Dîlan Mulhim\Qamişlo
Şaredariya Gel a bajarê Amûdê ji bo xizmeta welatiyên bajarê û gundewarê wê, heriwha ji bo parastina jîngehê gelek kar û xebatan dide meşandin. Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Amûdê Mihmed Elemarî diyar kir ku ew ji bo xizmeta gel û parastina jîngehê her dem di nava xebatê de ne.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û damezrandina Rêveberiya Xweser, herwiha xebatên şaredariyê yek ji lingên bingehîn yên sîstema Rêveberiya Xweser e jî, roj bi roj pêş dikevin.
Şaredariya Gel a bajarê Amûdê di havîna sala 2013`an de hat damezrandin. Ji wê demê û heta niha, şaredariyê xebatên rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyên civakê yên weke ekolojî, paqijî, sîstema riyên bajar û gundewarên wê û gelek karên din bênavber dide meşandin.
Di derbarê xebat û pirojeyên Şaredariya Gel a bajarê Amûdê de, hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Amûdê Mihmed Elemarî ji Rojnameya me re axivî.

‘Em ji bo xizmeta gel û parastina jîngehê her dem di nava xebatê de ne’
Mihmed Elemarî anî ziman ku ew ji bo xizmeta gel û parastina jîngehê her dem di nava xebatê de ne û wiha got: “Kar û xebatên şaredariya bajarê Amûdê bi aweyekî bi rêxistinkirî tên meşandin. Herwiha gelek beşên şaredariyê hene, mîna beşê beravê, agir kûjê, cenetoran, temûnê, avê, têkilî, paqijî û hwd… Di heman demê de, her beşekî şaredariyê sîstem û zagonên wê hene. Lê ya herî girîng biryara me ya şaredariya ye, ya ku di sala 2024’an derket, ev biryar jî di aliyê zagon, erkê şaredariyê û yekîtiya şaredariyan de dide xuyakirin.”
‘Li bajarê Amûdê 36 mecilsên şaredariyê hene’
Elemarî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Her şardariyeke di hundirê erdinîgariya xwe de ye, herwiha hejimara mecilsên şaredariyan ne diyar in. Her bajarek li gorî hejimara welatiyê wê, li ser vê bingehê hejimara mecilsên şaredariyê tên xuyakirin. Helbet ev yek jî bi hemhengiya desteya bilind a hilbijartinan tên kirin. Li bajarê Amûdê 36 mecilsên şaredariyê hene, bêguman pêwîstbû ku piştî biryara şaredariyan hilbijartinên mecilsan hatibane kirin. Lê ji ber rewşa herêmê hilbijartin ne hatin kirin.”
‘Hejimara endamên şaredariya bajarê Amûdê 26 in’
Mihmed Elhemarî da zanîn ku hejimara endamên şaredariya bajarê Amûdê 26 in û wiha pê de çû: “Hejimara endamên me 26 in û em mihê carekê civînên xwe çêdikin. Herwiha di wan civînan de, em li ser kar û xebatên şaredariyê bi giştî nîqaş dikin. Di heman demê de, biryarên projeyên salan e tên nîqaşkirin. Lê ev yek piştî ku em civînên xwe bi komînan re çêdikin û nêrînên wan digirin. Li ser vî bingehî em pirojeyên xwe radikin yekîtiya şaredariyan, herwiha yekîtiya şaredariyan radike li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”
Her şaredariyeke zagoneke wê ya demokratî heye, ev zagon jî bingehê wê beşdarbûna milet di biryaran de ye. Ji ber vê yek milet nûrên xwe derdixin û ev nûner bi riya mecilsên şaredariyê re biryaran digirin. Lê karê me zêdetir girêdayî komînana ne, li ser vî bingehî em kar û xebatên xwe didin meşandin.
Projeyên şaredariya bajarê Amûdê
Mihmed Elhemarî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li gorî derfetên Rêveberiya Xweser em kar û xebatên xwe didin meşandin. Îsal weke şaredariya bajarê Amûdê pênc projeyên me hebûn, mîna projeya kenalên ava qirêjiyê, kolana bîra deryayî, da ku ava bajarê Amûdê xurt bibe, Herwiha projeya ziftkirina riyên sînaha, projeya çaremîn jî zêftkirina hin riyên Amûdê. Di heman demê de, projeya pêncemîn çêkirina kenalên ava baranê bû. Ji bo projyên 2026’an me du civîn çêkirin, di van civînan de jî li ser kar û xebatên şaredariyê tên nîqaşkirin. Herwiha pêşinyarên pirojeyên 2026‘an jî hatin nîqaşkirin, ev pêşinyar jî yek li ser ziftkirina riyên bajarê Amûdê bû. Di heman wextî de jî li ser çêkirina parke giştî ji bo bajarê Amûdê nîqaş hatin kirin. Projeyên strajîk yên ku di bajarê Amûdê de hatine çêkirin riya sînaha bi dawî bûye, ya din jî çêkirina bazar har bû. Ji ber ku li nêzî wê bazarê gelek mal hebûn, ji ber vê yekê em weke şaredarya bajarê Amûdê pêwîsî dît ku bazareke nû çêkin.”
Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Amûdê Mihmed Elhemarî axaftina xw wiha bi dawî kir: “Ji bilî pirojeyên salê, em kar û xebatên xwe weke şaredariya bajarê Amûdê didin meşandin, mîna sererastkirina cihan, sererastkirina kolanan hwd… ev yek jî ji bi riya sindûqa şaredariyê tê kirin. Ez bi hêvî me ku gel bi me re alîkar be, ji ber ku xizmeta bajarê û parastina jîngehê erkê her kesî ye.”





