Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Sûrî wê ji bo xwe çi biryarê bigrin?

24/09/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale  

Di vê pêvajoya Sûrî têre derbas dibe jinên Sûriyê wê çarenûsa xwe diyar bikin. Pêvajoya ku ez behsa wê dikim ji ketina sîstema Baasê 8`ê kanûna 2024`an heyanî niha ye. Sûrî niha di rewşeke ne diyar de ye, wê kî birêve bibe, sîstem çawa be, stratejiya wan çi be, gelo destûra xwe bidin guhertin an na? Ev pêvajo ji bo jinên Sûrî girînge û divê biryar bidin wê çawa bijî. Bi giştî rewşa wan mîna hev e, hemû pêkhateyên Sûriyê bi heman zîhniyet, feraset, rê û rêbazan nêzî jinê dibin. Rewşa ti jinê ji ya dîtir nebaştire, karker be, cotkar be, karmend be yan jî dayîk be di heman şert û mercan re derbas dibe.

Di salên Şoreşa Rojava de derfet çêbû ku jin ciyê xwe di hemû xebatan de bigre, xwe birêxistin bike û xwe pêşbixîne. Niha jin gihîştine asta ku biryara xwe bidin û çarenûsa xwe diyar bikin.

Li Herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê gelek navend, meclis û saziyên jin vebûne. Di hemû rehendên Rêveberiya Xweser de jin hene û niha berpirsyartiya rêvebirina sîstema hevserokatiyê rakirine. Tecrûbeyên jin di xebatên rêveberiyê de, çareserkirina pirsgirêkên jin, xwedî li jinê derketin û xebatên perwerde dayîna meşandin, çêbûne.

Em werin ser mijara herî girîng ew jî jinên Sûriyê wê ji bo xwe çi biryarê bidin? Dibe ku kesekî ew nexistibin giraniya pêdiviyeke wisa de. Tevlîbûna xebatê û rêvebirin, xwe birêxistin kirin girînge, lê belê têrê nake ku pirsgirêka zayendperestiyê were çareser kirin. Jinên Sûrî jî mîna hemû jinên cîhanê gelekî şikestîne. Ji zextên malbatê û civaka zayendperest rev û tevlîbûna xebatê, yan jî ji bo em pêdiviyên xwe yên aborî pêk bînin, tevlî xebatê dibin têrê nake ku em biryar bidin bê em ê çawa bijîn an jî em çi dixwazin. Pêdivî heye ku her tim di nava lêgerîna çareseriyê de bin, ji guhertin û veguhertinê re vekirî bin. Têkoşîn kirin ji bo jinên Sûriyê ji nan, av û hewayê girîngtire ango çiqasî ciyê xwe di qada siyasî, civakî, dîplomasî, aborî û leşkerî de bigrin wê ewqasî deriyê çareseriyê li wan re vebe. Eger bê berpirsyar nêzî rewşa Sûriyê bibin û ciyê xwe di nava têkoşînê de negrin, wê sîstem dîsa mîna berê nêzî jinê bibe û wê ji hemû mafên wê mehrûm bike. Di bin navê ol de wê ji çeteyên DAIŞ`ê xirabtir zagonan ji jinê re deynin û her tiştî li ser qedexe bikin.

Çawa niha jiyanê li jinê dikin dojeh wê sibe jî heman tiştî bikin. Ji destpêka hilweşandina sîstema Baas de diyar bû ku hikûmeta nû wê di sîstema xwe de cî nede jinê. Li bajarên Sûriyê yên Beravê û Siwêdai heman rêbazên çeteyên DAIŞ`ê dan meşandin. Jin revandin, destdirêjî wan kirin û ew kuştin. Eger jinên Sûriyê li beramberî van nêzîkatiyan bêdeng bimînin wê dawiya hemûyan serî tewandin, destdirêjî û kuştin be. Hikûmeta heyî girîngî nade jinê û tucarî behs nekiriye ku li Sûriyê pirsgirêka zayendperestiyê heye û dibe were çareser kirin. Bi riya têkoşîna siyasî û qanûnî xwedî li hebûna xwe derbikevin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.