat avakirin. Şaredariyê roj bi roj kar û xebatên xwe berfirehtir kir û domand. Tevî êrîşên heyî yên ser herêmê û rewşa zehmet ya aborî jî, şaredariyê xebatên rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyên civakê yên wek; ekolojî, paqijî, sîstema riyên bajar û gundewarên wê û hwd…di asteke baş de domand.
Derbarê kar û xebatê Şaredariya Gel a Qamişlo berpirsê Nivîsgeha Lêkolînê ya Şaredariyê Hesen Hisên ji Rojnameya me re axivî.

‘Şaredariya Gel xebatên xizmetguzarî dide meşandin û civakê birêxistin dike’
Berpirsê Nivîsgeha Lêkolînê ya Şaredariyê Hesen Hisên destnîşan kir ku Şaredariya bajarê Qamişlo jî weke hemû şaredariyên bajar û navçeyên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina ekolojî û pqijiya bajêr, herwiha rewşa av, rê û kolanan, rojane kar û xebateke mezin dike û wiha got: “Şaredariya Gel a Qamişlo li gorî derfetên xwe pirojiyên xizmetguzariyê yên ji bo gel pêk tîne. Ji destpêka damezrandina Şaredariya Gel a Qamişlo ve û heta niha xebatên xizmetguzarî ji civakê re dide meşandin û bajar bi rêxistin dike, pirsgirêkên di nava bajar de çareser dike û ji bo tendirustiya gel çavdêriya bazaran dike, di heman demê de bexçeyan paqij dike û projeyên paqijkirinê pêk tîne. Herwiha salane li gorî pêwîstiya gel projeyan dide avakirin. Projeya ziftkirina riyên kolanên Qamişlo ku dabû destpêkirin niha hatiye rawestandin. Derbarê projeyên avê de, kolandina yanzdeh bîran li taxa Hilaliyê qediya ye û amadekariyên ji bo pêkanîna bîra diwanzdehemîn didomin.Di çarçoveya mekanîzmayeke ku ji aliyê şaredariyê ve hatiye pejirandin de, ji bo pêşxistina qadên kesk û çêkirina baxçeyan lêkolîn hene.”
Hesen Hisên axaftina xwe wiha qedand: “Hin caran ji ber kêmderfetan derengî dikeve kar de yan jî hin proje pêk nayên, ev jî zêdeyî imkanên me ne, em herdem li gor derfetê xwe xizmetguzariyê pêşkêş dikin. Em pirê caran zehmetiyan ji aliyê aborî, bihabûna dolar û kêmbûna pisporên ku kar bi rê ve dibin, dibînin, lê tevî van zehmetiyan jî em her dem hewil didin ku tu kêmasî nekeve karê me de, herwiha rewşa ewlehiyê li herêmê û Nebûna hevkariya cidî ya niştecihan bi karmendên şaredariyê re di dema pêkanîna van projeyan de.”





