Remezan Olçen
Heftiya bihurî min di nava şoreşê de li ser berpirsyariya wêjeyê û nivîskaran nivîsandibû. Ez dixwazim vê heftiyê jî li ser heman mijarê dewam bikim. Ji ber ku poetîka ango wêje-edebiyat hostatiya gotinê ye. Ji ber ku em bi vê hostatiyê dikarin êş û azarên xwe û şad û bextewariyên xwe bînin ziman. Erê gotin mecaz e, halê hemû nikare bibêje lê heke bi hostatî ev bê kirin wê hal û ehwalê me jî bikaribe ji nifşên nû re veguhêze. Ma ne pirtûkên dînê semawî bi sed, bi hezarê salan ne li ser zar û zimanan e. Ma heke bi hostatiyeke zimanî nehatine nivîsandin û vegotin wê bandora xwe ev çend mezin bûya?
Madem gotin û hostatiya gotinê giringe pêwîste em jî qedr bidinê û gotina xwe temam bikin û bi hostayî bibêjin. Bi rêya çîrok, helbest û romanan. Ev gotin divê gotina me be û em hevokên xwe saz bikin. Estrumana destpêkê ya ramana azad xwendin e. Heke wisa ye divê em gotinê bi baldarî û hostatî daynin holê daynin meydanê. Ango gilî û gazinca Ehemdê Xanî ya berî 380 kisûr sal berê kirî; meydana kemalê bila ji kemalê nebe xalî.
Di wêjeya kurdî de weke ku Ehmedê Xaniyê nemir ji bo vegotina heqîqet û miletê xwe çawa ku evîna Mem û Zînê ji xwe re kiriye bihane, îro roj jî pêdivî û hewcehî bi vê evînê heye. Lê bi awayekî dîtir. Çawa? Di evîna Mem û Zînê de mixabiniya mezin ew e ku Mem û Zîn nagihîjin hev û bi evîna xwe şad nabin. Ango azad nabin, ango welatê wan ne azad e, ango Bekoyê Ewan heye, Xayîn û fesad hene. Erê dostên weke Tacedîn û Stî jî hene lê têr nake. Vê dewrê divê em Mem û Zînên ku li hemberî hemû xiyanet, fesadî û dijminatiyê jî karîbûne bigihîjin hev ava bikin. Ew evîn divê azad bi kesayetên azad bijî û vejî.
Ji bo wê jî divê gotina me hotsa be. Ma ne kalê Zerdeşt gotiye; Baş bifikire, baş bibêje û xweş bike. Îcar tedî Gandî jî dibêje; baş bifikirin ji ber ku tişta hûn difikirin hûn dibêjin, baş bibêjin ji ber ku tişta hûn dibêjin dibe kar û xebata we. Bila karê we baş be ji ber ku karê we dibe karaktera we û bila karaktera we baş be ji ber ku ew dibe qedera we. Li gorî vê divê destpêkê ramana me û gotina me baş e. Ev kar jî karê wêjevan û edîban e. Xwedan gotina baş divê ew bin. Şoreşa me xwedan bi deh hezaran çîrok, helbest û romanan e. Ev qehremanî, ev lehengî li benda wêjevanên xwe ye ku bi hostatiya gotinê vê ji nifşan re vedughêze.






