Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Maseya Colanî û Washingtonê ye an Maseya Kaosê ya ku ji hêla Erdogan ve hatî afirandin e?

28/09/2025
in ROJEV
A A
Maseya Colanî û Washingtonê ye an Maseya Kaosê ya ku ji hêla Erdogan ve hatî afirandin e?
Share on FacebookShare on Twitter

Erdogan ALTAN

Ma DYA danûstandinan dike? Na. Ew hewl didin ku valahiya ku ji hêla Enqerê ve hatî afirandin tijî bikin. Ji ber yê ku herî zêde wêranî, herî zêde parçekirin û herî zêde xwînrijandin li herêmê çêkir û hêj jî dike dewleta Tirk û desthiladariya AKP’ê ye.

Gotûbêjên qaşo yên di navbera rayedarên Amerîkî û serokê “Hikûmeta Demkî” ya Şamê Colanî (Ehmed Şera), di rastiyê de ne planeke stratejîk a nû ye, ew maseya mudaxeleya awarte ji bo karesata heyî ye. Û navê vê karesatê: siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyê ye.

Dagirkirina ji sala 2017’an de Cerablus-Ezaz û 2018’an de Efrin, 2019’an de Serêkaniyê û Girê Spî, operasyonên ku heta sînorê Iraqê dirêj dibin di sala 2020’an de… Her carê, jê re digotin “têkoşîna li dijî terorê”. Lê encam çi bû?

Bi hezaran sivîl hatin kuştin, îşkencekirin û êş kişandin.

Bi sed hezaran hatin koçberkirin.

Taxên Kurd, Ereb û Asûrî “hatin Tirkîkirin”.

Li ser navê dewleta Tirk, bi dehan komên çete hatin avakirin.

Aborî hilweşiyaye, çandinî îflas kiriye, petrol hatiye dizîn.

Û niha… DYA tê û dibêje “îstîqrar”. Ji ber ku kes nemaye!

 

Colanî kî ye? Berhema Valahiya ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye afirandin

Hêsan e ku meriv Colanî (Ehmed Şera) wekî “kuklayek” bi nav bike. Lê neyê jibîrkirin ev kes û pêkateya wî ji aliyê hêzên hegemon û dewleta Tirk ve bi pesindanan tê pivdan. Ji ber ku Enqerê xwe wekî yekane alternatîf li herêmê pêşkêş kir û ew “alternatîf” dagirkirin, talankirin, koçberkirin û endezyariya demografîk bû.

Ma Colanî kesayetek bi hilbijartinê bûye qaşo Serokomar? Na.

Lê gelo fermandarên di “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” de (OSO), ku Tirkiye piştgirî dide wê, hatine hilbijartin? Na. Ew ji eniyê hatine tayînkirin, bi cebilxaneyê hatine xwedîkirin û talîmat ji Enqerê wergirtine.

 

Di vir de rola DYA çi ye? Ji agirê hatiye pêxistin sûd wergirtine an jî hewildana vemirandina xaniyê dişewite ye?

Rast e ku DYA li dû petrolê ye. Ew dixwaze baregehên leşkerî ava bike, ev jî rast e. Lê dema ku vê yekê dike, ew li ser xweliyên-bizotên agirê ku Tirkiyeyê li dû xwe hiştiye rûdine.

Werin em bînin bîra xwe:

Di sala 2019‘an de, Serokê AKP‘ê Erdogan telefonî Trump kir û got, “Ji Sûriyê vekişin-qet nebe xwe ji heremên navbêra Kobanê heya Qamişlo vekişin” – û DYA vekişiya. Encam? Êrişên dagiriyê yê bi navê „Kaniya Aştiyê“ ya li ser Girê Spî û Serêkaniyê dest pê kir, bi hezaran kes koçber bûn, girtiyên DAIŞê reviyan, jin rastî tecawizê hatin û zarok mirin.

Niha, heke DYA bizivire û bêje, “Werin em aramiyê ava bikin,” ew gaveke ji zihniyeta emperyalîst zêdetir, bertekeke panîk e li hember agirê ku nayê vemirandin e.

Û erê! Destên DYA jî ne paqij in. Lê destên herî qirêj ên Tirkiyeyê ne ku heşt sal in li herêmê şerekî giştî dimeşîne, topan li bajaran dibarîne, mirovan sirgûn dike û ji kuştina zarokan ti fikar nake.

Kî li ser Maseyê nîne? Dengên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne tepeserkirin

Partiyên Kurdî: Ji bilî hin kesên ji nava ENKS’ê nehatine vexwendin – ji ber ku Enqerê wan wekî “terorîst” îlan kiriye.

Eşîrên Ereb: Ji bilî çend komên ku di bin navê hêzên eşîran ên ji aliyê MÎT û HTŞ’ê ve hatine biçek kirin, kes nîne. Bi taybetî yên li Dêra-Zor û Reqqayê, ew ji Esed, Tirkiyeyê û “Hikûmeta Demkî” bi gazincin. Lê dengê wan tê tepisandin.

Civakên Asûrî û Ermenî: Ev kom ku di dîrokê de bindest bûne, hîn jî di bin navê “îstîqrarê” de têne qurbanîkirin.

Rêxistinên jinan: Berxwedana herî xurt li vir çêbûye – lê ew li ser maseya biryardanê nînin. Ji ber ku ne Enqere, ne Washington, ne jî şêwirmendên Colani îradeya jinan napejirînin.

Karesata Hiqûqî: Dagirkirina Tirkiyeyê Qet Nayê Gotûbêjkirin!

Li gorî qanûna navneteweyî:

Hebûna leşkerî ya Amerîkayê nakokî ye. Lêbelê, dagirkirina Tirkiyeyê bi tevahî neqanûnî ye.

Neteweyên Yekbûyî çi dibêje? “Ji deverên dagirkirî vekişin.”

Parlamentoya Ewropayê çi dibêje? “Hebûna leşkerên Tirk li Sûriyeyê li dijî qanûna navneteweyî ye.”

 

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan çi dibêje? “Komên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin bi awayekî sîstematîk talan dikin, tecawiz dikin û dikujin.” Ji ber vê yekê Tirkiye çi dibêje? “Em li wir ewlehiyê ava dikin.”

Ewlehî? Çi cure ewlehiyê? Ewlekariya kê?

Sivîl—an penaberên ku ji bo AKP‘ê bûne bankek dengan?

Dîrok Dubare Nabe—Ji ber ku Tirkiye hîn jî heman siyasetê dimeşîne

Kerkûk li Iraqê…Trablûs li Lîbyayê…Niha Heseke, Kobanî, Reqa li Sûriyeyê…

Li her derê heman senaryo heye:

Pêşî, ew dibêjin, “Em ji bo aramiyê dikevin hundir.”

Piştre, “korîdorek ewlehiyê ya daîmî” tê avakirin.

Piştre, nifusa herêmî tê sirgûnkirin, û nifûsên dilsoz ên van hêzên dagirker li şûna wan têne bicihkirin.

Di dawiyê de, ew dibêjin, “Em bi domdarî li vir in.”

Û piştre welatên rojavayî tên û li “peymanek aramiyê” digerin. Ji ber ku vebijarkek din tune. Ji ber ku Tirkiyeyê yekane alternatîf li herêmê afirandiye; û ew alternatîf wêrankirin e.

Gelên Sûriyê Çi Dixwazin? Sûcdar Zelal e – Divê Hesab Bê Pirsîn!

Ev pêvajoya dîplomatîk a veşartî, di rastiyê de, mîna îtîrafekê ye: Rêya derketina ji kaosê ku Tirkiyeyê afirandiye, danûstandina bi DYA re ye an na hêjayê nîqaşê ye. Lê wek e civak û pêkate û ol bawerî yên li Sûriyê, wekî mirovên xwedî wijdan, van tiştan dixwazin:

-Ne metna hevdîtinan – lê divê bidawîanîna tavilê ya hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê were eşkerekirin.

-Divê Efrîn, Tel Ebyad (Girê Spî) û Serêkaniyê yên dagirkirî tavilê werin valakirin.

-Divê hemî malbatên koçber vegerin – û divê milîsên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin werin darizandin.

-Divê talankirin û qaçaxçîtiya çavkaniyên petrol, genim û avê were rawestandin – divê ew di bin kontrola NY de werin danîn.

-Divê welatên ku çekan difiroşin Tirkiyeyê (Almanya, Spanya, Îtalya) werin ambargokirin.

-Divê gelê Sûriyeyê pêşeroja xwe ne di siya topxaneya Tirkiyeyê de – lê bi îradeya xwe ya azad diyar bike.

Peyva Dawî: Aştiya Rastîn Bi Enqerê Nayê

Dibe ku nivîsgehên-ofîsên Washingtonê sar bin – lê odeyên şer ên Enqerê germ in, bi xwînê şil bûne.

Dibe ku generalên Amerîkî li gor berjewendiyên xwe hesaban bikin – lê şêwirmendên Erdogan jiyana mirovan wekî “mesrefa îstîqrarê” dibînin.

Heke hûn aştiyê dixwazin, divê Tirkiye pêşî ji Sûriyeyê derkeve.

Heke hûn azadiyê dixwazin, divê pêşî dagirkerî bi dawî bibe.

Heke hûn demokrasiyê dixwazin, divê pêşî çeteyên di bin navê milîsan de bên hilweşandin-tasfiyekirin.

Maseya di navbera Colanî û Amerîkayê de ne maseyeke aştiyê ye – ew maseyeke ji bo bersivdayîna awarte ye li hember xirbeyên ku Tirkiyeyê afirandîye.

Û ji bîr mekin:

Gelê Sûriyeyê dê pêşeroja xwe bi xwe binivîse – ne bi destûra Washingtonê û ne jî bi zexta Enqerê.

Ji ber ku azadî ne li cihê ku tank lê derbas dibin çêdibe –

lê li kolanên ku jin lê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî“ rêxistin dibin,

li taxên ku zarok bi ewlehî diçin dibistanê,

li zeviyên ku karker ji axa xwe debara xwe dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.