Sînan Cûdî
Gelê Kurd û Şoreşa Rojava di serdemeke dîrokî re derbas dibin. Ger em vê serdemê rast şîrove nekin, dibe ku sibê bi encamên pir girantir re rû bi rû bimînin.
Vexwendina Ehmed El-Şara bo 80emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ne tenê jestek dîplomatîk e. Ev yek nîşan dide ku Sûriyê ya bi koka cîhadîst, navendî û dijî gelan di asta navneteweyî de hatiye naskirin. Xeta cîhadî ya ku berê mirov dişewitand û qetil dikir, îro di bin maskeya “serokê dewletê” de vediguhere aktorek rewa, ev jî kiryareke nû ya lîstikên bi xwîna gelê me ye.
Ev pêşketin ji me re wiha dibêje: Sûriyeya Nû ne ji bo îradeya azad a gel, lê ji bo desthilatdariyeke navendî ya olî-îdeolojîk tê radestkirin. Ev yek, di encamê de, ezmûna azadiya jinan, demokrasiyê û civakek ekolojîk a li Rojava hedef digire.
Divê ketina Erdogan bo Qesra Spî piştî şeş salan û hevdîtina wî bi Trump re jî li vê wêneyê were zêdekirin. Ev ne hevdîtineke dîplomatîk a asayî ye. Ev hevdîtin nîşana ji nû ve girêdana Tirkiyeyê bi eksena DYA-Îsraîlê re ye. Bi peymanên çekan, sozên aborî û danûstandinên herêmî, Tirkiye tê kişandin nav stratejiyeke zextê ya nû ku Sûriye û Kurdan hedef digire.
Em ji bîr nekin: Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve di 27ê Sibatê de hate ragihandin, rêya azadî û jiyana hevbeş ji bo Kurdan û hemû gelan destnîşan kir. Lê belê, dewletan vê pêvajoyê sabote dikin û hewl didin ku îradeya gel bitepisînin. Nêzîkbûna di navbera DYA û Tirkiyeyê de divê wekî hewldanek ji bo sekinandin, an jî têkbirina vê pêvajoya aştiyê jî were şîrove kirin.
Hem naskirina Ehmed El-Şara li NY û hem jî hevdîtina Erdogan-Trump nîşan didin ku stratejiyeke yekane heye:
- Daxwazên Kurdan ji bo xwerêveberiya demokratîk dê werin redkirin.
- Têgihîştina yekgirtî û navendî ya dewletê dê were xurtkirin.
- Hewldan dê werin dayîn ku destkeftiyên demokratîk ên gel werin tasfiyekirin.
Bi kurtasî, Kurd careke din di lîstikên berjewendiyan ên navbera dewletan de dibin hedef.
Em Kurd di seranserê dîrokê de bi bêhejmar xiyanet, komplo û komkujiyan re rû bi rû mane. Lê her carê, em bi çanda xwe ya berxwedanê dîsa rabûn ser piyan. Ji Mehabadê heta Helebçeyê, ji Zîlanê heta Kobanî, ezmûnên me rastiyek fêrî me kirine: Em ê tenê bi hêza xwe ya rêxistinkirî ve girêdayî bimînin.
Rewş îro jî ne cuda ye. Li ser maseya danûstandinê ya dewletan, zincîrên nû ji bo gelê me têne amadekirin. Tiştê ku dê van zincîran bişkîne hêza rêxistinkirî ya gel û îradeya berxwedanê ye.
Ji ber vê yekê, divê em çi bikin?
Divê hemû Kurdên li Rojava, Başûr, Rojhilat, Bakur û dîasporayê bi yek dengî biaxivin. Yekîtiya neteweyî êdî ne luks e; ew meseleya man û nemanê ye.
Divê em rêveberiyên xwe yên herêmî, saziyên jinan û rêxistinên ciwanan bêtir xurt bikin. Her ku beşdariya giştî zêde dibe, rewatiya me jî zêde dibe.
Di her fersendê de, divê em destkeftiyên şoreşê ku me li ser bingeha azadiya jinan, demokrasî û ekolojiyê bi dest xistine xuyanîtir bikin. Divê em dostên gel li kêleka xwe bicivînin û dijminên wan eşkere bikin.
Ya herî girîng, divê em ji bo her pêşketinek amade bin. Dema ku em dîplomasiyê dikin, divê em mekanîzmayên parastina civakî yên bihêz jî biparêzin. Ji ber ku dîrokê nîşanî me daye: Gelên neamade di lîstika dewletan de windakerên herî hêsan in.
Geşedanên îro careke din nîşan didin ku heke em çarenûsa xwe bi destên yên din bigerin, em ê winda bikin. Rêya me rêxistin û berxwedan e. Evîna gelê me ji bo azadiyê, pêşengiya jinan, wêrekiya ciwanan û fedakariya şehîdên me rêberiya me dikin.
Werin em yek bin, amade bin û bi çanda xwe ya berxwedanê pêşeroja xwe biparêzin!






