Ayşa Silêman/ Dêrik
Bajarê Dêrik wekî tevahî bajarên Rojavayê Kurdistanê bi cihên dîrokî û şûnewarên xwe zengîn e. Her şûnwarek çîrok û serpêhatiyên mirovên ku di demên borî de li ser vê axê jiyan kirine, vedibêje.
Avakirina Qijle

Di sala 1923’an de hêzên Feransî derbasî herêma Dêrikê dibin û ji bo xwe navendan ava dikin. Heya niha jî navlêkirina Zexîre vedgere cihê leşkerî yê ferensiyan. Hin bi hin Feransî hatin heya gihan bajarê Dêrikê, destpêkê berê xwe dan Eyn Dîwerê li wir Qayîmeqamiya xwe ava kirin û bi salan li wir man. Ji ber ku di navbera wan û dewleta Tirk de nakokî hebûn berê xwe dan bajarê Dêrikê di sala 1929’an de wargeheke leşkerî li bajarî Dêrikê ava kirin û navê wê kirin Qijle. Qijle ji kevirê reş hatiye avakirin, di heman demê de cihê vê navendê li ser gir e da ku li ser herêmê hakim be. Qijle navê navenda leşkerî lê dihat kirin ku ji du qatan pêk dihat, qata yekem cihê bêhnvedana leşkeran bû û qata duyam jî cihê parastinê bû. Herwiha li ser serê Qijle entêlên pêlên radiyoyê hebûn ku leşkeran bi riya van pêlan têkilî bi hev re dikirin da ku pêdiviyên xwe pêk bînin. Hin dibêjin ku piştî avabûna Qijlê Feransiyan êdî dest bi avakirina bajarê Dêrikê kirin, herwiha hin dibîjin ku beriya Feransî werin kesê bi navê Hemko Dêrik wek xirbeyekî ava kiribû.
Pira Bafid
Yek ji cihên dîrokî yên Dêrikê Pira Bafidê ye ku dikeve bakurê Êyndîwer û bakurê bajarê Dêrikê, herwiha nêzî 5 kîlometreyan li binya Cizîra Botan e. Ev pireke istatîjîk e ku Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi hev du ve girê dide. Mîreşîn û dewletan ev pir gelekî bi kar tanîn ji bo bazirganiyê, ji ber ku ava Dicle ji bo wan dibû asteng, lewma erêkirin ku ev pir were avakirin. Di heman demê de şer di navbera Mîreşîn û dewletê de hebû, dema dewlet dihatin da ku êriş bikin, çemê ava Dicle dibû asteng li pêşiya artêşên wan lewma xwestin ev pir çêbibe da ku di şeran de jî were bikaranîn. Pira Bafid di gelek qonaxan re derbas bûye û gelek nêrînên cûda li ser avabûna wê hene. Lê dayîreya lêkolînan a mislimanan dibêjin ku ev pir di dema Zengiyan de hatiye avakirin.
Çîroka pirê Bafid li gorî gel
Li gorî niştecihên Dêrikê dibêjin ku Pira Bafid li ser destê Mîrekî ji Cezîra Botan di sala 1164’an de hatiye avakirin. Ev mîr navê wî Cemaledîn bû û pir bi dstê hostayê ermenî Hena hatiye avakirin. Dibêjin dema ku mîr ji Hosta Hena xwest ku vê pirê ava bike hosta destpêkê razî nebû, lê keça mîr xwe gihand hosta û du kîsên dagirtî zêr birin û her kîsek avêt aliyekî avê, paşê ji hosta Hena re got ku eger tu lingekî pirê li wir ava bike ew kîsê zêran wê ji te re be û tu yekî li vî alî ava bike ev kîsê din jî wê yê te be. Hosta Hena ev pir ji kevirê baziltî û kevirê kilisê ava kir, ev kevir ji çiyayê Dêra bûn. Ji ber ku ew hostayekî zana bû bi pisporî ev pir ava kir, her kevirekî ku li wî milî datanî li vî milî jî beramberî wî danî da ku şaş nebe.
Pira Bafid ji sê lodikan, 5 kevanan û ji şeş stûnan pêk dihat, lê di dema niha de lodikek, kevanek û du stûn mane. Dirêjahiya pirê 141 metre bû, bilindbûna wê jî 15 metre bû û stûrbûna stûna wê 10 metre fereh bû, pehinbûna pirê ji 4 heya 6 metreyan bû. Vê pirê hişt ku bajarê Cizîra Botan bibe bajarê yekemîn di milê bazarganiyê de. Kurdan ji vê pirê re digotin pira Bafid ev yek vedgere du nêrînan, hin dibêjin ji ber ku kevirê wê yê bazilt e lewma Kurdan navê wê sivik kiriye û bûye Bafid, hin dibêjin ku êvaran mîrê Cizîra Botan xwedî li rê derdiket, bi mûm û xetîra rê ronî dikir, ba li agirê wan dida û difrand lewma navê Bafid ji Bafir hatiye. Herifandina pira Bafid vedgere du sedema yek ji ber ku çemê ava Dicle gelek xurte û dagirkeran tu guhdan nedayê de lewma wiha herifiye. Sedema din jî dibêjin dema hosta Hena avakirina pirê bidawî kir mîr Cemaledîn destê wî jêkir da ku pireke din wek wê ava nekê, hosta Hena jî da ku heyfa xwe ji wan hilîne ji mîr re got hîn boyaxkirina vê pirê maye, dema ew boyax lê kirin di nav poyaxê de heyberên kîmawî hebûn ku bi demê re van keviran bihelînin û sist bikin, lewma dema pêlên avê li wan diketin diherifî.





