Ayşa Silêman/ Dêrik
Gundê Rikava yek ji gundên beravê ye ku di dema berê de bi av û kaniyên xwe dihatin naskirin, lê niha bi sedema kêm baraniyê û girtina dewleta Tirk ji ava Diclê re hemû kaniyên di gund de çikiyan e.
Gundê Rikava di dema berê de tenê çend mal bûn, lê di sala 1953‘an de hin kesên Basiqlî ji zaxo hatin û berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku li wir jî çend mal hebûn hebû bi navê Rikava êdî zevî ji Hacî Miho û Fetah Ebdulkerîm kirîn û gund avakirin. Navê gund ji rikê hatiye ku ji rik hevde ango di rex hev de ev gund ava kirin. Di gund de Basiqlî, Seyîd, Dilmemik û Hesinî hene.
Di derbarê jiyana gund û rê û resmên dema berê de welatiyên ji gundê Rikava yên bi navê Şikrî Sebrî û Fatima Hec Ibrahîm ji Rojnameya me re axivîn.
Jiyan û çanda gund

Welatiyên bi navê Şikrî Sebrî li ser jiyana li gundê Rikava wiha anî ziman: “Di dema berê de di gund de çem û 10 kanî hebûn, di zivistanan de wek deryayê lê dihat zêde dibû, lewma gundî hertim diçûn nêçîra masiyan. Di dema berê de herkesî berê xwe dida çandinî û sewaldariyê ji ber vê yekê piraniya xwarinan xwezayî bûn û ji zeviyên gundiyan bûn. Di wê demê de xwarina me meyir, savar, nîsk û nok bûn, me genim bi cerin û mêkutan dikir dan da ku em meyirê çêbikin. Herwiha dema em diçûn palehiyê, em kom bi hev re diçûn nêzî 12 kesan, mêran dîlok û stran digotin û palehî dikirin, jinan jî li pey wan melû dihlandin heya ku ew zevî bidawî kiriban wiha gundiyan hemûyan bi rihê civaka komînal kar dikirin. Di dema berê de gundiyan ji rêzê bi hev re dest bi seyandina malan dikir da ku haziriyên xwe ji bo meha zivistanê bikin. Lê di dema niha de her tişt ji wateya xwe dûr ketiye, çem û kaniyên di gund de çikiyane, çandinî û sewaldarî kêm bûye, ew rihê gundîtî û civakbûnê winda bûye.”
Rê û resmên dawetan di dema berê de

Gundiya bi navê Fatima Hec Ibrahîm anî ziman ku dawetên dema berê ji 3 rojan heya heftiyekê berdewam dikir û wiha got: “Her kesekekî daweta xwe li gor imkaniyên xwe çêdikirin, di dema berê de berbû hebû ku şeva dawetê malbata zava diçûn mala bûkê û destên wê hine dikirin û li wir diman, roja din jî bûk hazir dikirin. Her kesekî li pêşiya mala xwe dawetên xwe dikirin, sebeha zû destika sbehê hebû ku daholvan û zirnevan ji sibeha seat 5 li dahol û zirnê didan hemû gundî li hev kom dibûn û dîlan digirtin li pêşiya mala zavê. Dawetên dema berê gelekî xweş bûn, dema dibû dawet hemû gundî kom dibûn û bi mala bûk û zavê re kêfxweşî dikirin. Di dema berê de kebaniyên mezin xwarina dawetê çêdikirin, her malbatek li gor rewşa xwe ya madî sewal digurandin, yên rewşa wan baş çêlek şerjêdikirin û dikirin qelî. Di dema berê de zehmetî gelek hebûn, lê wateya jiyanê hebû, lê dema niha de rehetî zêde bûye xweşiya jiyanê nemaye.”





