Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Veşartina kuştina jinan, tirsa ji eşkerekirina rastiya zihniyeta zilam e’

24/09/2025
in JIN
A A
‘Veşartina kuştina jinan, tirsa ji eşkerekirina rastiya zihniyeta zilam e’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rêveberiya Rêxistina Sara Arzû Temo diyar kir ku Sûriyê bûye navenda kuştin û tundiyê, li heremên dagirkirî û heremên di bin serweriya HTŞ’ê de revandin û kiryarên li ser jinan zêde bûne û wiha got: “Veşartina kuştina jinan, tirsa ji eşkerekirina zîhniyeta zilam e.”

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Rêxistina Sara Arzû Temo ji Rojnameya me re axivî.

‘Zihniyeta desthilatdariyê hîn nehatiye guhertin’

Arzû Temo da zanîn ku ji 5 hezar sal ve û heya roja me ya îro zilamên desthilatdar tundî û kuştin li ser jinê ferzdikin û wiha got: “Kuştina jinan li ser destê bav, bira û hevjîn di bin navê Namûsê de tê kirin. Gelek caran malbat keç û hevjînên xwe dikujin û dibêjin ku xwe kuştiye, lê dema ku bijîjkê dadwerî li cenazeyê temaşe dike xuya dike ku ew kes hatiye kuştin ne xwekuştin e. Gelek malbat xwe demokratîk nîşan didin, lê li kêleka wa tê dîtin ku hîn zihniyeta desthilatdariyê di nava hin civakan de nehatiyen guhertin. Kuştina jinan bi awayekî veşartî tirsa ji zanîna rastiyê ye, ew zihniyeta paşverû mixabin di nava civakê de hîn ji xwe didomîne. Azadî û helwesta jinê hîn jî qebûl nakin, dema ku jin vê yekê red dike rastî lêdan û kuştinê tê. Êdî tevahî civaka Sûriyê divê xwe ji vê zihniyetê rizgar bike, ev civak bêyî jinê temam nabe.”

‘Ji bo hişyarkirina jinan semîner tên dayîn’

Arzû Temo diyar kir ku ji bo hişyarkirina jinan ew semîneran didin û wiha domand: “Zihniyeta baviksalar hîn jî didome, ev zihniyet bi piranî di nava pêkheteyên Ereb de derdikeve pêş. Ji bo hişyarkirina van jinan û nasîna mafên xwe semîner tên dayîn. Herwiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî carinan bûyerên wisa diqewimin. Ji bo vê jî semîner li ser guhertin û veguhertina zîhniyeta paşverû ya malbetê tê dayîn, ka ku em alîkariyê bi tevahî jinan re bikin, wan ji tundiyê û bindestiyê ku li ser wê hatiye ferizkirin xilas bikin. Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara telefonê belav kirin,  dema pirsgirêk û astengî bi jinê re çêbû xwe bighînin me û em bi wan re alîkar bin. Hêviya me ji tevahî jinan ew e ku bêtirs, bertekên xwe nîşan bidin ku em bibin alikar da ku ji wî zordariyê bên xilaskirin .”

‘Li herêmên dagirkirî di zîndanan de îşkence li ser jinan didome’

Rêvebera rêxistina Sara Arzû Temo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li herêmên dagirkirî rêjeyeke zêde jin têne revandin û dikevin zindanan, di van zindanana de jin rastî îşkence, lêdan û tecewîzê tên. Rêjeyek zêde jinên ku hatine revandin çarenûsa wan nediyare. Wek Rêxistina Sara derfet nebûn ku em xwe bigîhînin heremên dagirkirî, ji ber wê jî asta ku dihat xwestin de me nekarî xwedî li jinan di heremên dagirkirî de derkevin. Lê ji bo redkirina van tundiyên li dijî jinan me çalakî, daxuyanî û meş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dardixistin. Herwiha dema ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihatin kuştin, em dibûn aliyek ji hesabxwastinê û çareseriyê. Heya ku rastiya kuştina jinan û hesabxastin ji sûcdar neyê xwastin em ranewestin. Em ji rêxistinê mafê mirovan a cîhanê û rêxistinên jinan, xasteka hesabxwastinê ji kesê sûcdar dikin û ew jinên ku hatine revandin li ser destê DAIŞ’ê û HTŞ’ê werin berdan û çarenûsa jinên di zindanê de were diyar kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.