Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Eniya niştîmanî ya Sûrî li dijî yekalîbûnê riya çareseriyê ye

29/09/2025
in ROJEV
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo

Bi rûxandina rêjîma Esed û hatina desthilata Colanî re, êdî pêdivî bi diyalog û yekrêziya gelên Sûriyê hebû. Mijara diyalog, hevnaskirin û danûstandina di navbera gelên Sûriyê de, hem jî sedema nerêxistinbûyîn û bêtêkiliya wan bi hev re mijareke dîrokî ye. Ev mijar vedegere serdema rêjîma Baas a Hafiz û Beşar Elessed. Wekî tê zanî li seranserî Sûriyê Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Çerkez, Aşûr, Turkmen û hwd… hene û hemû gel û pêkhateyên resen ên Sûriyê ne. Rêjîma Baas siyaseteke wiha dida meşandin ku nedihişt gelên Sûriyê hev nas bikin, sînor di navbera wan de ava kiribûn, reşkirineke mezin bi riya siyaseta xwe ya qirêj çandibû. Tirsa rêjîma Baas ji hevgirtina gelên Sûriyê ew bû ku desthilat ji destê wê here û têk biçe. Lewma jî hertim hewldana rêjîma têkçûyî çandina tovê fitneyê bi riya ol, siyaset û hemû rêbazên qirêj di navbera gelên Sûriyê de bû. Dîrok şahidê van hewldanan e, nemaze 12’ê Adara 2004’an dema ku rêjîmê fitneyekê bixe navbera Kurd û Ereban de, rê li ber hevgirtina gelan bigire, wekî tê zanîn wê demê rêjîma Baas lawaz bû, tevgera Baasê ya Îraqê jî têk çûbû. Êdî eger gelê Kurd serhildaneke mezin domandiba û têkiliyên xwe baş berfireh pêk anîba bi gelên Sûriyê re bê guman wê dewleta Sûriyê û rêjîma Baas têk biçûya. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava hevgirtina gelan dest pê kir, ev hevgirtin û têkiliyên di navbera gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û hwd… weke kaosekê bû ji bo rêjîma Baas. Bi dehê caran civîn û bang ji hêla MSD’ê û Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn ji bo yekbûna tevahiya gelên Sûriyê yên derveyî Rêveberiya Xweser, lê rêjîm dijatiya van hewldanan dikir heya ku têk çû. Bi têkçûyîna rêjîmê êdî komkujî li ser Elewî û Durziyan pêk hat, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekbûyîna xwe û hevgirtina xwe dan nîşandan. Ji herêma Rêveberiya Xweser karwanên alîkariyan berê xwe dan bajarên Beravê, di nav re jî asta hevgirtina siyasî û diyaloga ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê bilindtir bû. Civîn û hevdîtinên Rêveberiya Xweser û MSD’ê bi tevahiya gelên Sûriyê re pêk hatin û şaxê xebata ji bo yekhelwestiya niştîmaniya Sûrî bilindtir bû. Ev yek domand heyanî ku Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha nûnerên Durzî û Elewiyan tevlî konferansê bûn. Hemû gelên Sûriyê bi pêkhate, qada olî, civakî û hwd… bi hev re biryareke hevgirtî ji bo Sûriyeke nenavendî ku tê de mafê hemû gelan hebe, dan. Tekez e ku ev konferans konferanseke ne ji rêzê bû, bûyereke dîrokî bû, ji ber ku di dîroka Sûriyê de yekem konferans bû ku hat pêkanîn. Yekem car bû ku ji hemû nûnerên gelên Sûriyê tê de beşdar bûn, bi hev re li ser bingeha Neteweya Demokratîk di demeke hestyar de li dar ket. Ji wê konferansê belgenameyeke niştîmanî derket. Bi derketina vê belgenameyê hemû gelên Sûriyê nêz bûn da ku muhra xwe li dîroka Sûriyê bidin. Weke tê zanîn ew belgename ji bo tevahiya Sûriyê guncav bû, ji ber ku daxwaza nenavendîbûna siyasî û îdarî ya Sûriyê kir, ev yek di çarçoveya Sûriyeke demokrat, yeksînor, pirreng û pirnetew de bû. Rast e ev konferans vedengeke mezin li ser asta navdewletî bi xwe re anî û bû cihê biryara tevahiya gelên Sûriyê, lê diviyabû piştî konferansê komîteyeke hevbeş ku nûnerên hemû pêkhateyan vexwîne, bihata avakirin. Herwiha wê komîteyê xebateke siyasî, rêxistinî, civakî, rewşenbîrî û hemû xebatên ji bo avakirina eniyeke niştîmanî, bidaba meşandin. Ev xebat jî bi rengekî aktîv bihata domandin da ku têkiliyên di navbera hemû gelên Sûriyê de gihaştiba lûtkeyê. Hikumeta veguhêz li ser fikrê rêjîma Baas hatiye nûjenkirin, hêzên navnetewî yên ku Colanî anîne ser desthilatê ew sîstemdar kirine da ku gelên Sûriyê bêhêz bikin û şerê navxweyî di derheqê hev de bidomînin, di serî de jî dewleta Tirk. Hatina Colanî û hikumeta wê ya veguhêz bi biryareke navdewletî bû, bêyî vîn û îradeya gelên Sûriyê bû, ragihandina makezagona navdewletî, qaşo kongreya niştîmanî ya ku hate lidarxistin û hemû xebata HTŞ’ê da meşandin ne li gorî vîna gelên Sûriyê bû û nûnertiya wan nedikir, hîna jî ev yek berdewam e. Amadekariyên ku hikumeta HTŞ’ê ji bo hilbijartinên parlementoya Sûriyê dike jî nûnertiya hemû gelên Sûriyê nake, yekalîbûneke biriyarê û bijartina kesayetan ji bo hilbijartinan li pêş e. Ev hemû kiriyarên ku hikumeta HTŞ’ê dide meşandin, piştperdeya wê dewleta Tirk e û berjewendiyên wê yên parçekirina Sûriyê ye. Ji ber vê yekê jî da ku Sûriyeke yekgirtî ava bibe, pirreng û demokrat be, pêwîstî bi bilindkirina asta têkiliyên di navbera gelên Sûriyê de , hem jî avakirina eneyeke niştîmanî ya xurt ku nûnertiya pêkhateya Kurd, Ereb, Ermen, Turkmen, Çerkez, Durzî û hwd… heye. Eniya niştîmanî li hemberî dagirkeriya Tirk û  hewldanên çandina fitneyê di navbera gelên Sûriyê de ava bike, hem jî li dijî desthilata yekalî ya HTŞ’, herwiha avakrina Sûriyeke biewle û aştiyane riya çareseriyê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.