Ronahî Sadûn/Qamişlo
Ikram Balekanî bi gotinên Kurdî yên pêşîyan ku kevir li ciyê xwe giran e û dar li ser koka xwe şîn dibe tekez kir ku mirov jî li ser axa xwe û bi çanda xwe zindî ne û got, “Bi xêra Tevgera Azadiyê, Kurdên li derveyî welat xwe bi rêxistin kirine, sazî û dezgehên wan hene, eger Kurdek xwe dûrî van saziyan û vê civakê bigire, wê di nava çerxa serdest de bihele.”
Derbarê bandora çand, şerê taybet û derûnî li ser Kurdên ku penaberî Ewropa bûne, Nivîskar û Rojnamevan Ikram Balekanî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
– Kurdên ku penaberî Ewropa bûne di milê çand, ziman û kelepora Kurdî de çi bandor li ser wan bûye û pişaftin di çi astê de li ser wan tê meşandin?

Li Ewropa qirkirina spî heye. Gotineke kurdî heye dibêjin, “Kevir li ciyê xwe giran e” an jî “Dar li ser koka xwe şîn dibe.” Bi rastî jî wisa ye. Li darekê bifikirin, eger ji kokê rabû êdî ba dikare bide ber xwe û bibe. Mirov jî li ser axa xwe û bi çanda xwe zindî ne. Dema ji welatê xwe rabûn eynî wekî dara ji koka xwe qetiyayî dikevin ber bayê. Pir zehmet e ku mirov bikare li dûrî Kurdistanê çanda xwe biparêz e, eger dûrî civaka xwe be. Ji ber ku li Ewropayê jî êdî civakeke Kurdewarî çêbûye. Bi xêra Tevgera Azadiyê, Kurdên li derveyî welat jî xwe bi rêxistin kirine, sazî û dezgehên wan hene. Eger Kurdek xwe dûrî van saziyan û vê civakê bigire, bêguman wê di nava çerxa serdest de bihele û bêyî ku pê bihise wê zarok jî dest herin û çand nemîne.
– Li Ewropa li ser gelê Kurd di milê şerê teybet û derûnî de çi siyaset li ser wan tê meşandin û rêbazên ku têne meşandin çi ne?
Li Ewropayê ji bo Kurdan bi taybetî na, lê ji bo hemû gelên ku bûne penaber hema eynî siyaseta helandinê heye. Di bin navê entegrasyonê de wan dihelînin û asîmîle dikin. Eger bi rastî entegrasyon bûye baş bû, lê ya ew dikin bi demê re dibe asîmilasyon. Ez mînaka malbatekê bidim. Bifikirin ku malbateke ji Kurdistanê diçe Ewropayê, xwe dûrî civaka Kurdewarî digire, naçe saziyan û naçe komeleyên Kurdî. Ew malbat êdî li ber kêra mirinê ya çerxa serdest e. Pergal rasterast dayîk û bav nahelîne, ji ber ku ne mumkin e kesekî mezin wisa zû asîmîle bibe, lê ew li ser zarokan dixebitin. Dêna xwe bidinê zarok 2 û 3 salî diçe hînê, ziman, lîstik, mamoste û çand biyanî dibe. Mezin dibe diçe baxçê zarokan dîsa mamoste, ziman û çand biyanî ye. Dibe 7 salî diçe dibistanê, ziman û çand biyanî ye. Vedigere malê, westiyayî û gêj bûye, divê spartek û dersa ku mamoste daye wan jî çêkin. Li malê jî axaftin eger bi Kurdî hebe, were, here, bixwe, qurbana te bim û gotinên rojane. Lê zarok êdî westiyayî ne, naxwazin biaxivin jî. Gelek ji wan ji ziman dixeyîdin. Ji ber ku derfetên sîstemê zêde ne, TV û radio, pirtûk û lîstik bi zimanê wan pir in û zarok jî her roj bi wî zimanî û wê çandê mezin dibin. Êdî helandin dest pê dike.
Dema zarok dibin 10 û 12 salî, êdî ji dayîk û bavê xwe zêdetir mamosteyan dibînin. Ji seat 7’ê sibê diçin dibistanê heta 4’ê piştî nîvro. Paşê tên kursên taybet dest pê dikin. Yan avjenî, yan sporek din, yan kursek hunerî ku ew jî piranî hunera biyanî ye, êdî zorak westiyayî bi şev tên malê. Heta nan jî li dibistanê dixwin. Êdî dema têne malê çend gotinan bi malbatê re biaxivin yan neaxivin, diçin nav ciyan û radizên. Sibê eynî tişt. Heta malbat pê dihese zarok bûne biyanî û çûne. Bi vî rengî nifşek dihele û nifşa din êdî nizane ku ji Kurdistanê jî hatiye. Bi kurtî bi pembû serê mirov jêdikin. Eger em mînaka civaka Êzidî jî bidin wê çêtir were famkirin. Êzidî bi du awayan dihelin. Hem di hêla çand û ziman de û hem di hêla olî de. Li Ewropayê di destpêkê de texmîn dikin ku civakek vekirî û rihet heye û serbest in, hêdî hêdî ji civakê dûr dikevin, naçin malên êzidiyan û xwe ji civakê dûr dikin. Hestên parastinê kêm û lewaz dibin. Bifikirin eger li Şengalê êrişeke fîzîkî hebe, li wir refleks û helwesta parastinê jî xurt dibe. Tê kuştin, şehîd dibe lê teslîm nabe, nahele. Mixabin li Ewropayê ev refleks dimirine. Qirkirina spî heye.
– Li hemberî pişaftin û asîmilasyona ku li ser gelê Kurd tê meşandin, rêbazên têkoşînê çi ne û heyanî çi astê gelê Kurd di warê rêxistinî de sîstema parastin û rêxistinkirina xwe ava kiriye?
Ji bo ku li derveyî Kurdistanê tu nehelî, divê tu ji civaka xwe dûr nekevî. Eger em behsa Ewropayê bikin, bêguman em mafê Ewropayê nexwin. Eger tu bi rêxistin bî, tu mafê xwe biparêzî ew li pêşiya te nabin asteng û heta tu dikarî ji derfet û imkanên wan jî sûdê werbigirî. Bo nimûne li Siwêdê bifikirin, bi hemû zaravayên Kurdî dersên zimanê Kurdî didin. Dewlet fînanse dike û derfetê dide zarokên Kurd zimanê xwe jî hîn bibin. Lêkolînan nîşan daye ku zarokên li Siwêdê yên bi Kurdî hîn dibin, di dersên Siwêdî de jî jîrtir in, ev jî girîngiya zimanê dayîkê nîşan dide.
Me mînaka malbatên helandî dabû. Eger eynî malbat, hefteyê rojekê yan du rojan zarokên xwe bibe çalakiyên Kurdan, malên kurdan, komeleyên kurdî, danê ber dersên zimanê Kurdî, kursa muzîka Kurdî, govenda Kurdî, li malê Zarok TV û televîzyonên Kurdî temaşe bikin û li malê zimanê biyanî li wan heram bike, êdî ne mumkin e ku sîstem bikare wan zarokan bihelîne.
Li Ewropayê bi dehan televîzyon, Federasyon, bi sedan komele û saziyên Kurdistanî hene. Her salê li sedan navendan festîvalên govend, çand, huner, konser, şano, fîlim û çalakiyên çandî pêk tên. Eger ji wan dûr nekevin, beşdar bibin wê xwe ji bîr nekin û bizanin ji ku hatine. Yanî parastin bi xwenasînê dest pê dike. Lê çi dibe bila bibe, divê sazî û dezgehên Kurdistanî jî xwe nû bikin, ji bo zarok û ciwanan tiştên balkêş pêşkêş bikin ku bala wan bikişîne û beşdar bibin. Divê Akademiya Kurdî were aktîfkirin, dersên sînema, senaryo, muzîk, govend, şano û kamerayan bê dayîn. Ew dibe derfetek ku zarok werin teşwîqkirin û beşdar bibin.
Lê çi dibe bila bibe, welatê xelkê nabe welatê mirov. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan banga vegerê li Kurdan kiribû, bêguman pir bangek bi wate û li cî ye. Dibêje kesên ku derfetên wan hebin divê vegerin û ji bo welatê xwe bixebitin. Ev bang ne tenê ji bo Bakur e. Bêguman ji bo Şengal, Rojava û ji bo Başûr e jî. Divê yên ku dikarin xizmeta welat bikin û bi vegera xwe wê welatê xwe ava bikin, sedî sed divê vegerin. Pêwîst e sazî û rêxistinên Kurdan jî ji bo vegerê derfetan ava bikin û rêya wan xweş bikin.
Ikram Balekanî kî ye?
Ikram Balekanî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Urmiyê ye. Beşa Fîzîk û Matematîkê xwendiye. Endazyariya Kamputerê ya Zanîngeha Zahidanê bi dest xistiye, lê piştî ku hate dûrxistin, derkete derveyî welat û dest bi karê rojnamegeriyê kir. Bi salan e li kêleka rojnamevaniyê karê wergerê jî dike. Li gelek radyo û televîzyonên Kurdî de ked da û xebitî. Li hemû televîzyonên li ser şopa MED TV de xebitî ye. Bi salan edîtorî û nivîskariya rojnameya Azadiya Welat kir. Di serdema duyem a Kovara Mizahî ya Pîne’yê de edîtoriya giştî ya kovarê kir. Ew sernivîskarê kovara Pîne bû. Li “Ajnasa Nûçe ya Dicle”yê jî edîtorî kir. Li Enstîtyoya Kurdî ya Stenbolê wek senator hat hilbijartin. Ji bo amadekirina pirtûka mamê Feqî (Feqî Huseyin Sagniç) a bi navê “Dîroka Wêjaya Kurdî” gelek ked da û alîkarî kir. Serdemekê jî di Kovara mizahî ya “Zring”ê de nivîsî. Çarînên Emer Xelam (Omer Xeyam) wergerandin ser zimanê kurdî û zaravayê kurdmancî. Ew pirtûk sala 2014’an li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Evrenselê ve bi navê “Çarînên Omer Xeyam” hate çapkirin. Çapa duyem jî sala 2024’ê bi navê Çarînên Xeyam hate weşandin.
Ikram Balekanî ji bîlî karê rojnamegeriyê, filmname, senraryo, gotinên stranan û nivîsên mizahî jî dinivîse. Awaz û ahenga stranan çêdike, stranan dibêje û helbestan jî dixwîne. Yekemîn Romana wî bi navê “13” sireke hezar salî sala 2024’ê bi hemû zaravayên Kurdî hem wext hate weşandin. Ev gaveke yemek bû li Kurdistanê ku pirtûkek bi hemû zaravayan û her zaravayek wekî pirtûkek cuda û serbixwe were çapkirin.





