Hêvî Keleş/ Qamişlo
Endama Rêxistina Stêrk ya Şopandin û Parastina Mafên Zarokan Perwîn Loqo anî ziman ku Piştgiriya û destekdayîna malbatê ji zarok re, ewlehî û aramiyê ava dike. Perwîn Loqo da xuyakirin ku malbat kesayeta zarok ava dike û parastina nirxê zarokan erkê wê ye.
Têkiliya di navbera malbat û zarokan de wekî têgehekî pir alî û kûr, bi gelek awayan bandorê li ser dinamîkên hestyarî, civakî û tewra psîkolojîk ên zarokan dike. Mala ku zarok tê de mezin dibin, ne tenê çar dîwar û banek e, lê di heman demê de qadekî zindî ye ku tê de têkiliyên wan ên bi hev re, bi dêûbavan re û bi jîngehê re teşe digirin. Ev têkilî ne statîk e; ew bi demê re, li gorî şert û mercên malê û awayê ku ev şert bandorê li jiyana rojane dikin, diguhere û pêş dikeve. Ji ber vê yekê, dema ku em li vê mijarê dinêrin, divê em hem aliyên pratîkî yên şertên fizîkî û hem jî aliyên psîkolojîk ên wekî hest û têkiliyên mirovî li ber çavan bigrin.
Derbar têkiliya malbat bi zarokê re, endama Rêxistina Stêrk ya Şopandin û Parastina Mafên Zarokan Perwîn Loqo ji Rojnameya me re axivî.

‘Malbat kesayeta zarokê ava dike’
Perwîn Loqo anî ziman ku ew her demekê ji malbat û zarokên wan bi kampaniyên hişyariyê radibin û wiha got: “Ji bo têkiliya malbat û zarokê bi hev re, em bi kampaniyên hişyariyê radibin û wan perwerde dikin, ji bo ku têkiliyek baş di navbera wan de hebe, daxwaza me ew e ku em van zarokan ji xetereyan û xerabiyên li derdorê biparêzin û wan li ser hişmendiyek rast û baqij mezin bikin. Malbat ew e a ku kesayeta zarokê ava dike, ji bo wê jî beriya ku em zarokê perwerde bikin, em malbata wan perwerde dikin ku çawa têkilî û danûstendina rast bi zarokê re bikin û çawa kesayetê zarokê xurt bikin, herwiha çawa azadiya vê zarokê bidênê ew jî di bin çavdêrîkirina wan de be û çawa zarokên xwe biparêzin ji van xerabiyên li derdorê. Rêbazên ne rasterast ên nûjen ên mezinkirina zarokan ji bo dê û bavan dijwariyek mezin in, ji ber ku divê ew fêr bibin ka çawa guh bidin zarok û cih bidin wî ku hewcedariyên xwe îfade bike. Fêr bibin ku rihet bibin da ku bigihêjin diyalogê û ji muameleya neyînî ya li hember zarok dûr bisekinin, her wiha bala xwe bidin gotinên ku jê re têne gotin.”
‘Pêwîste bi mazinbûna zarokê re xwebawerî were çandin’
Perwîn Loqo destnîşan kir ku zarok ji dê û bavên xwe teknîkên baş ên dê û bavtiyê werdigirin, ku têkiliyek saxlem di navbera her du aliyan de diafirîne ku wan di pêşerojê de nexe xetereyê û wiha got: “Tevgerên şaş û neyînî yên dê û bavan dikarin di pêşerojê de bandorê li zarokên wan bikin, kesayeta wan qelis bikin û wan bêhtir ji depresyon, fikar û êrîşkariyê re hesas bikin. Girîng e ku ji destpêka mezinbûna zarokan ve xwebawerîm were çandin. Divê hinek azadî ji wan re were dayîn da ku ew bi xwe biryar bidin bêyî ku hewl bidin wan bi zorê bidin biryarekê, di heman demê de pêşkêşkirina hezkirin û lênêrînê ji bo zarokan, wan bêtir bi dê û bavên xwe ve girê dide û wan û nirxên ku ew fêrî wan dikin bêhtir qebûl dike. Ev bi dabînkirina lênêrîna laşî û hestyarî ji wan re, dabînkirina hawîrdorek malbatî ya ewle, rêzgirtina wan û nedestdirêjiya wan, diyalogkirina bi wan re, nîşandana hezkirinê ji wan re û teqdîrkirina hewildan û destkeftiyên wan ên hêsan ve tê bidestxistin. Û Ji bo ku hûn zarokê xwe baştir birêve bibin, divê hûn dem ji bo tenê mayîna bi wî re veqetînin, bi azadî guh bidin wî, wî teşwîq bikin ku hestên xwe îfade bike, hawîrdorek ewle û teşwîqker peyda bikin, sînoran bi zelalî bicîh bînin û ji cezakirina laşî dûr bikevin.”
‘Her têkiliyeke we bi zarokê/a we re şêweyekî danûstendinê ye’
Endama Rêxistina Stêrk ya Şopandin û Parastina Mafên Zarokan Perwîn Loqo axaftina xwe wiha qedand : “Dema ku hûn bi zarokan re mijûl dibin, girîng e ku hûn wan ji rêgez û sînorên ku divê ew bişopînin û neşikînin, agahdar bikin. Heger ew van rêzikan binpê bikin cezayê guncaw bidin. Lêbelê, girîng e ku ceza ji her tundûtûjiyê an jî bêparkirina zarok ji tiştên ku dibe ku ew hewce bike, wek xwarin, dûr bixe. Armanc tenê ew e ku ew fêrî pabendbûna bi rêgez û reftaran bibin. Her têkiliyeke we bi zarokê/a we re şêweyekî danûstendinê ye. Ne tenê bi gotinên ku hûn dibêjin ve girêdayî ye: dengê we, têkiliya çavên we, hembêz û maçên we – ev hemî peyamên ku hûn ji zarokê/a xwe re dişînin in. Awayê ku hûn bi zarokê/a xwe re danûstandinê dikin ne tenê fêrî wan dike ka merov çawa bi yên din re têkilî datîne, lê di heman demê de pêşveçûna wan a hestyarî û çawa ew di jiyana xwe ya paşîn de bi yên din re têkiliyan ava dikin jî şekil dide.”





