Hêvî Keleş/ Qamişlo
Cîhan Ebdulxefûr ji salên zarokatiya xwe yê dibistanê ve, ku bi gelek şêweyên hunerî re mijûl bûye, beşdarî pêşangeh û festîvalan bûye, bingehên hunerên kevneşopî fêrî zarok û ciwanan dike, bi baweriya ku huner amûrek e ji bo parastina bîra kolektîf.
Hunera bedew (şêwekarî) wekî navgînek ku dîrok û şaristaniya welatekî yan netewekê nîşan dide û jîngeha herêmî û taybetmendiya çandî û civakî radixe ber çavan. Hunermend bi hunerên şêwekariyê cihêbûna çanda netewî ji çandên din dide diyarkirin. Yek ji van Şêwekaran Cîhan Ebdulxefûr e ku ji 9 saliya xwe vê heta niha bi temenê 38”an dev ji vî karî bernedaye.

Evîna Cîhan ji hunerê di rojên dibistanê de dest pê kir, Ji neh saliya xwe ve, wê gavên xwe yên pêşîn ber bi cîhana hunerên destan ve avêt û hewesa xwe di hûrguliyên nazik û rengên zindî de dît. Karê wê yê yekem çêkirina gulek ji hevîrê seramîk bû û wê naskir ku huner ne tenê hobiyek demkî ye, lê di heman demê de pîşeyek e ku dê di tevahiya jiyana wê de bi wê re be, karê bi kevîrê seramîk ji bo wê ne tenê derseke birêkûpêk bû, lê belê destpêka rêwîtiyek bû. Ew li ser vê yekê dibêje: “Ez beşdarî pêşbirkên pêşengan dibûm û di rêza yekem de bi ser diketim, heta ku min di zarokatiya xwe de madalya wergirt û ji wê demê ve min qet dev ji karê xwe yê şêwekariyê bernedaye.”
Wê xwendina xwe di warê hunerê de domand, piştre dest bi karê mamostetiyê kir û li dibistanan bû mamosteya hunerê. Lê evîna wê ji bo hunerên destan pir mezin ma ku di dersxaneyê de bimîne û piştî ku dev ji perwerdehiya fermî berda, wê biryar da ku balê bikşîne ser fêrkirina hunerên destan ji zarokan re û tenê sê meh şûnda, wê pêşangehek mezin vekir.
“Zuleyxa” Tabloya yekem
Tabloya wê ya yekem bi navê “Zuleyxa” bû, ku wê dema ciwan bû bi destên xwe çêkir û li sûkê nîşan da. Gelek kes pesnê tabloyê dan, ew kêlî pir girîng bû, ji ber ku bawerî da wê ku huner dikare bibe rêya wê. Destpêkê bavê wê, ku di destpêkê de li ser hesabê xwendina wê, teşwîq nedikir ku ew bi hunerê re mijûl bibe. Piştî ku di civîna dê û bavan de mamosteyan pesnê wê dan li pêşiya wî, fikra xwe bi tevahî guherand. Cîhan li ser bavê xwe dibêje: “Ji wê demê ve, bavê min piştgiriya min a herî mezin bû û ew di beşdarbûn û pêşbirkên min de gav bi gav bi min re bû.”
Hin berhemên wê yên herî berbiçav ev hene: “Şah Maran,” “Tawûsê Melek,” “Medûsa,” û her wiha tabloya xwe ya yekem “Zuleyxa” li festîvalekê ji nû ve pêşkêş kir.
Hezkirin veguherî îlhamê
Ew dibêje, daxwaza ji bo karên wê yên destan pir zêde dibe, nemaze bi nêzîkbûna Newrozê. Çi bi rêya pêşangehan be, çi jî bi rêya daxwazên li ser telefon, Karê wê yê îro jî ji dirûtinê, nekiş, hirî, morîk û karên bi depan pêk tê.
Cîhan şîretê dide jinên ciwan ên ku dixwazin bikevin cîhana hunerên destan ku berdewam bikin û dev jê bernedin: “Her kar hewceyê hewes û ajotina hundirîn e. Têkçûna di destpêkê de normal e, lê serkeftin hêdî hêdî tê. Ya herî girîng ew e ku mirov bi şikestina yekem nesekine.”
Her çiqas wê ji zarokatiya xwe ve di warên cûrbecûr de wekî boyaxkirina krîstal û çêkirina xalîçe û kulîlkan ji seramîkê de dersan dida zarok û mamosteyan, lêbelê niha wextê wê têrê nake ku korsên fermî veke, lê ew kesên ku dixwazin di atolyeya wê de fêr bibin pêşwazî dike an jî materyal û ravekirina rêbaza kar ji wan re peyda dike da ku ew bikaribin li malê kar bikin.






