Navenda Nûçeyan
Binpêkirin û kiryarên ku li ser jin tê meşandin jin rûpela herî bêparastin dimînin. Ji perava êşdar ku dayîk di gorên bênav de xatir ji zarokên xwe dixwazin, heta Siwêdayê, ku laşên paqij bûne şanoya binpêkirinan. Li kuderê kuştin, tundijî û revandin dubare dibe, êşên şer li ser enî û dilê jinan tê nivîsandin.
Bi hatina desthilatdariya hikûmeta demkî ya Şamê, Sûriye ber bi bûyer û kirîzan ve diçe ku roj bi roj bi lez û bez zêde dibe. Ev yek ji mirovan re dide nîşandan ku desthildariya demkî û rejîma berê ya Baasê, mîna du aliyên heman hişmendiyê ne.
Di destpêkirina desthilatdariyê ya ji aliyê hikûmeta nû ve, gel li ser guhertina radîkal û erênî ya ku dê pêk were, bi hêvî bûn. Lê ev tenê xeyal û hêviyên nehatine bicîhanîn, lewra roj bi roj xirab dibe.
Her tim jin dibe armanc
Bi hatina hikûmeta demkî li ser desthilatdariyê re, gelek heremên Sûriyeyê rastê binpêkirin û bûyeran tê, gelek herêmên Sûriyeyê rastî gelek binpêkirin û bûyeran tê. Lê ne mîna bûyer û qirkirinên ku li ser pêkhateyên perava Sûriyeyê û Siwêdayê, rastî wê hatin.
Li peravên Sûriyeyê, di 6`ê Adara 2025`an ku di nav de Laziqiye, Hims, Baniys û Tertûsê, rastî gelek binpêkirinan hatin ku di encamê de bi sedan mirov jiyana xwe ji dest dan. Herwiha rewşek bipêkirinê berfireh çêbû, mîna revandin, kuştina bê serûber û şewitandina milkên xelkê. Girêdayî wê ji aliyê Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Sûriyeyê ve hatiye weşandin diyar kir ku di encama şerê li ser peravê nêzîkî 1400 kesî, ku piraniya wan sivîl bûn, hatine kuştin û ev binpêkirin wekî sûcên şer têne hesibandin.
Herî dawî Tora Mafên Mirovan ya Sûriyeyê nîşan da ku 1334 kes hatine kuştin, di nav wan de 60 zarok û 84 jin jî hene.
Jinên li peravên Sûriyeyê, ligel zarokan, herî zêde bûne armanc. Jinên Elewî rastî gelek binpêkirinan di nav de kuştin û revandinê hatin û heta niha jî rastî tundiyê tên.
Di Sibata 2025`an, Rêxistina El-Efû ya Navneteweyî li ser revandina jinan raporek ku herî kêm 36 jin û keçên Elewî ji Lazqiyê, Tartûs, Hims û Hemayê ku ji aliyê êrîşkarên nenas ve, belavkir. Herwiha rêxistinê li ser revandina pênc jinên Elewî û sê keçên di bin temenê 18`e salî de ku di ronahiya rojê de hatin revandin, belge kiriye. Li aliyekî din di 22ê Tîrmehê de, komîteya lêkolîna rastiyan ya ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve ji bo lêkolîna kuştinên li peravên Sûriyeyê hat avakirin, ragihand ku wan tu raporên revandina jinan negirtiye dest.
Herwiha li gorî Rêxistina El-Efû Navneteweyî, ku bi malbatên ku zarokên wan hatine revandin re civiya, malbata got ku wan ji bo revandina zarokên xwe, serdana Ewlekariya Giştî û dezgehên din ên ewlehiyê kir, lê ewlekariyê li ser pêşveçûna lêpirsînan tu agahî nedane.
Statîstîkên (Îhsaî) Navneteweyî û înkara Hikûmetê
Li gorî malpera France 24 ku ragihand tenê li Tartûsê û derdora wê pêncî jinên ciwan ên Elewî hatine revandin, lê hejmara giştî ya jinên hatine revandin nayê zanîn.
Ji ber tirsa tolhildanê ji aliyê dezgehên Ewlekariya Giştî ve, revandina gelek jinan nayên ragihandin. Lewra ne tenê bi revandinê ve sînordar e, herwiha malbatên qurbaniyan jî rastî gefan tên. Her çend revandina jinan li peravên Sûriyeyê heta roja îro li ser zihniyeta mezhebî berdewam dike.
Ji ber belavbûna gotinên nefretê (Taifî), rewşa li Siwêdayê bûye mîna ya li peravên Sûriyeyê. Piştî êrîşa çeteyên Ewlekariya Giştî ya li ser Siwêdayê di 13`ê Tîrmehê de, ku îdia dikirin ji bo çareserkirina nakokiya di navbera eşîrên bedewî û niştecihên Siwêdayê de mudaxele kirine, lê rewş zû veguherî mezhebî, ku di encamê de li gorî Çavdêriya Sûriyeyê 2,000 kes mirin.
Li gorî raporek Neteweyên Yekbûyî, di encama şerê ku li Siweydayê derket herî kêm 105 jinên Durzî ji aliyê komên çekdar û aliyên nenas ve hatine revandin. Herwiha zêdetirî 80 jinan hîn jî çarenûsa wan ne diyar e. Heman rapor destnîşan kir ku hin ji wan jinan berî ku werin îdamkirin, rastî îşkenceya laşî û êrîşa cinsî hatine.
Çavdêrgeha Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand ku tawanên şer ên li dijî sivîlan ji 13`ê Tîrmehê ve gihîştine nêzîkî 2,000`î. Çavdêrgehê zêde kir ku hejmara miriyan di nav niştecihên Siwêdayê de gihîştiye 1490`î, piştî kuştina 95 qurbaniyên nû yên Durzî ku ji hêla endamên Wezaretên Parastin û Karên Hundir ve li deverên cûda yên Swêdayê hatin îdamkirin, di nav de 12 jin tenê di meha Tîrmehê de.
Herwiha Çavdêriyê destnîşan kir ku 765 Durzîyên Sûrî di nav wan de 69 jin, 15 zarok û kesekî pîr, digel 20 karmendên bijîşkî, bi îdamkirina qadê, jiyana xwe ji dest dan.
YPJ ji xwe re kirin mînak
Lêbelê, rewşa li Siwêdayê ji ya li perava Sûriyeyê cuda bû, ji ber ku jinan xwe birêxistin kirin û dest bi perwerdehiya çekan kir da ku li kêleka civaka Durzî şer bikin, mîna Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine nîşandan. Tevî rewşa zehmet ya ku nijtecihê Siweydayê tê de derbas dibin, jinan biryara parastina nasnameya xwe da. Ji bo têkoşîna li dijî neheqiya ku tê kirin û mafxwarinê, dest bi rêxistina xwe ya çekdarî kirin û li kêleka mêran heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe didin.
Bi şahîdbûna çavkaniyeke taybet ji Rojnameya me re rojnemevaneke jin ku li Siweydayê dimîne got ku li pêşiya çavê wê ev bûyer qewimî ku jinek ji bo nekeve destê komên çekdar wê bi çeka xwe 6` çekdar kuşt û li ber xwe da heta ku wê jî jiyana xwe ji dest da.
Medyaya hikûmeta demkî ya Şamê piştî revandina jinan keçekê derket holê, îdiayan înkar, redkirin û guman li ser wan dikirin. Lêbelê, li gorî şahidiyên malbatên qurbaniyan, revandina jinan û hemû bûyerên dijî mirovahiyê lipêşiya çavên wan qewimî.






