Hêvî Keleş/ Qamişlo
Di encama drêjbûna kirîza Sûriyê diyardeya parstektiyê gihişt asteke bilind. Li Sûriyê di dema heyî de hejmareke zêde ya zarok, jin, mêr, kal û pîran li kolan û bazaran belav dibin û rojane parsê dikin. Ev diyarde wêneyekî êşa kûr û dijwar a mirovan nîşan dide, li hemberî wê jî çareseriyeke bi lez tê xwestin.
Li kolan û bazarên Sûriyeyê û li ber deriyên mizgeft û navendên xizmetguzariyê, dîtina kesên parsê dikin bûye dîmenekî rojane. Ev kes ji di nava otombîlan, li ser riyan û li her cihekî destê xwe dirêj dikin û daxwaza alîkariyê dikin. Ev diyarde êdî bi tenê bi komên taybetî yên wekî kal û pîr an kesên astengdar e re sînordar nîne, herwiha zarok, jin û ciwan jî di nav de ne. Piştî zêdetirî 14 salan ji şer parsektî bûye yek ji rûyên krîza mirovî.
Sedem û şaxên vê diyardeyê
Belavbûna diyardeya parsektiyê bêyî li ber çavan girtina rewşên awarte yên ku Sûriyê di salên borî de jiyan kiriye, nayê fêmkirin. Ji ber şerê demdirêj bi milyonan kes neçar mane mal û warên xwe biterikînin û bêmal bimînin. Gelek ji wan neçar man ku derkevin kolanan wekî yekane rêya dabînkirina asta herî kêm a jiyanê.
Her wiha, krîza aborî di zêdebûna vê diyardeyê de roleke diyarker lîst, hilweşîna diravî û bilindbûna buhayê kelûpelên bingehîn bûye sedema berfirehbûna xeta hejariyê û niha ji sedî 80 zêdetir ji Sûriyan di bin xeta hejariyê de ne. Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, ji ber nebûna derfetên kar û rêjeya bêkariyê ya bilind, nemaze di nav ciwanan de, gelek kes nikarin debara xwe ya rojane peyda bikin.
Hilweşîna malbatê û windakirina debara malbatê ji ber mirin, girtin, an jî koçberkirinê jî bûye sedema ku zarok û jin ber bi parsekiyê ve biçin. Raporên saziyên mafên mirovan piştrast dikin ku hin çeteyên rêxistinkirî ji vê rastiyê sûd wergirtine. Wan dest bi karayîna zarok û jinan di nav torên ku daxwazkariyê wekî “pîşeyek” dihesibandin de kir, ku ev yek pirsgirêk hîn aloztir kir.
Pîvanên civakî û psîkolojîk
Bandora parsektiyê ne tenê bi aliyê aborî ve sînordar e, lê di heman demê de bandora wê li ser tevna civakî û derûnî jî berdewam dike. Zêdebûna kesên parsektiyê dikin li kolanan wêneyekî trajîdîk ê civakeke lawaz a Sûriyeyê nîşan dide. Zarokên ku neçar dimînin parsektiyê bikin ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar in û bi xetereya tevlîbûna reftarên nebaş an jî ketina qurbanê îstismara laşî û hestyarî re rû bi rû ne.
Ji bo jinên ku parsê dikin, gelek ji wan ku hevjînîn wan mirine,, hin ji wan di bin zexta torên îstîsmarê de dixebitin. Ev diyarde cureyek normalîzasyona civakî afirandiye, rêwiyên ku di rê de ne an hevxemiya xwe bi wan re nîşan didin û pereyan pêşkêşî wan dikin, an jî bi guman bi wan re tevdigerin û wan wekî rêyek ji bo qezenckirina hêsan dibînin.
Ev diyarde çiqas mezin e?
Li gorî destgehên ragihandinê yên nêzî desthilata Şamê, li herêmên di bin kontrola wan de, hijmara kesên parsektiyê dikin nêzî 250 hezarî ne. Ji wan ji sedî 10 zarokin, ji sedî 51 jin in û ji sedî 39 mêrin.
Çareserî
Pisporên civakî tekez dikin ku ev diyarde hewceyî çareseriyeke lezgîn e ji ber ku her diçe jimar mezitir dibe. Li gorî pisporên civakî riyên çareseriyê wiha ne:
-Xurtkirina bernameyên piştgiriya civakî yên ku malbatên herî xizan hedef digirin.
-Pêşkêşkirina derfetên kar ên biçûk da ku kesan dihêlin li şûna jiyana li kolanan, bibin xwedî xweserî.
-Ji nû ve entegrekirina zarokên ku parsê dikin di dibistanan de bi rêya bernameyên perwerdehiyê yên taybet.
-Çalakkirina rola qanûnê ji bo hesabpirsîna torên ku xizanan îstismar dikin û parsektiyê dikin karsaziyek qezenckar.
Diyardeya parsektiyê li Sûriyeyê hîn jî şahidiyek zindî ye ji bo asta êşên mirovî û aborî yên ku gelê Sûriyeyê dijî. Di navbera xizaniyeke zêde, windakirina debara jiyanê û îstismara çeteyan de, bi hezaran zarok, jin û mêr rojane vediguherin dîmenekî ku êşa bêdeng nîşan dide. Çiqasî jî înîsiyatîf cûrbecûr bin jî, jiholêrakirina vê diyardeyê tenê bi çareserkirina sedemên bingehîn dê pêk were: Xizanî, bêkarî, nebûna ewlehiyê û hilweşîna xizmetguzariyên bingehîn.





