Esma Mistefa/Qamişlo
Berdevka Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk Emîra El-Ezo da zanîn ku zihniyeta di Sûriyê de tê meşandin ne li gorî ola Îslamê a resen e û got, “Hikumeta heyî bi navê olê hebûna jin tune kiriye”.
Piştî hatine Hikumeta veguhêz zihniyeta ku di Sûriyê de tê birêvebirin, di bin ola Îslamê de mafê hemû netew, ol, pêkhate û civakan tune bûye. Bi vê zihniyetê dixwazin yek rengî li ser mozeyîka ku di Sûriyê xwediyê wê ye ferz bikin. Bi vê hişmendiyê di nava 9 heyvan de him bi navê ol û him jî di bin sernavên ku girêdayê rêjîma berê ne bi hezaran kes hatin qetilkirin û komkujê pêk hatin. Di nava vê yekê de bi şemala ola Îslamê hebûna jinê yek carî tune kirine û tu maf, nêrîn û hizir jê re nehêştine. Têkildarî vê mijarê Berdevka Meclisa Jin a Kongreya Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîra El Ezo ji Rojnameya me re axivî.
Di bin navê ola Îslamê de tunekirina pirrengiya Sûriyê

Emîra di destpêkê de bal kişand ser zihniyet û sîstema ku ji aliyê hikumeta veguhêz ve tê meşandin û wiha got: “Gelê ku 56 salan di bin sîstemeke dîktator û tundrew de jiyan dikir, 14 sal ji kirîzan û talankirinê kişand. Di bin serweriya rêjîma Baas de tu mafê pêkhateyan nîn bû, net û zelal tenê yek reng hebû ew jî “tu Erebekî Sûrî” ye. Tu li dijî sîstemê serî ranekî derveyî wî tu çi dikî bike. Bi vê hişmendiyê mefê tu ziman, çand û pêkhateyan qebûl nedikir.
Bi hatina hikumeta veguhêz re, ji gelê Sûriyê re weke ku şewqa azadiyê hat û 14 sal ji qeyran, êş û zehmetiyan bidawî bûye ye. Lê tişta ku hatiye kirin ne li gor hêvî û xeyalên gelê Sûriyê bû. ger berê sîstemekî dîktator dihat meşandin bi hatina hikumeta veguhêz re, komkujî û qirkirin li ser ol, bawerî û pêkhateyên di Sûriyê de hate meşandin, êdî tirsa di dilê gelê Sûriyê de ji berê mezintir bû. Bi taybet di mijara jin de tu rola jin ne di sîstem, civak û malbatê de nehêşt û qebûl jî nake. Di welatekî ku bi dehan ji ol, bawerî û pêkhateyan jiyan dike, dixwaze bi ola Îslamê hemû rengên din tune bike û yê ku li dijî wan disekine tê qetilkirin. Helbet baweriya me bi vê hikumetê ne wiha bû û bi vê hişmendiyê wê nikaribe demdirêj bimîne û bê qebûlkirin”.
Rewşa jin bi hişmendiya Îslamê re
Emîra di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jina Sûrî di nava vê hişmendiyê de nikare bibe hebûnek û wiha domand: “Jina Sûriyê di nava ewqas sal ji kirîz û qeyranan de, gelek êş û zehmetî kişandin. Em her tim dibêjin ku a herî zêde di nav şeran de dibin qurbanî jin in. Ji ber jin him di malbatê de xwedî erk û berpirsyartiye û him jî ji aliyê civakê ve rastî zext û hişmendiyên paşverû tê. Bi van her du yan re dixwaze hevsengiyekê di jiyanê de ava bike. bi qasî ketiya derdê derdor, malbat û zarokan, êdî hebûna xwe ji bîr kiriye. Di nava hikumeta heyî de li kêlek qirkirin û komkujiyên pêk anîne de, bi tayebet di mijara jin de hîn bi tundtir û qalibtir nêz dibin. Ger berê jin di Sûriyê de destwerdan li cil, şekil û şemala wê nedihat kirin, bi hikumeta veguhêz re ev xisûsa jin jî ji det derket û dixwazin şeklekî nû li jinê bisipêrin. Bi navê Îslamê li ser jin hemû kiryarên dij mirovî ji girtin, revandin, tecawîzan pêk anîn. Bi dehan jinên Berava Sûriyê û Siwêdayê hatin girtin û kuştin.
Hikumeta veguhêz li şûna ku hemû pêkhate û rengên di Sûriyê de nêzê xwe bike û hebêz bike li dijî wê siyaseteke xirabtir di bin navê ol de meşand. Di nava hikumeta heyî de tu rengê jinê nîn e. Ger hikumeta nû bi vê rengî dewam bike em ê hebûna jina Sûrî winda bikin. Bi yek zihniyetê wê Sûriye neyê avakirin. Ola Îslamê ji me re nabêje ku divê jin bê tunekirin, berûvajî wê di ayetên Qurana Pîroz de dibêje divê em xwedî li jinê derkevin. Pêxember Mihemed di heca dawiyê de çû ser menberê û got “Estawsû bi nîsae xeyren” yanî bi başî li jinê xwedî derkevin. Ev wesiyeteke divê ev kesên ku bi navê Îslamê wiha dikin, werin teşhîrkirin. Di destûra Sûriyê a nû de divê jin hebin rola jin derkeve pêş. Di serdemeke ku ewqas guhartin tê de çêbûne ne gengeze ku em rewşa jin wiha qebûl bikin”.
‘Em Sûriyeke demokratîk dixwazin, ne bi navê ol mayîndekirina xwe’
Emîra di dawiyê de da zanîn ku ew Îslama Demokratîk û hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekbûyîn û demokratîkbûyîna Sûriyê dixwazin û got: “Li ser ragihandin û di mejiyê wan de dixwazin diyar bikin ku em wek herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî ola Îslamî ne û hwd. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hemû netew, pêkhate, ol û bawerê bi hev re bi azadî, maf û rengê xwe jiyan dikin. Mafê jin li ser her tiştî re û ev yek di 14 salan de hatiye îsbatkirin ku çawa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe pêşengtiyê ji şoreşê re dikin.
Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke ku me ji destpêka şoreşê û heyanî niha jî gotiye û dibêjin, em li dijî perçekirina Sûriyê ne û em avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî dixwazin. Divê cewhera îslama exlaqî û mirovî derxînin, ji bo tu kes neyê bi navê Îslam û Pêxemberan gelan qir neke û tune neke. Ma gerdûn tenê bi ola Îslamê hatiye avakirin? helbet na, hemû ol û baweriyên din jî yên xweda ne. Divê em bi vê re bizanibin ku jiyan û gerdûn bi pirrengiyê hatiye geşkirin. Tu mafê kesekî nîne ku xwe li ser yê din feriz bike ev ne ola Îslamê vê qebûl dike û ne jî tu ol û baweriyê din. Ger ew ji me re dibêjin hûn li dijî Îslamê ne, em li dijî hişmendiya DAIŞ’ê a ku ew dixwazin nûjen bikin e, em li dijî bikaranîna ol in ku ji bo xwe serwer bikine, em li dijî qetilkirin û qirkirina gelan bi navê ol in”.






