Dîlan Mulhim\Qamişlo
Berdevka Yekitiya Jinên Ermenî Anahîd Qesabiyan diyar kir ku lidarxistina konferansa jinan di vê rewşa hesas a ku herêmê tê re derbas dibe xwedî girîngiyeke mezin bû û wiha got, “Konferansa jinan bingeha avakirina pirojeyek demokratîk e.”
Di 20 Îlonê de konferansa jinan bi dûrişmeya “Hevgirtina Jinan Bingeha Avakirina Edalet û Demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve li bajarê Hesekê hate lidarxistin. Herwiha di Konferansa “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” de hate gotin ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îspat kir ku jin modeleke hevgirtî ya rêveberiyê ava dikin, mafên xwe û civaka xwe diparêzin û beşdarî nivîsandina destûra siberojê bibin. Di heman demê de, ev konferans ne tenê hevdîtinek bû ,bi qasî ku platformek stratejîk e ji bo yekkirina nêrîna jinan ji bo Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî ku mafên jinan û hemû pêkhateyên civakê biparêze û li ser îradeya azad a gelê xwe ava bibe, hate lidarxistin. Di vê çarçoveyê de berdevka Yekitiya Jinên Ermenî Anahîd Qesabiyan ji Rojnameya me re axivî.

‘Lidarxistina konferansa jinan xwedî girîngiyeke mezin’
Anahîd Qesabiyan da zanîn ku konferansa jinan a bi dirûşmeya “Hevgirtina jinan Bingeha Avakirina Edalet û Demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” ne tenê hevdîtinek bû, lê belê platformeke stratejîk bû û wiha got: “Di konferansa jinan a li bajarê Hesekê de gelek siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, endamên eşîrên Ereban ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, perav û Şamê, derdora 700 delege beşdarî konferansê bûn. Herwiha di konferans de hate eşkere kirin ku pêwîst e jin di pêşeroja Sûriyê de xwedî biryar bin. Ev konferans bingeha avakirina projeyek demokratîk e. Konferansa jin di rewşeke hesas a ku herêm te re derbas dibe, hate lidarxistin. Ji ber vê lidarxistina konferansa jinana xwedî girîngiyeke mezin e.”
‘Pêwîst e hikumeta veguhêz a Sûriyê mafê jinan di destûra Sûriyê de bipejrîn e’
Anahîd axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev demeke hem ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û hem jî ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyê ve gef li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên xwarin. Lê lidarxistina konferansa jinan li hemberî vê yekê peyamek bû. Di heman demê de, li Sûriyê jin rastî revandin, kuştin, işkence, tundî û hwd.. tên. Ji ber vê yekê pêwîst e jinên Sûriyê li hemberî vê siyaseta qirêj têkoşîna xwe xurt bike. Herwiha jinên ku tevlî konferansê bûn gotin ku pêwîst e Sûriyeke demokratîk, nenavendî û wekhev were avakirin. Lewma jinan diyarkirin ku pêwîst e hikumeta veguhêz a Sûriyê mafê jinan di destûra Sûriyê de bipejrîn e.”
‘Azadî, wekhevî û nenavedî tenê riya avakirina Sûriyeke nû ye’
Anahîd Qesabiyan anî ziman ku di konferansa jinan de li ser avakirine destûreke ku mafê hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne hate nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Helwestên jinan di konferansê de sozek hevbeş bûn û diyarkirin ku pêşeroja Sûriyeyê dê li ser dûrxistin an jî dûrxistina nîvê civakê neyê avakirin, lê belê dê li ser naskirina jinan wekî hêzek biryardanê were avakirin. Herwiha piştrast kir ku hemû hewldanên revandinê û binpêkirinên giran ên li dijî jinan bi tu awayî hêza wan naşkîne. Di heman demê de, jinan tekezkirin ku azadî, wekehevî û nenavedî tenê riya avakirina Sûriyeke nû ye.”
Berdevka Yekitiya Jinên Ermenî Anahîd Qesabiyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dikarin beşdarî avakirina siberojeke hevbeş a demokratîk û adilane bibin. Di heman demê de, ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî, nenavendî ku rûmeta jinan biparêze û mafên hemû gelan mîsoger bike, dê bi xwişkên xwe yên ji pêkhateyên din ên Sûriyeyê re bixebitin.”






