Idrîs Henan
Bi hilweşîna rejîma Esad û hatina serokê HTŞ re welat derbasî qonaxeke nû dibe ku diviyabû veguhêz û zêde aram bûya. Lê belê rastî û piratîka Şamê, seynala teviliheviyeke nû lêdide ku peymanan paşguh dike û metirsiyên cuda derdixe holê.
Tê zanîn ku 10’ê Adara îsal, peymanek di navbera Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mazlûm Ebdî û serokê hikûmeta veguhêz Al Şera de hate imzekirin. Li gorî wê peymana 8 xalî divê QSD, saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî serbixwe û demokratîk entegreyî saziyên Şamê bibin. Di heman demê de diviyabû mafên pêkhateyên Sûriyê di destûrê de werin parastin. Ji bona wê jî, heya dawiya sala 2025’an dem hatibû dayîn. Îro jî meh di ser vê peymanê re derbas dibin, lê hîna jî xalên peymanê nehatine realîzekirin. Berovajî, danhevek nîşan û niyetên xirab ên xwebadana Şamê çêbûye ku di yek mewziyê de dizivire.
Tevî ku destpêka Nîsanê li ser herdû taxên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê lihevkirinek hatiye imzekirin, lê êrişên vê dawiyê yên li ser herdû taxan û Dêr Hafirê, baş nîşan didin ku Şamê piştî hinek welatên cîhanê hewl dan ku sizayên berê li ser Sûriyê sivik bikin, helwesta xwe guheriye ku mirov di derbarê niyetên wê de dixe şik û gumanê. Li gorî dane, liv û tevgerên li ser erdê, Şamê berê xwe daye faktora demê ku heta dawiya salê karibe peymanê dereng bihêle û lê biqulibe. Ev kiryarên han, li cem Kurdan û pêkhateyên dîtir metirsiya ku li derveyî hesabên hikûmeta veguhêz ne ya ku dixwaze demê qezenc bike û desthilata xwe kûrtir bike, zêde kiriye, nemaze piştî ku nûnerên pêkhateyên Sûriyê dûrî her rêkeftinên pêşerojê hatine hiştin.
Beramberî wê jî, Şam bi awayekî amator daxuyaniyên xapînok dide û raya giştî bi gotinên (dê mafê Kurdan di destûrê de were parastin) ditevizîne. Lê deklarasyona destûrî ya ku piştî peymana 10 Adar bi sê rojan hatiye ragihandin, wê gotinê vala derdixîne û ti mafekî Kurdan tê de nîne. Ji xwe ji bona diyalogê, heta niha şandeya Kurdan pêşwazî nake! Ev nakokî û dirûtiya navbera gotin û pratîkê de, gotin û rastiyê de, têgîna nebaweriyê derdixe holê ku metirsiya mezin ew e; ev rejîma bi navê hikûmeta veguhêz, veguhere kopyake heman baweriya yekalî ya rejîma berê. Bê guman nêzîkatiyên bi vî rengî, dê parçebûna heyî kûrtir bike û dê paşeroja Sûriyê ber bi nediyariyê ve bibe.
Ev hikûmeta ku pala xwe daye rewatiya derveyî welat bi rijd e ku senaryoyên bêbextiyê û li dijî berjewendiya Sûriyê û gelên wê siyasetên kirêgir berdewam bike. Lewre jî carek din hewl dide bi sernavê hilbijartinên parlamentoyê tabloyek zexel ê din li kiryarên xwe zêde bike û rewatiya ku ew dibîne raste, tekûztir bike. Bêguman her kes dizane ku tişta HTŞ dike ne siyaset e û temsîla rastiya civaka Sûriyê û gelên wê nake. Li vir jî girîngiya bicihanîna peymana 10 Adarê ji nû ve xwe dide der ku ji bona aştî û aramiya li Sûriyê gaveke bivênevê ye. Rewatî nikare bi biryareke ne rewa re were destgirtin. Êdî hesab li cem HTŞ ye ka wê sindoq û fikrên dernetweyî çiqas xizmetê li pêvajoya xwerewakirina wê bikin? Di encamê de divê Şam zanibe ku kirîz ne di gotin û peymanan de ye, lê belê di vîna siyasî ya wê de ye ku karibe ji hişmendiya hegemon ber bi hişmendiya lihevkirinê ve biçe. Bi gotineke din a zelal, an wê peymana Adarê bi cih bîne, yan jî wê welat bimîne dîlê pevçûn û parçebûnê!






