Ayşa Silêman/ Dêrik
Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê û Hîlala Zêrîn li tevahî bajarê Dêrikê û komîn û meclisên gundewarên girêdayî wê, Nameya Rêber Apo ya 8‘ê Adarê kirin birûşûr belav kirin.
Navenda Çand û Hunera Dicle ya bajarê Dêrikê û Hîlal Zêrîn li tevahî bajarê Dêrikê û komîn û meclisên gundewarên girêdayî wê nameya ku Rêber Apo di 8’ê Adarê de ji bo jinê şandî kirin birûşûr û belav kirin.
Di derbarê belavkirina birûşûran li bajarê Dêrikê Berdevka Hîlal Zêrîn li bajarê Dêrikê Fatima Yûnis ji rojnameya me re axivî.
Belavkirina birûşûran li bajêr
Berdevka Hîlala Zêrîn li bajarê Dêrikê Fatima Yûnis da zanîn ku peyama Rêber Apo di 8’ê Adarê de ji bo jinê şandinî bi coş pêşwazî kirin û niha jî kirine birûşûr û li bajar belav dikin û wiha got: “Em wek jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi were ser milê me em hazirin ji ber ku bi saya fikir û ramanên Rêber Apo heya roja îro li ser piyane. Pêwîste rojana jin çalakiyan ji bo Rêber Apo li dar bixe, da ku em bikaribin ji her kesê ku hîn xwe nas nekirîn re bidin xuyanî kirin ku hebûna Rêber Apo fîzîkî di nav me de gelekî girînge. Em ê li herderî vê nameyê belav bikin û ji her derî re bidin xuyanî kirin azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye û azadiya civakê bi ya jinê ve girêdayî ye ji ber ku Rêber Apo hertim dibêje jin pêşenga civakê ye. Em ê vê peyamê li mêran jî belav bikin da ku ew jî girîngiya hebûna jinê di civakê de nas bikin. Hêviya me ew e ku sala bê di 8’ê Adarê de Rêber Apo di nav me de hazir be û em bi hev re wê rojê pîroz bikin. Banga me ji bo tevahî jinên cîhanê ew ku xwe azad bikin û pirtûk û nameyên Rêber Apo nivîsandî bixwînin û xwe li pêş bixin.”






