Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bikarhênerên madeyên hişbir sûcên cînayetê jî dikin’

23/09/2025
in NÛÇE
A A
‘Bikarhênerên madeyên hişbir sûcên cînayetê jî dikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Li kantona Cizîrê ji destpêka salê ve hezar û 348 kes ji ber mijarên madeyên hişbir hatine girtin, rêveberê Hêzên Dijî Madeyên Hişbir Esed Hesen Resûl diyar kir ku ji ber armanên dijmin bi şerê leşkerî pêk nehat berê xwe da şerê taybet û got, “Bikarhênerên madeyên hişbir sûcên cînayetê jî dikin.”

Yek ji polîtîkayên herî qirêj ku ji aliyê dijmin ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, şerê taybet û şandina madeyên hişbir. Dewletên desthilatdar ne tenê bi rêya leşkerî erişî gel dikin, lê dixwazin hemû cûreyên şerê taybet li ser gel bidin meşandin û tirsê bidin avakirin. Bi taybetî jî cihê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin niha bûye cihê bazirganiya madeyên hişbir û ji wan herêman madeyên hişbir dişînin herêmên din ên biewle, ev yekser bi destên dewleta Tirk tên kirin. Herwiha ji ber jin û ciwan pêşengên civakê ne, lewma desthilatdar gava xwe ya yekem jin û ciwanan dikin armanc û madeyên hişbir belav dikin. Madeyên hişbir û fihûş civakê ji hundir ve dirizînin.

Madeyên hişbir xeteriyên mezin bixwe re tînin

Xeteriyeke mezin a madeyên hişbir li ser gel heye. Mirovên van madeyan bi kar tînin, dibin xeteriyên mezin ji xwe û derdorê xwe re jî. Kesên ku wan madeyan bi kar tînin tenê ji bo ku xwe bighînin van madeyan carnan digihêjin asta ku kesê li dora xwe bikujin. Diyardeya bikaranîna madeyên hişbir yek ji wan kêşeyên giran e ku takekes yan civak tûşî wê yekê dibe, ji ber ku ziyanên bikaranîna madeyên hişbir ne tenê bandorê li kesên bi kar tînin dike, belkî bandorên wê digihêjin ziyanên civakî û aborî jî. Bikaranîna madeyên hişbir ango narkotîkê dibe sedema nexweşiyên dil û tansiyona bilind û carnan dibe sedema teqîna damaran. Ger beden ji nişka dev ji bikaranîna narkotîkê berde, rûbirûbûna girtina serpêbûnê, enfeksiyona mêjî ku dibe sedema halusînasyonan û carnan jî windakirina bîrê bi xwe re tîne. Bi kurtasî gelek bandorên din ên ku xeteriyên mezin bi xwe re tîne hene.

Li gorî pêvajoyê operasyonên berfireh pêk tên

Hêzên Dijî Madeyên Hişbir 4 sal hatiye damezrandin û şaxên wê li hemû Kantona Cizîrê hene, ew li gorî demê û pêvajoyê bi erkên xwe radibin û operasyonên berfireh ji bo tunekirin û kontrolkirina madeyên hişbir didin destpêkirin. Ji destpêka salê û heya niha ji aliyê Hêzên Dijî Madeyên Hişbir ên Kantona Cizîrê ve 943 hejmara dosya, hezar û 348 kes, Hebên Kabtîkolê 3 milyon 39 hezar û 940, Heşîş 73 kîlo û 555 g, Kirîstal 4 kîlo û 533g di operasyon, navendên kontirolê û hwd…hatine girtin. Ev madeyên herî zêde en li kantona Cizîrê berbelav in.

Derbarê şerê taybet û madeyên hişbir, Rêveberê Hêzên Dijî Madeyên Hişbir Esed Hesen Resûl ji Rojnameya me re axivî.

 

‘Rê û rêbazên şerê taybet tên meşandin’

Esed Resûl diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet kantona Cizîrê bi gelek rê û rêbazan şerê taybet tê meşandin û wiha got: “Ji ber herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa Rojava re gelek destkeftî bidest xistine, aramî û ewlebûna herêmê pêk aniye. Lewma ji aliyê dijmin ve li ser vê herêmê gelek rê û rêbazên şerê taybet tê meşandin, yek ji wan rêbazan jî derbaskirina madeyên hişbir ji herêmê re, da ku bi rêya wê destkeftî û aramiya herêmê tê bibe. Ji bo wê yekser jin û ciwanan dike armanc, ji ber avabûna û pêşxistina civakê bi destê wan e.”

‘Bi şerê leşkerî armancên dijmin pêk nehat, şerê taybet da destpêkirin’

Resûl eşkere kir ku ji ber armancên dijmin bi derbaskirina çeteyên DAIŞ’ê û dagirkirina hin bajarên me neçû serî, êdî şerê taybet da meşandin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk û gelek hêzên din ên ku li dijî herêmê kar dikin ji ber armancên wan bi derbaskirina çeteyên DAIŞ’ê û dagirkirin hin bajarên me neçû serî bi taybet armancên dewleta Tirk. Ji ber li hemberî xwe hêzêke xurt û birêxistinkirî dîtin, lewma li dijî herêmê dest bi şerekî taybet kirin. Şerê taybet jî ji şerê leşkerî xetertire ku li ser mirov dide meşandin beyî ku mirov di ferqa wê de be. Li herêmên dagirkirî mîna Serêkaniyê madeyên hişbir hatin çandin ji aliyê dewlet Tirk û çeteyên wê ve, da ku ji wan herêma derbasî herêmên me bikin. Di heman demê de gelek sîxorên xwe li dijî herêmê bikar anîn û xwest bi rêya wan hemû xerabiyan pêk bînin.”

‘Di nava salekê de hejmareke zêde ji madeyên hişbir hatine desteserkirin’

Esed Resûl anî ziman ku ew bi erkên xwe radibin û operasyonên berfireh ji bo tunekirin û kontrolkirina madeyên hişbir didin destpêkirin û wiha domand: “Li Kantona Cizîrê di nava salekê de me hejmareke zêde ji toreyên madeyên hişbir girtin. Di heman demê de em gelek operasyonan pêk tînin, da ku rê li hemberî vê yekê bigirin. Bajarên ku herî zêde li Kantona Cizîrê madeyên hişbir lê têne girtin jî weke Qamişlo û Hesekê ye, ew jî ji ber lingên nenas derbasî wê dibin, hem jî ji aliyê Reqa û Dêrazorê madeyên hişbir derbasî alanên me dibin, destê dewleta Tirk jî di vê yekê de heye ku ew li pişt vê yekê disekine. Ji bo em rê li hemberî vê yekê bigirin, xetên me yên gerim ku 24 seatan li ser karin hene, ew jî veşartineke xwe heye, li kêleka wê em pêngavên hişyariyê li dibistan, komîn, tax, bajar û hwd… pêk tînin, hem jî biroşûran belav dikin. Lê ereka sereke li ser milê malbatê ye.”

‘Kesên madeyên hişbir bikar tînin sûcan pêk tînin’

Esed Resûl diyar ku kontirola wan li ser rêyên ku madeyên hişbir tê re derbas dibin hene û hin rê jî hîna nehatine eşkerekirin û wiha got: “Ji bo derbaskirina madeyên hişbir li herêmê rêyên wan hene ku ji wan nêzî 4 rê em li ser kontirolê dikin, lê hin rê hene hîna şopandina me ji bo wan heye, ji ber heya niha nehatine eşkerekirin. Sûcên cînayetê ji kesên ku madeyên hişbir bikartînim çêdibin ku ew kes dikare kuştin, dizî û tundiyê li malbatê bike û hem jî destdirêjî jî pêk bîne. Hemû sûc bi rêya madeyên hişbir pêk tê. Kar û xebatên me jî li dijî madeyên hişbir bi rengekî qanûnî di rêya dozgeriya giştî re tê kirin ku her tişt fermiyeta wê heye. Herwiha 3 bendên madeyên hişbir hene ji wan bikaranîn, belavkirin û bazriganî, girtiyên van her bendan jî diçin dozgeriya giştî ango li dadgehê têne cezakirin.”

‘Bi hemû hewldanên xwe em ê madeyên hişbir li herêmê nehêlin’

Esed Resûl axaftina xwe wiha qedand: “Em bang li gelê xwe dikin ku bi me re alîkar bin, dema ew gûmanê li ser kesnan bikin me agahdar bikin. Di heman demê de hêviya me ji ciwanên me ew e ku ew dûrî madeyên hişbir biçin û jiyana xwe nexin nava metirsiyê de. Herwiha em jî soz bi gelê xwe re didin ku em ê bi hemû hewldanên xwe madeyên hişbir li herêmê nehêlin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.