Lîloz Hisên/Qamişlo
Dîsa xeteriya vegera DAIŞ’ ê derikeve holê, DAIŞ’ê ji derfetên valahiya ewlehî sûd digre û dibe ku bi hêzeke mezin xwe biavêje nava qadê eger çareseriyên dayîm neyên dîtin.
Di sala 2013’an bi awayekî fermî DAIŞ’ê derket holê piştî tevlîbûna çekdarên El-Qaîde li Îraqê bi komên tundraw re ên li Sûriyê. Di sala 2014’an de serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî ji Mûsilê “Xîlafeta Îslamî” raghand û Reqayê wekî paytexta wê li Sûriyê destnîşan kir. DAIŞ’ê bi awayekî bi lez berfireh bû ku ji aloziyên siyasî û ewlehî li herêmê sûd girt herwiha rûberek mezin ji xaka Sûriyê û Îraqê xistibû bin serweriya xwe.
DAIŞ kî ye?
DAIŞ’ê ji çeteyên cîhadîst ên tundraw ku ji El-Qaîdê derketiye, ji aloziyên ku li Sûriyê û Îraqê çêbû sûd girt da ku xwe berfireh bike. Îdyolojiya wê li ser tundûtûjî û fikra tundraw e, ew ji bo bidestxistina armancên xwe yên siyasî û olî xwe dispêre terorîzmê.
Têkçûna DAIŞ’ê piştî Baxozê
Di 23’ê Adara 2019’an de Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştgiriya hewayî ya Koalîsyona Navdewletî têkçûna leşkerî ya DAIŞ’ê li Sûriyê li bajarokê Baxozê raghandin di encama têkçûyîna DAIŞ’ê de bi hezaran çete hatin girtin.
Tevî ku DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî hate têkbirin, lê bi awayekî veşartî mîna şaneyên veşartî êrişên xwe pêk tînin, nexasim li deverê weke Dêrazorê, Hesekê û Reqayê.
Ji nû ve çalakiya DAIŞ’ê piştî hiliwşîna rêjîma Baas
Piştî hilwişîna rêjîma Baas di dawiya sala 2024’an de, liv û tevgera DAIŞ’ê zêde bû ji ber valahiya ku hate çêkirin di hin herêman de, bi taybet di nava tûndûtijiya mezhebî ya zêde û êrişên Îsraîlê ku hatin kirin. Sûriyê bi giştî li hember pirsgirêkên ewlehî, siyasî, û aborî derbas dibe.
Piştî tundûtûjiya mezhebî li Beravê gumanek mezin ku DAIŞ’ê kirayên hovane li dijî sivîlan pêk anî di bin sîwana desthilatdariya nû ya Şamê bi serkêşiya HTŞ’ê ev yek domand. DAIŞ’ê derfeteke ji xwe re dît da ku ji rewşa tevlihev a Sûriyê sûd bigre û ji nû ve xwe bi rêxistin bike, li dijî pêkhateyên olî di nav de bi hevkariya hikumeta Sûriyê ya veguhêz dêreke li Şamê teqînek pêk anî, di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û gelek kirayên din pêk anî. DAIŞ’ê bi domdarî rêzeêrişan li dijî QSD’ê pêk tîne, lewma jî QSD’ê bi pêngavên ewlehiyê li gelek herêman bi aramnca girtina şaneyên DAIŞ’ê û rêgirtina ber vegera wê, dide meşandin.
Jinûve çalakbûna DAIŞ’ê li Kampa Holê
Kampa Holê wekî kampa herî xeternak a cîhanê û navendek ji bo pêşxistina îdeolojiya tundraw a DAIŞ’ê tê hesibandin, li gorî raporên fermî yên herî dawî, nêzîkî 13 hezar Iraqî û 15 hezar Sûrî herwiha 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî lê dijîn. Ev belavbûna nifûsê di warê ewlehî û civakî de dibe sedema pirsgirêkek girîng, nemaze ji ber hebûna radîkaliyetê di nav hin niştecihên wê de.
Ji bilî kampa Holê zindanên taybet ên çeteyên DAIŞ’ê tê de girtî ne hene, şaneyên veşartî dem bi dem êrişî van zindanan dikin, bi armanca revandina çeteyan di zindanan de kaosê diafirînin.
Di çarçoveya van pirsgirêk û aloziyan de rola Rêveberiya Xweser di parastina herêm û cîhanê ji vê xeteriyê tê nîşandan. Lê hewlidanên Civaka Navdewletî ji bo birina çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatê wan kêm in. Tevî bangewaziya Rêveberiya Xweser bi pêwistiya vegera wan ji bo welatên wan û darizandina wan li ser xaka ku lê hatin têkçûn, piştgirî û bersivek ji bo vê daxwazê hîn nehatiye bicîhanîn, tenê piştgiriya leşkerî ji hevpeymaniya navneteweyî heye.
Dosyaya DAIŞ’ê di forumên navdewletî de
Di 26’ê Îlonê de wê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bi sernavê “Sûdgirtina ji pirrengiyê di vegerandin, dadgehkirin, rehabîlîtasyon, jinûve entegrasyona kesan di civakên wan de” kongreke navnetewî li ser Kampa Holê were lidarxistin.
Agahiyên derbarê kongireyê de ji daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê hatin girtin. Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji Wezareta Karên Derve ya Lubnanê re ji bo tevlêbûna li kongreyê vexwendname şand. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê de hat diyarkirin ku “Wê li ser civînên NYˊyê ev kongir were lidarxistin. Dê di kongireyê de mekanîzmeyên danûstandina bi dosyaya malbatên DAIŞˊê re weke vegerandin, dadgehkirin, rehabîlîtasyon û jinûve entegrasyona wan di nava civakê de, werin nîqaşkirin. Lê di vir de tişta ku bê xwestin nayê kirin ku gerke berpirsên niha Kampa Holê bi rê ve dibin û hêzên ku parastina kampê dikin û nahêlin dîsa xeteriya DAIŞ‘ê vegere holê vexwedinî vê kongirê nebûye, diviybû ku Rêverberiya Xweser beşdar bibe û bi zelealî rewşa ku tê jiyankirin bê vegotin.
Derbarê mijara Kongreya ku wê li bajarê New Yorkê bê lidarxistin ya li ser kampa Holê Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Umer ji rojnameya me re raghand ku tenê di ser malperên medyaya civakî ev agahî dîtine û wiha got: “Ji bo Rêveberiya Xweser tu vexwendin heya niha nehatiye kirin. Gerek di serî de Rêveberiya Xweser tevlî vê kongreyê bibe ji ber ku ew ya herî xwedî tecrube û ezmûn e di şerê li dijî DAIŞ’ê de. Rêveberiya Xweser dikare bibe alîkar bi civaka navnetewî re ji bo çaresekirina giştî ya pirsgirêka terorê.”






