Farûk Sakik
Ajansa Reutersê ya ku navenda wê li Londonê ye, van rojan gotar û nirxanedinek li ser rewşa Sûrî hebû. Dihat gotin, heger Colanî bersiv nede daxwazên ol û netewên wek Kurd, Elewî û Durziyan, mafê wan di qanûn û destûra bingehîn de mîsoger neke, pêşî li çanda bihevre azad bijîn veneke, mafê hemwelatiyê nede wan, wê şerekê navxweyî ji nû de dest pê bike. Colanî heger van yekan pêk neyne wê nikaribe pêşî li vî şerê nû bigire û ev şer wê bi salan dom bike.
Tişta herî balkêş li gor dîroknaz Faîk Bûlût ku ji arşîvan derxistiye, Colanî di sala 2001’an de saziyek nêzî îstixbarata Îngilizan bi navê Înter-Medîa de, 2 salan hatî perwerdekirin. Di vê perwerdehiyê de mijara esas bi rojavare-Ewrûpa re çawa dikare di nav ahengiyekê de bixebite.
Piştî demekê jî rojnamevanek bi Colanî re hevpeyvînek çêkir. Colanî digot, berjewendiyên we yên vê derê herî baş ezê biparêzim. Ev hevpeyvîn deng vedide. Li ser vê yekê dewletên Ewrûpa, Îngiliz û Amerîka bi wî re kontakt datînin.
Piştî ku ji Îdlibê şer dane destpêkirin û Heleb hat dagirkirin, di hevpeyvîna ku dabû CNN Înternasyonal de digot; Em ê wek rejima Esad nebin. Em ê nêrînên her aliyan bigirin. Em ê destûr nedin ku di navbera mezheban de şer derkeve. Hin sozên dinan jî dabû. Ewrûpî û Amerîka bawerî bi van sozan anîn.
Piştî Şam bidestxistin diplomatek bi navê Barbara şandin cem Colanî. Ji colanî re got li hember kêmnetewan û baweriyan maqûl tevbigerin. Sîstema rêveberiya we bila sîstema Şerîatê nebe. Heger vanan pêkneyên ji bo we ewê nebaşbe. Piştî vê yekê heyet li ser heyetê derbasî Şamê bûn. Piştgiriyek mezin dane Colanî. Lê Colanî sozên ku dabû rojavayiyan pêk neanî. Êrişî Elewî û Durziyan kir. Anha jî hewldide êrişî Kurdan bike.
Ji bo Şamê îroj ev yek tê nîqaş kirin, gelo heger êrişî herêma Kurdan bike û komkujiyan pêkbîne wê Amerîka û Ewrûpî dawî li desthilatdariya wî bînin, an na?
Baş e, dema ku ew Colanî jî vê yekê dibîne û ji salên mêjde soz dayî wan ku ewê rejimek demokratîk avabike, çima îro li gor Tirkiyê tevdigere? Tirkiye li hember Ewrûpiyan wê bikaribe wî biparêze? Na, ne mumkune. Heger hetanî roja me êrişî Rojava nekirbe, nîqaşên wan yên bi Amerîka û Ewrûpiyan re hênjî dewam dikin. Ya din jî Colanî bê piştgiriya Tirkiyê nikare bi QSD’ê re şerekê bide destpêkirin. Hêza QSD’ê baş nasdike. Li Kobanê û li heremên dinan li hember Kurdan çend cara darbe xwarî, ji bîr nekiriye.
Tirkiye jî di qada navnetewî de dest bi xebatên dîplomasiyê kiriye, da ku Kurd bê şer entegreyî-teslimî rejima Şamê bibin. Berê dema xebatên dîplomasiyê dikir, ji wan re digotin li heremê PKK heye. Em bi PKK’ê re di şer de ne. Hebûna wan ya li heremê ji bo me tehdîde. Dewletên wek Rûsya û Amerîka dihatin qanî kirin û destûra dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê dihat girtin. Lê dewleta Tirkiyê îro bê van hincetan dîplomasî dike û sîstema rêveberiya xweser ya demokratîk ji bo yekparebûna Sûrî wek taluke nîşan dide. Heger van dewletan bi van derewên wan bawerî banîna zû de dest bi qetlîam û komkujiyan kiribûn. Heger dewleta Tirkiyê berjewendiyên Sûrî difikire û diparêze, çima li hember erişên Îsraîl bertek nîşan nade?
Dewletên wek Îngiliz, Amerîka û Ewrûpî divê destûr nedin ku Tirkiye li Sûrî ji nû de şerê navxweyî bide destpêkirin. Divê sozên Colanî dabû wan jî bi bîra wî bixin da ku dibin bandora Tirkiyê de nemîne.






