Esma Mistefa/Qamişlo
Hevserokê Ofîsa Giştî a Têkiliyan ya PYD’ê Silêma Ereb ku di Kongreya ‘Veguhastina Giştî ya Siyasî li Sûriyê’ li peytexta Urdinê Emanê hatibû lidarxistin de beşdar bibû got: “Di kongrê de gelek nîqaşên girêdayî çareseriya Sûriyê û pirojeyên dema pêş hatin kirin”.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) beşdarî Kongreya Veguhastina Siyasî ya Giştî li Sûriyeyê ya di rojên 21 û 22’ê Îlonê de li paytexta Urdinê Emanê hate lidarxistin, bû. Kongre ji aliyê Peymangeha Siwêdê ya Dan û Standinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, Navenda Siwêdê ya Lîberal a Navneteweyî û Navenda Olf Palme ve hate lidarxistin.
Herwiha ji bo beşdrbûna vê Kongreyê ji aliyê MSD’ê û PYD’ê ve şandeyek ku ji 4 hesan pêk dihat tê de beşdar bû. Girêdayî naveroka vê kongrê û beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser tê de Hevserokê Ofîsa Giştî a Têkiliyan yê PYD’ê Silêma Ereb ji Rojnameya me re axivî.

Silêman di destpêkê de wiha anî ziman: “Di kongreya yê bi ser navê Rêvebriya Xweser Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman û Cîgirê wê Elî Rehmûn her wiha ji PYD’ê jî ez û heval Îlham Mihemed beşdar bûn. di heman demê de gelek alî û rêxistin beşdarbûn ji wan rêxistina Dêfakto a ku navenda wê li Şamê ye û rêxistina Vejîn a ku li Ewropayê ye Di kongrê de gelek partî, hêzên siyasî yên Sûrî, navendê danûstandinê yê Sûrî û nûnerên hêzên di Sûriyê de hazir bûn. Her wiha rêxistinên jin yên Sûrî jî hebûn. Di encam de ji hemû aliyan kesayet, rêxistin, partî û nûnerên ku di Sûriyê de hene lihev kom bûn”.
Mijarên ku bûne rojeva kongrê
Silêman destnîşan kir ku di kongrê de gelek nîqaşên girêdayî çareseriya Sûriyê û pirojeyên dema pêş hatinkirin û got: “Bi taybet ev kongre rewşa siyasî ya Sûriyê nîqaş kir, zehmetî û aloziyên li pêşiya Sûriyê yên ji sedema Rêjîma Baas, her wiha derfetên aştiyên yên hene û lihevkirinên ku hatine çêkirin bûn mijara nîqaşa kongrê. Di heman demê de projeyên li ser rûyê erdê, çawaniya pêvajoya veguheziyê hate çêkirin û tecrûbeyên welatên derve yên weke Başûrê Efrîqiyayê hatin pêşkêşkirin ku Sûriyê di aliyê qanûnî de dikare sûdê jê werbigre.
Her wiha mijarên li ser tecrûbeya demokrasiyê ya siwêd hatin pêşkêşkirin û nîqaşa wê hate kirin. Tecrûbeya Urdinê piştî guhartinên destûrî hatine kirin ku li wir pêşketinên siyasî hatin jiyankirin. Her wiha em di nav Sûriyeke nû de çawa siyasetê bikin û taybet di aliyê hevpeyman û hêzên siyasî de çawa bikaribin bi hev re kar bikin. Ji bo wê ya me jî weke Bakur û Rojhilatê Sûriyê em xwedî tecrûbe û aliyekî bi hêz di çareseriya Sûriyê de bûn. Di Sûriyê de em xwediyê projeyekê bû û me xwe bi sîstem birêxistin kiribû, em ne weke hêz û aliyên din bûn ku rêxistin û projeya me ji bo Sûriyê nîn bû. Her wiha di aliyê hevpeymanan de çawa ku me hevpeymanên xwe avakirine, têkiliyên me yên birêxistinkirî di herêmê de hene. Civîn û konferansên ku hatine lidarxistin yên vê dawiyê, tecrûbe û eniya me a çareseriyê diyar kir”.
‘Pêşxistina têkilî û nîqaşkirina rewşa Sûriyê bi Partiya Îradê re’
Silêman di berdewamiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Me di nav kongrê de gelek hêz nas kirin bi taybet yên Sûriyê û me tecrûbeyên xwe bi wan re parve kir. Her wiha me sardana balozxaneya Siwêdî ya li Urdnê kir û me hevdîtin bi wan re kirin. Me gelek hêz û partiyên Urdinî nas kirin, bi taybet Partiya Îradê ku weke partiya sêyemîn di Urdinê de ye. Li gel wan gelek nîqaşên me pêş ketin. Bi taybet ji bo pêşxistin û xurtkirina têkiliyên PYD’ê û MSD’ê ku em têkiliyên xwe bi hêzên siyasî yên Ereb re pêş bixin.
Di naveroka wan hevdîtin û nîqaşan de nêrînên ku divê Sûriyeke hevgirtî û nenavendî bê avakirin derketin pêş, bi taybet divê projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Sûriye pêşerojê de esas bê girtin, divê tişta ku niha li Şamê ji aliyê HTŞ’ê ve tên kirin neyên qebûlkirin. Ev hemû bi partiya Îradê re hatin nîqaşkirin û di asteke baş de hevparvekriina nêrîn, nîqaş û têkiliyan pêş ketin”.






