Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Avabûn, armanc û xebata Kongreya Islama Demokratîk

24/09/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Avabûn, armanc û xebata Kongreya Islama Demokratîk
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Kongreya Islama Demokratîk saziyeke olî ye ku kar û xebata xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Endamê rêveberiya kongreyê Edulkerîm Saroxan da zanîn ku armanc ji avakirina kongreyê ew e ku qada olî were birêxistinkirin, civak li dijî Islama siyasî û radîkal derkeve.

Avabûna Kongreya Islama Demokratîk yek ji saziyên olî û civakî ye ku bi destpêkirina Şoreşa Rojava re hatiye avakirin.

Rêxistbûna wê û xebata wê di çarçoveya mijarên ola Islamê de ye, ev sazî jî ji destpêka avabûna xwe ve xebatê li ser asta Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dide meşandin.

Derbarê kar û xebata Kongreya Islama Demokratîk de endamê rêveberiya kongreyê Edilkerîm Saroxan ji rojnameya me re axivî.

Avabûn û armanca Kongreya Islama Demokratîk

Ebdilkerîm Saroxan girêdayî avabûn û armanca kongreyê de wiha anî ziman: “Di destpêka Şoreşa Rojava de rêxistinkirina xebata olî çêbû, dema pêşî Yekîtiya Zaniyarên Islamî di sala 2013’an hat avakirin. Piştî çend salan ji kar û xebata olî, di sala 2018’an de ev yekîtî bû Kongreya Islama Demokratîk. Armanc ji damezrandina Kongreya Islama Demokratîk ew bû ku qada olî were birêxistinkirin, hem jî xetîb, mele, jin, oldar û lêkolînerên olî bibin xwedî tevgerek. Da ku bi riya vê rêxistinê ola Islamê ya durist nas bikin û ola serdema Pêxember Muhemd pêk bînin. Hem jî da ku civak li dijî Islama desthilat, siyasî û radîkal ya ku li ser wan tê meşandin, derkeve û xwe jê rizgar bike. Rêber Apo di bangeke xwe de xwest ku Kurd, Ereb û hemû gelên muslman bi hev re Isalama demokratîk bidin pêş da ku rastiya civakê were naskirin. Di encama vê bangê de Kongreya Islama Demokratîk hat avkaiirin. Kongreya Islama Demokratîk têkilyên berfireh li ser asta cîhanî dide meşandin. Li hêleke din em têklî û xebatê bi rêxistinên Islama demokratîk ên Bakur, Rojihlat û Başûrê Kurdistanê re pêk tînin. Herwiha em danûstandinê bi Meclisa Civaka Demokratîk a Kurdên Ewropayê dikin, hem jî bi rêxistinên Isalîm yên Lubnanê û Maseya Navnetewî ya Amerîkî re çêdikin.”

Awayê kar û xebatê

Saroxan têkildarî kar û xebata Kongreya Islama Demokratîk de wiha domand: “Wekî tê zanîn di sîstema Rêveberiya Xweser de Meclisa Ol û Baweriyan de hemû ol û baweriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihewînin, heye, Xirstiyan, Êzdî û hwd… nûnera hemû mislmanên herêmê ola Isalamî jî Kongreya Islama Demokratîk e. Navenda Kongreya Islama Demokratîk li Qamişlo ye, li kanton, bajar û navçeyan meclisên me hene, herwiha xebat bi rengekî nenavendî tê meşandin. Bêtirî 5 hezar mele û zêdeyî 3 hezar û 300 camî hene, em xudibeyên roja înê didin melayên hemû camiyan da ku Îslama rast ya serdema Pêxember Muhemed bi rengekî nûjen were naskirin. Xudbeyên dema kilasîk ji bo mizgeftan ên bi rêbazên Islama radîkal û siyasî nema li mizgeftan tên dayîn, li şûna wan Islama demokratîk dikeve dilê civakê. Di heman demê de perwereyên girêdayî Islama pak û resen ên dûrî Islama siyasî û radîkal ji bo mele û xetîban tên dayîn, ev perwerde bi şêweyekî domdar, rojane û heftane tên dayîn. Li aliyekî din konferans û semîner girêdayî mijarên cuda yên girêdayî olê tên lidarsitin. Herwiha naveneke lêkolînan heye, xudbe li gorî hewcedariyê civakê tên nivîsandin û lêkolînên girêdayî mijarên olî tên amadekirin. Herwiha rêbazên perwerdeya olî ji bo dibistanan li gorî perensîbên civakê tên sazkirin, li alyê din peymangeh, beş û dibistanên olî di bin siya Kongreya Islama Demokratîk de ne.”

Jin di Kongreya Islama Demokratîk de

Ebdilkerîm derbarê rola jinê di kongreyê de wiha anî ser ziman: “Weke tê zanîn ku li tevahiya Sûriyê xetîbên jin tune ne, piranî xetîb û mela ne, ji ber vê yekê jî asta xebata jinan di Kongreya Islama Demokratîk de kêmtir e ji xebata mêran. Di nav kar û xebatê de rêjeya jinan ji sedî 35 e. Xebata jinê tenê di warê dayîna korsên fêrkirina Quraana pîroz de ye, bi taybet di bêhinvedana dibistanan de li mizgeftan tên dayîn. Li aliyekî din Kongreya Islama demokratîk di nav lêkolîn, xudbe û hwd… de balê dikişîne ser mafê jinan, mijara sernixumandinê, berdana jinan û gelek mijarên din yên girêdayî jinan.”

Guhertina ku bi xwe re anî

Saroxan derbarê guhertina ku kongreyê pêk aniye wiha got: “Kongreya Islama Demokratîk xwe li ser sê stûnan di warê rêxistinî de ava kiriye, yê yekem meclisên barja û kantonan e, ya duyem Kombenda Al Elbeyt e û ya sêyem Meclisa Jin ya girêdayî Kongreya Islama Demokratîk e. Em li ser van stûnan xwe bi rêxistin dikin û xebatê didomînin. Herwiha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî 400 endamên Kongreya Islama Demokratîk hen. Kongreya Islama Demokratîk têkokşîneke gelekî mezin daye meşandin, eger em bipişopînin dê bibînin ku guhertin di warê ola Isalamê de çêbûye. Hem jî Kongreya Islama Demokratîk mîna QSD, MSD û Rêveberiya Xweser xwedî bandoreke mezin bû li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dibe stûneke bingehîn.”

Astengiyên ku derdikevin pêşiya wê

Endamê rêveberiya Kongreya Islama Demokratîk Ebdilkerîm Saroxan girêdayî astengiyên ku derdikevin pêşiya kongreyê wiha qedand: “Hişmendiya paşverû ya Islamê dibe kelemeke mezin li pêşiya kar û xebata me. xetîb, oldar û piraniya civaka me bi Islama paşverû ya radîkal ve hatine girêdan bêyî ku di aliyê fikr de lê binerin. Li hêleke din ji ber mijara DAIŞ’ê Islam li pêşiya çavên tevahiya duniyê reş kiriye. Ev Islama cîhadîst û pevgirêdana wan bi hev re dibe astengiyeke herî mezin li pêş me. Em bi riya perwerde û korsan civakê fêr dikin da ku Islama baş û guncav bikin. Em nikarin bêjin ji sedî sed ku armanca me giha serî, lê belê ji 50 ji sedî guhertin bi erênî çêkiriye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.