Hafiz Ahmet Turhalli
Mûnafiq gotineke Erebiye û gelekî caran di Qur’ana pîrozde hatîye vegotin. Li ser kesayeta mirov, weke taybetmendiyekê bingehîn tê şîrove kirin. Bi vî navî suretekî heye di Qur’anêde.
Mûnafiq, di Ferhengê de: Mişkê zêviyê, kesê kesayeta xweya rastî vedişêre û xwe bi şiklekî dinê nîşan dide. Ev gotin, ji bingeha masdara “nîfaqê” hatiye çêkirin. Weke sîfat taybetmendiyê ku gotina “Munafiq” hatiye bikar anîn. Ji tiştekî bawer nake, lê li gor berjewendiyên xwe tevdigere.
Gotina kû Mişkê Zêviyêye, dema mişk tehlukekî dibîne, di bin axêde gelekî kunên cuda vedide. Dema xeteriyê hîs bike ji wê kunê direve kunekî dîtir. Li gor Qur’ana pîroz jî tê wateya kesên dirû û newêrek. (Ragip el-Îsfehanî El Mûfredat md. “nfq”.) Di sureya Beqerêde Xwedê dibêje Mûnafiq weha bersiva mirovan didin: Dema “jiwanre tê gotin tevlîhevîyan û xerakirinan” nekin! ‘Ew dibêjin na em tenê yê avakirin û çêkirinêne”. Baldarbin! Ew kesên herî pêş yê xerakirin û tevlîhevkirinêne; lê ew jî tê nagihêjin. (Beqere 11-12) Dema mirov van ayetan dixwîne; dibîne ku taybetmendiyên mirovî sîfetên mirovî, dîrok û amûr biguherinjî, ew naguherin.
Ji xwe Qur’an a pîroz mirovahîyê dike sê beş: Kesên Bawermend ku heqîyê diparêzin, kesên ne Bawermend ku dij rastiyan disekinin û kesên kû çawa jiwanre rast were, xwe weha dizivirînin.
Li gor Qur’ana pîroz kesên Munafiq û dirû kesayetên herî xirabin. Ew di tebeqa jêrê ya însanadane, ji wan berjêrtir tu tiştekî din nîne. Em îro bi çavên xwe dibînin û zindî dijîn ku desthilatdar kesayetên ku hezar ruyên wan hene. Ne baweriya wan, ne jî îdeolojiya wan heye.
Hemû tiştan ji bo desthilata xwe berovajî dikin û dikevin hezar rengî de.
Em temaşe dikin ku kesê neha buye serokê dewleta Surî ya veguhêz, qaşo bi navê Îslamê, Şerîetê, dijiyatiya Kapîtalîzm, Rusya û Çînê kar kiriye. Lê di rastiyêde xizmetkarê van desthilatan buye. Derdikeve bernameya Televîzyona Emerîka û bi serokê Îstîxbarata berêre û tevlî bernameya TV yê dibe: Dibêje me gelekî karekî baş kir. Gelo serokê Îstîxbarata Emerîka û Colanî bihevre çi kar kirine? Bi navê Îslam û Mûcahîdîyê jiyan li Kurdan û kesên bindest kirin dojeh.
Bi milyonan mirovên bê guneh kuştin. Bi sedan bajar xera kirin û dewlet têkbirin.
Gelo ev çi deme em têdene: Bi milyonan Însan bi navê edaleta Îslamê û bidestxistina buhuştê bi pîlan hatin rêxistin kirin. Ji bo eniya Kuffarê bişkînin û edaletê bînin, ji Pêxember û Qur’anê bang dihatin kirin! Kuffar kîbûn; Emerîka, Rusya û desthilatên din. Kesên pêncî sale dijiyatiya sîstema kapîtalîst dikin, rihê berdidin, tesbîh di destan de digerin ew in.
Di dawîyêde jî desthilatdarên cîhanê dibêjin te xizmetekî baş bo me kir. De keremke were para, xerakirin û kuştinên xwe bigre.Lê binêrin, Trump, Macron, Şeyxê Qeterê û Erdogan çawa bihevre dikenin û bihevre danûstandinan dikin. Kes nabêje ev çi rewşe; bes hûn bi me keniyan!
Ev munafiqiya ku eşkere ye, kuştin, malwêranî, talan û tunekirin tenê berjewendiyên desthilatdarane. Em xelkê rojhilata navîn, ol, mezhep û nîjada me çidibe bile bibe, divê em li gor vê heqîqetê destê hev bigrin û ji dek û dolabên van Munafiqan xwe azad bikin. Li hemû Rojhilata naverast, bindest û kesên mafên wan ji wan hatiye girtin, yekîtiya xwe li ser edalet û wekhevîyê çêbikin û ji van munafiqan dûr bikevin.






