Dilyar Cizîrî
Di roja 10’ê Adarê de di navbera fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdê û Serokê hikumeta Veguhêz ê Sûriyê Ehmed El Şeri de peyman hate imzekirin. Di peymanê de 8 xal hatibûn bi cihkirin. Yên herî giring rawestandina şer li tevahî xaka Sûriyê, vegera koçberan a bi ewle, bi cihkirina mafê gelê kurd di destûra Sûriyê de û entegresyona Rêveberiya Xweser bi saziyên xwe yên leşkerî û sivîl di nava saziyên hikûmeta Sûriyê de, herwiha parastina mafê hemû pêkhateyên Sûriyê ne. Ji bo pêkanîna xalên peymanê komîteyên taybet werin avakirin û divyabû heta dawiya salê ev xal werin bi cihkirin.
Hikûmeta HTŞ’ê bêyî guh li xalên peymanê bide, bi tena serê xwe destûreke nû ya xwe dispêre zihniyeta rêjîma berê derxist. Niha jî amadekariya lidarxistina hilbijartinên “meclisa gel” dike. Bêyî guh li aliyên din bike, hesabê tevgerên civakî û partiyên siyasî yên Sûriyeyê ne kir û namzetan diyar dikin. Tişta sosret jî ew e serokê veguhêz Ehmed El Şeri ji 3 paran parekî endamên meclisê erkdar bike. Yên din jî wê ji aliyê wan ve werin bi cihkirin.
Di vê dema derbasbûyî de çend caran çekdarên hikûmeta HTŞ’ê li Dêrhafir, Dêrazor û Helebê êrişî navendên QSD’ê û hêzên ewlekariya hindir kirin. Piştgiriya tevgera DAIŞ’ê dikin û herî dawî jî duh çekdarên girêdayî hikûmeta HTŞ’ê êrişî bendên kontirolê yên hêzên ewlekariya hindir ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Hêzên ewlekariya hindir ên li gorî itîfaqa di navbera Meclisa Rêveberiya xweser a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikûmeta HTŞ’ê de, parastina herdû taxan dikirin, bersiv dan û çekdarek kuştin û 3 birîndar kirin.
Cenazeyê kuştî û birîndarên HTŞ’ê ketin destê hêzên ewlekariya hindir ên Şêxmeqsûd. Ragihandina hikûmeta HTŞ’ê îda dike “hêzên taxa Şêxmeqsûd êriş pêk anîne”. Heger êriş ji aliyê Şêxmeqûs û Eşrefiyê de pêk hatiba, cenaze û birîndarên çekdarên HTŞ’ê li hindirê taxê çi dikin. Ya din balafireke wan a bê mirov ji aliyê endamên hêzên ewlekariya herdû taxan ve hate xistin.
Di hemû wextî de rewşa li Helebê Serokê Hikûmeta HTŞ’ê Ehmed El Şeri bi daxuyaniyên xwe ev çend car in îda dike ku QSD’ê li gorî peymana 10’ê Adarê tevnegeriyaye û dibêje heta meha 12’an heger pêk neyê peyman têk diçe. Ji daxuyaniyên El Şeri yên piştî hevdîtinên wî û rayedarên wî yên bi berpirsên dewleta Tirk re pêk hatin, diyar dibe ew dixwazin peymana 10’ê Adarê têk bibin. Hesabên wan û dewleta Tirk yekin, ji ber vê jî proveqesyonan dikin. Geh bi navê eşîran û geh bi navên cûda hewl didin ji raya giştî re diyar bikin ku QSD’ê êriş dike û peyman têk biriye.
Herî dawî Ebû Mihemed El Colanî (Ehmed El Şeri) ê niha di hevpeyvîneke xwe ya ragihandinê de li ser QSD’ê gotina “Rêxisgtina QSD’ê” bi kar anî. Bi vê jî xîtabî dewleta Tirk dike û dibêje wan va ez li gotî we tevdigerim. Ji van geşedanan baş diyar dibe ê hikûmeta HTŞ’ê bi rêve dibe dewleta Trik e, ji lewma ihtîmala şerekî mezin di demên pêş de heye.






