Birûc Resûl/Hesekê
Berdevka Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin Dîler Temo diyar kir ku di vê qonaxa niha Sûriye tê re derbas dibe, divê hemû jin Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin xurt bikin û got: “ pêwîst e jin bi hêza xwe ya cewherî bawer be.”
Di 5`ê Îlonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya 4’emîn bi dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin” li Hola Serdem a bajarê Hesekê li dar xist. Bi armanca bihêzkirina xeta parastina jin, Di konferansê de jinan bal kişandin ser xurtkirina xeta xwe ya xweparastinê. Di vê çarçoveyê de Berdevka Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin Dîler Temo ji Rojnameya me re axivî.

konferans li ser asta 3 salan hat lidarxistin
Dîler Temo di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirên a Jin, her 2 salan tê li dar xistin, lê belê ji bo rewşa ewarte û êrişên ku li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihat kirin, lidarxistina konferansa 4`emîn hat îptalkirin, ji ber ku hêzên me li hemberî van êrişan parastina civak û destkeftiyên şoreşê dikirin, her di nava liv û tevgerê de bûn. li ser vê bingihê 3 sal li ser konferansê derbas bû ku niha konferansa li ser asta 3 salan tê li dar xistin. bêguman konferans jî di bin dirûşmeya ‘Bi felsefeya jin jiyan azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin’. di heman demê de gelek mêvan bêşdar bûn ku ji 600 delgeyan pêk hat. Her wiha konferans li ser kar û xebatên 3 salan hat nîqaş kirin û nirxandin, di nav 3 salan de Hêzên Ewlîkariya Hundirîn a jin karîbû bi awayekî aktîv xwedî li parastina civaka xwe derkeve ku gelek kesên madeyên hişbir bi kar tanîn û didan firotin, kesên ku sûc û kiriyarên li hemberî jinê dide raber kirin hatin girtin, di heman demê de oparasyonên li ser kesên mîna şaneyên DAIŞ`ê jî hatin girtin.”
‘Pêwîst e jin parastina rewa ji xwe re bingeh bibîne’
Dîler di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo aktîv bûne Hêzên me xwe rêxistin kirin û perwerde kirin pêwîste û wiha domand: “Bêguman Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin heya astekê baş karî bû bibe bersiv ji hemû êrişên dagirkeriyê û parastina civakê re, lê belê ev yek têrker nayê dîtin, pêwîst e perwerdê ji xwe re esas bibîne, da ku asta wê ya hêz, îrade û rêxistinkirin hîn bilindtir bibe û bibe bersiv ji her cure êrişan. Bi hezaran salan e ku jin rastî tundiyê tên, îşkence, tecawiz, tundiya derûnî û cureyên din ên tundiyê li dijî jinan pêk tên. Bi hincetên cuda, bi navê namûsê jin tên qetilkirin. Ji bo têkbirina cureyên tundiyê hewldanên me hene û parastina jinan erka me ye. Bi gelek şêwazan em dixwazin rê li ber tundiya li ser jinan bigrin. Di aliyekî din de jî, em bi rêya semîner û belavkirina broşûran dixwazin hişmendiya xweparastinê ya jinan di nava civakê de belav bikin. Û pêwîste jin parastina rewa ji xwe re bingeh bibîne.”
‘ Jin bi hêza xwe ya cewherî bawer bin‘
Berdevka Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin Dîler Temo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di rastiyê de em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin, ne tenê ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hazir bin, ango berpisiyariya me ne tenê parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê em ê ji bo parastina tevahî jinên li sûriyê hazir bin. Pêwîste hêza me bibe hêzekî Sûrî. Ji ber ku li ser civaka me gelek planên xerakirin û perçekirinê hene. Li beramberî wê îro em li vê derê kom bûne ji bo ku em nîqaş li ser bikin û weke hêza jinan çawa rê li ber bigrin bi hev re çareseriya vê yekê jî dikin pratîkê de. Xalên sereke yên ku hatin nîqaşkirin, xurtkirina îradeya jinan û xurtkirina ofîsa jinan ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir û bihêzkirina ofîsên rêxistinkirî ye. bêguman jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne nimune ji tevahî jinan re ku niha her jinek di cîhanê de mînaka xwe ji jinên me yên di qada leşkerî, siyasî, çandî, aborî û hwd.. digre. Di vê qonaxa ku niha Sûriye tê re derbas dibe, divê hemû jin Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin xurt bikin. di heman demê de bi hêza xwe ya cewherî bawer bin.”






