Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin ’

25/09/2025
in JIN
A A
‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin ’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Hesekê

4’emîn konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dirûşmeya ‘Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’ bi erêkirina rêzikinameyê û girtina gelek biryaran li bajarê Hesekê hat bidawîkirin.

Îro li hola Serdem a bajarê Hesekê 4’emîn konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhikatê Sûriyê di bin dirûşmeya “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” hat lidarxistin. Konfrans bi beşdarbûna 600 delege, endam, rêxistin û tevgerên jinan wekî Kongra Star, Kombûna Jinan A Zenûbiya, nûnerên Hêzên Parastina Jin YPJ’ê, Rêveberiya Xweser û Meclisa Malbatên Şehîdan pêk hat.

Konferans bi rawestandina deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate destpêkirin. Piştre ji aliyê mêvanan axaftin hatin kirin.

Di destpêkê de Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokirat (PYD) Foza Yûsif axivî û wiha got:“ Em konferansa 4’emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li tevahî jinan û gelê xwe pîroz dikin. Wek tê zanîn êrişên herî giran bi awayekî domdar li ser jinan tê kirin, lê belê li hemberî êriş, zehniyet û sîstema dewletê ya paşverû, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin rolekî pir girîng leyistin. Karîbûn xwe û tevahî jinan biparêzin ku pir ji wan cane xwe feda kirin, da ku serî ji zihniyeta mêr re netewîne û karîbe jiyanekê azad ji tevahî jinan bide peydakirin. Em jî soza xwedîderketina li destkeftiyên jinan û şehîdan didin.”

‘Tu kes nikare hêz û îradeya jinan têk bibe’

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo diyar kir ku bi keda şehîdên jinên azad ew niha dikarin dengê xwe li tevahî cîhanê belav bikin û wiha anî ziman: “Pêwîst e jin helwesta xwe diyar bike. Şoreşekî ku jin pêşengtiya wê kiriye helbet wê serkeftin û destkeftiyên mezin bi dest bixin. Kesek nikare îrade, hêz û îdelojiya me têk bibe. Bi parastina rewa û fesefeya Jin, Jiyan, Azadî wê tekez serkeftin ya tevahî jinên azad be.”

‘Jin karîbû civakeke bi polîtîk û exlaq ava bike’

Hevseroka Rêverberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd da zanîn ku parastina civakî berpirsyariya giştî jinan e û wiha bilêv kir: “Bêguman jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî karîbûn vê berpisiyariyê deyînin ser milê xwe û bibin cihê ewle yê civakê. Di heman demê de ji bilî parastina ewlekariyê, jin di nava civakê de karîbû civakeke bi polîtîk û exalq bide avakirin.”

‘Dagirkerî wê bi hêza jin tune bibe’

Li ser navê Hêzên Parastina Jin YPJ’ê Kurdistan Koçer diyar kir ku wê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin pêşengên tevahî jinan û wiha domand: “Di şoreşa jin de, jin dîrok û destenekî pir mezin da nivîsandin. Di roja me ya îro de êriş li ser gel û jinan tê meşandin, ji ber ku jin bûya hêz, îrade û pêşeng, lewma dewletên desthiledar dixwazin hêza jin tê bibin. Dema ku jin hêza xwe dide pêş helbet wê destheletdarî û dagirkerî bitirsê, ji ber ku dizanin têkbirina wan wê bi hêza jinan be. Ji ber vê yekê pêwîst e em gavên mezintir bavêjin pêş û serkeftinên bilin bi dest bixin. Di dawiyê de em dibêjin konferasa 4’emîn a Hêzên Ewlîkariya Hundirîn li tevahî jinan û Rêber Apo pîroz dikin.”

Piştî axaftinan, nameyên pêrozbahiyê yên ku ji Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jinan re hatibûn, hatin xwedin. Di heman demê de perspektîfên Rêbar Apo bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin. Piştre dîwana konferansê hat hilbijartin, rapor û bîlancoya 3’ê salan hat xwendin. Nîqaşên li ser rewşa giştî ya Sûriyê û bi taybetî rewşa jin hatnîqaşkirin û nirxandin. Di heman demê de hemû jinên ku ji bo şoreşa Rojava û jiyanekî azad hatin bibîrxistin ku bi saya keda wan îro konferansa Ewlekariya Hundirîn A Jin tê lidarxistin.

Di dawiyê de rêzkiname hat xwendin û li ser rêziknameyê nîqaş û pişniyar hatin kirin.

konferans bi dirûşmeya Jin, Jiyan Azadî, Bijî Rêber Apo, Şehîd Namirin hat bidawîkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.