Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ew ê di dawiyê de bi “Hevalê min Trump” re hevdîtin bike!

24/09/2025
in ROJEV
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Di êrîşeke çeteyên girêdayî Tirkiyê û HTŞ’ê li ser gundekî girêdayi herêmên xweser a Dêr Hafir de heft kes hatin qirkir in. Kesên ku hatine qetilkirin, di navbera 1 û 75 salî de bûn. Ev welatî pir xizan bûn û ji bo jiyanê têdikoşiyan. Komkujiya bi sed hezaran kesan li Sûriyê eşkere ne bes bû. Bi qirkirina van kesan çi berjewendiyên siyasî tê xwestin? Kesên ku li ser xwînrijandin, tundî û tirsê siyasetê ava dikin dikarin çi rêbazê pergalekê ava bikin? Pir girîng e ku ev mijar bi ciddî werin nirxandin û helwestek li gorî wê were destnîşankirin. Her wiha divê were fêmkirin ku ev kiryar û peyamên ku têne şandin ji ber gefên komkujî û qirkirinê ne. Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê dibêje, “Heta ku terorîzm bi dawî nebe, em leşkerên xwe ji Sûriyê venakişînin. Ger ku kiryarên terorî bi dawî bibe, dibe ku em vekişînê bifikirin.” Wezareta Parastina Neteweyî kî, kîjan hêz, wekî terorîst pênase dike? Ew bi HTŞ’ê ve di hindirê hev de kar dikin. Ew dibêjin ku ew ê piştgirîyek bê şert û merc bidin HTŞ’ê. Ew hewl didin ku HTŞ’ê demên xwe yê borî ya xwînî ji bîr bikin. Mîna ku ew ji hêla cîhanê ve wekî rêxistinên terorîst nehatibin binav kirin. Ew li ser vekişîna ji Sûriyê tiştek nabêjin. Ew dibêjin ku heke terorîzm bi dawî bibe, dibe ku ew vekişînê bifikirin. Ew bi eşkereyî dibêjin ku ew li vir in û wê li Sûriyê bimînin. Ji ber ku HTŞ û hêzên din ne terorîst in, QSD dimîne. QSD ji hêla tu hêzek cîhanê ve wekî terorîst nehatiye nas kirin. Berevajî vê, QSD, digel hevpeymaniya mezin a ku DYA û welatên Ewropî di nav de ne, li dijî DAIŞ’ê şer kir û bi vê hevpeymaniyê re dixebite. Lê, Tirkiyê, ji ber ku QSD Kurdan di nav xwe de digire, ew wekî dijminê xwe yê herî mezin li Rojhilata Navîn, ragihandiye. Wê gelek caran êrîşî herêmên xweser kiriye û rêjeyekê mezin axa Kurdan dagir kiriye û vê dagirkeriyê heya roja îro jî didomîne.

Desthiladariya Erdogan bi tundî dixebite ku HTŞ’ê li dijî QSD’ê û Rêveberiya Xweser bi kar bîne. HTŞ bi tevahî hatiye dorpêçkirin. Hewldanên mezin têne kirin da ku rê li ber lihevkirinek bi QSD’ê re û avakirina aramiyê li Sûriyê bigirin. Rayedarên Tirk lingekê xwe li Sûriyê danîne. Niha destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûriyê ji rêzê dibînin. Ew ji HTŞ’ê jî di her mijarê de israr dikin ku Sûriyekî yekdest û navendî ava bikin. Armanca wan ya sereke ew e ku statu û destkeftiyên Kurdan neb e. Ji bo wan ne xem e ku Sûriye pêşerojek gengeşî û tarî de ye an na. Ew di her alî de amade ne ku pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyê têk bibin. Bi rastî, xuya ye ku ew pêvajoya aştiyê wekî pirsgirêkekê naskirina Kurdan bi maf û nasnameyên wan nabînin. Ew wê wekî rêyekê ji bo xilasbûna ji “sosreta PKK û gerîlayan” dibînin. Meh ji li ser banga Rêber Apo û kongreya PKK’ê re derbas bû. Hîn jî  pêngavekê berbiçav tine ye. Di bersivê de, gefên li ser Rojava bênavber berdewam dikin. Bi avêtina Kurdan li Rojava nav lepên qirkirinê, dê çawa yekîtî û biratî di navbera Kurdên li Tirkiye û Rojhilata Navîn de were pêş xistin?

Ji bo tevlîbûna artêşa Sûriyê, hewleke mezin ji bona tevlêkirina QSD’ê tê dayîn. Lê gelo diholê de artêşeke Sûriyê heye? Hemû komên çekdar ên di nav HTŞ’ê de hebûna xwe didomînin. Komên çekdar ên ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine sazûmankirin, hespên xwe weke hezdikin dibezînin. Di bersivê de, ew dixwazin hêzek mîna QSD’ê bixin bin serweriya HTŞ’ê de. Diyar e ku plansaziyekê xerab heye. Planek heye ku Kurd û herêma xweser bêparastin û li hember êrîşan bêparastin bihêlin. Wekî din, QSD nabêje, “Ez tevlî artêşê nabim.” Ew dibêjin, “Divê ez herêma xwe biparêzim heta ku destûrên zagonî û fermî werin bicîhanîn.”Bêçekkirin û hilweşandina QSD’ê di demekê de ku dewlet û pergal hildiweşin û pergalekê nû nehatiye damezrandin, tenê bi dijminatiya kûr û niyeta xerab dikare were ravekirin. Erdogan bi kelecan li benda hilbijartina Trump bû. Trump, ku li pişt wêrankirin û komkujiya Xeza’yê ji aliyê Îsraîlê ve ye, hevalbendekê pir girîng ê Erdogan e. Ew axaftina xwe bi “Hevalê min Trump” dest pê dike. Kesekî ku piştgiriyê dide wan kesên ku ev yek anîn serê Filistîniyan, çawa dikare bibe hevalbendê Erdogan? Erdogan Netanyahu wekî Hitler û yên wekî wan bi nav dike. Ew her tim rexne li Îsraîlê dike, lê di heman demê de Serokê DYA Trump, ku di her mijarê de piştgiriyê dide Îsraîlê û Rojhilata Navîn li gorî şêwaza xwe ya desthiladariyê ava bike, wekî hevalbendê xwe pesnê wî dide? Trump plan dike ku Xeza’yê veguherîne beşekê erdê bazirganiyê û otêl û kazînoyan li ser axê ava bike. Tevî vê yekê, sedema ku Trump wekî hevalbendê xwe binav dike çi ye? Sedema herî mezin a gotinên ku weke “hevalbendê min Trump” careke din dijminatiya li dijî Kurdan dixe li ber çavan. Berê wan bi lihevkirinekê bi gel Trump re herêmên mîna Serêkaniyê dagir kirin. Niha ew bawer dikin ku ew dikarin bi Trump re danûstandinan bikin û dîsa lihevbikin. Ew bawer dikin ku dema ku ew bi milyar dolaran pêşniyaran pêşkêşî Trump bikin, ew dikarin li ser Kurdan bazirganiyê bikin. Plansaziya herî girîng a danûstandinê ya Erdogan li Qesra Spî careke din dê li ser piştgiriya ji bo şerê dijî  Kurdan be. Planeke din jî dê ew be ku ji Trump piştgirîyê werbigire da ku li ser desthilatdariyê bimîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.