Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Girêdayî têkiliyên Rêveberiya Xweser û Lubnanê danûstandin berdewam in’

24/09/2025
in ROJEV
A A
 ‘Girêdayî têkiliyên Rêveberiya Xweser û Lubnanê danûstandin berdewam in’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdulselam Ehmed da zanîn ku pêwendiya bi partî û hikumeta Lubnanê re, pêwendiyeke danûstandin û diyalogê ye û got, “Her çend bi fermî piştgirîya wê nake jî, lê ew baş dizane ku ev proje li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye rastiyek û roleke wê ya girîng di parastina aramiyê û şerê li dijî terorê de, heye”.

Têkildarî xebat û têkiliyên Rêvebriay Xweser li Lubnanê bi giştî û bi taybet jî li gel hikumetê. Nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebdil Selan Ehmed bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû.

Gelo Rêveberiya Xweser li Lubnanê di kîjan çarçoveyê de xebatê xwe dide meşandin, her wiha bi sazî û tevgerên Rêvberiyê li wir re têkiliyek çawa heye?

Rêveberiya xweser li Lubnanê di çarçoveyek fermî an yasayî ya rasterast de kar nake, ji ber ku Lubnan dewletek serwer e, û ew hîn jî tu pênaseyeke fermî ya rêveberiyê nas nake. Ji ber vê yekê karê me di aliyên siyasî, ragihandin û di nava civakê de bi rêya nûner an kesên ku bi van xebatan re hatine erkdarkirin, sînordar e.

Têkiliyên bi sazî û aktorên siyasî û civakî yên Lubnanî re ne fermî ne. Herî zêde li ser bingeha diyalog, ragihandin û danûstandin tê meşandin. Di vê çarçoveyê de bi bihêztirîn û mezintirî siyasetmedarên partî û aliyên cuda re hevdîtin û danûstandin hatine kirin, her wiha di çalakiyên sivîl û civakî de beşdarbûna me çêdibe da ku ezmûn û tecrûbeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wan re bê parvekirin û naskirin. Di heman demê de pirsgirêkên hevpar ên girîngiya Kurd, Ereb û Lubnanî tên nîqaşkirin. Her wiha bal tê kişandin ser avakirina têkiliyan bi rayedarên olî, hin sendîka û rêxistinên civaka sivîl re.

Li ser vî bingehî em dikarin bêjin ku hebûna Rêveberiya Xweser li Lubnanê hebûneke siyasî û manewî ye. Armanca wê pênasekirin û belavkirina projeya Rêveberiya Xweser her wiha di çareserkirina aloziya Sûriyê de nêrîna xwe parve bike ye. Di heman demê de armanca me bi civaka Lubnanê re torên têkiliyan ava bikin ku bandorê li ser dîmena herêmî bike.

Têkiliyên we bi partî û hikumeta Lubnanê re çawa ye û gelo xebatên hevbeş di navber we û wan de hene?

Peywendiya bi partî û hikumeta Lubnanê re, peywendiyeke danûstandin û diyalogê ye, ne şirîkatiyeke fermî ye. Hikuketa Lubnanê weke ku me aniye ziman tu statuyeke fermî di welatê xwe de nedaye Rêveberiya Xweser. Lê belê têkilî û danûstandinên me yên ne bi awayekî rasrerast bi hin saziyan re hene ku derfeta parvekirina nêrînan pêş bikevin. Her wiha nîqaşkirina rêveçûnên girêdayî dosya Sûriyê tên kirin.

Li ser asta partî û hêzên siyasî, civîn û danûstandin bi pêkhateyên cihêreng ên Lubnanî re tên kirin, ji partiyên neteweperest û çepgir bigire heya hêzên demokratîk û sivîl. Ji bilî hin kesayetên di tevgerên mezin de. Armanca van civînan ew e ku nêrîna Rêveberiyê di çareserkirina alûziya Sûriyê de tê şîrovekirin. Herwiha li ser mijarên hevpar nîqaş tên kirin ji wan li ser rewşa penaberan û piştgirîya aramiya di Lubnan û Sûriyeyê de.

Lê di aliyê xebata hevbeş di warê cîbicîkar an sazîbûnê de, ew ji ber xwezaya rewşa siyasî ya Lubnanê û aloziyên wê hinek bi sînor e. Lê ew di asta însiyatîfên bîrdozî, konferans û diyalogan de heye ku dixwazin çanda jiyana hevbeş pêş bixin û têkiliyên Kurd-Lubnanî-Sûrî xurt bikin.

Lubnan çiqas bi pirojeya Rêveberiya Xweser bawer dike, herwiha pirojeyên we yên dema pêş çine?  

Hikumeta Lubnanê mîna hikumetên din ên herêmê, bi baldarî li gel projeya Rêveberiya Xweser tevdigere. Her çend bi fermî piştgirîya wê nake jî, lê ew baş dizane ku ev proje li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye rastiyek û roleke wê girîng di parastina aramiyê û şerê li dijî terorê de heye. Ji vir dikare were gotin ku helwesta hikumetê nêzîkî bêalîbûna erênî ye, ji ber ku ew bêyî ku bikeve nav pevçûnê an jî naskirina fermî, nêz dibe.

Ji bo projeyên pêşerojê, hebûna rêveberiyê li Lubnanê siyasî, çandî û civakî ye, ne cîbicîkar e. Ji ber vê yekê, plan û projeyên me li ser van mijaran disekinin:

-Xurtkirina diyalogê bi hêzên cûrbecûr ên Lubnanî re derbarê pêşeroja Sûriye û herêmê de.

-Lidarxistina semîner û konferansan ji bo şirovekirina ezmûna rêveberiyê û nîqaşkirina rêyên dîtina çareseriyekê demokratîk ji bo alûziya Sûriyê.

-Ji bo afirandina qadekê ji bo pêşvebirina projeyê û felsefeya wê bi saziyên akademîk û medyayê re têkilî daynin.

-Avakirina têkiliyan bi rêxistinên civaka sivîl ên Lubnanî re, bi taybetî yên ku bi mafên mirovan, pirsgirêkên jinan û ciwanan ve girêdayî ne.

-Tensîq li ser pirsgirêka penaberên Sûrî bi rêya danûstandina nerînan ji bo dîtina çareseriyên mirovî ku rûmeta penaberan biparêzin û berjewendiyên Lubnanê li ber çavan bigirin.

-Li ser van bingehan; Projeyên me li Lubnanê di çarçoveyek siyasî, rewşenbîrî û çandî de dimînin, dûrî her çalakiyek cîbicîkar an rêveberiyê di nav dewleta Lubnanê de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.