Ronahî Sadûn/Qamişlo
Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Mihemed Mistefa Elî diyar ku li hemberî êrişên berdewam ên li ser herêmê QSD’ê xwedî bersiva xurt e, heya niha jî DAIŞ xwe zindî dike, ji bo wê girîngiya Sûriyê û giştî cîhanê bi QSD’ê heye û got, “Dema QSD’ê çek rakir armanca wê parastin û aramiya gel bû.”
Bi dirêjahiya şoreşê, avakirina Rêveberiya Xweser û hêza QSD’ê re êrişên bi plan li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin. Ev êriş armanca wan jî diyar e ku dixwaze ev rêveberî û hêza leşkerî têk biçe, aramî li herêmê nemîne û dagirkerî berfireh bibe. Lê li hemberî wan bersivên xurt ên hêza QSD’ê tên dayîn.
Derbarê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet aliyên Dêra Zorê û Dêr Hafirê, rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Mihemed Mistefa Elî ji Rojnameya me re axivî.

‘QSD’ê hêza sereke li hemberî DAIŞ’ê ye’
Mihemed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Hêza sereke ku şerê çeteyên DAIŞ’ê kir û heya roj îro jî dike QSD’ê ye. Yên ku dibêjin me şerê van çeteyan kir ne rast e, ji ber cîhan hemû jî bi çavên xwe dît û bûn şahidê wê, dema ku QSD’ê şerê DAIŞ’ê dikir tu hêz tunebû şerê wê bike, tenê hêzên cîhanî weke Koalîsyona Navdewletî bi şerê li hemberî DAIŞ’ê bi me re bûn. Di heman demê de di hemû pêngavên li dijî DAIŞ’ê em û hêzên Koalîsyonê bi hev re dikin.”
‘Hikumeta veguhêz dixwaze sûcên xwe binixumîne’
Mihemed anî ziman ku bi nav komên çete di bin serweriya hikumeta Sûriyê de ne, lê ew girêdayî dewleta Tirk in û wiha got: “Rast e hikumeta Sûriyê li ser ragihandinê tê gotin ku giştî girêdayî wîzareta parastinê ye, lê li ser erdê her aliyek serbixwe ye. Heya niha çeteyên girêdayî Tirkiyê ku tên naskirin bi Sultan Murad, Silêman Şah, Hemzat, Emşat û hwd… her yek ji wan bi serê xwe êrişan pêk tîne û gel armanc dike. Beriya çend rojan jî li aliyê Dêr Hafirê êriş li ser sivîlan çê bû ku di encamê de hin sivîl şehîd bûn û hin jî bi giranî birîndar bûn. Lê hikumeta veguhêz ji bo xwe ji van êriş û komkujiyan dûr bixe, QSD’ê tewambar dike. Herwiha Dewleta Tirk naxwaze hêzeke birêxistinkirî li hemberî êrişên wê bisekine, lewam êrişên wê li her hêz û herêma me nayên rawestandin.”
‘Li hemberî her êrişekê wê bersivek xurt bê dayîn’
Mihemed wiha pê de çû: “QSD’ê li hemberî her êrişekî bêdeng namîne û xwedî bersive, besiva wê jî xurt e û armanca wê parastina gel e. Ji ber dema QSD’ê çek rakir armanca wê ya sereke parastin û aramiya gel bû. Tu carî me şerê tu kesî nekiriye lê dema êrişî me bikin, em jêr amade ne û em xwedî bersiv in. Her diçe jî hêza me xurt dibe, gavên me her dem bi pêş de ne û tu carî em bi paş de naçin. Armanca me ne ku em herin alan an jî deverên din bigirin û bixin bin serweriya xwe, armana me tenê ew e ku parastina gel û herêma xwe bikin.”
‘QSD’ê ne hêzeke normal e, hêza birêxistinkirî ye’
Mihemed Mistefa Elî axaftina xwe wiha qedand: “Piştî dayîna bi hezaran ji bedêlên giranbuha em çekê xwe bernadin û ne çekan datînin. Em ê parastina gelê xwe bikin heya ku lihevkirineke pêk bê li ser bingehê nenavendîbûnê û misogerkirina siberojeke azad a gelan. QSD’ê ne hêzeke normale lê hêzeke birêxistinkirî û xwedî tucûrbeyên bi dehê salan e. Heya niha DAIŞ xwe birêxistin û zindî dike, hêza li hemberî wê şer dike jî QSD’ê ye ji bo wê girîngiya Sûriyê û giştî cîhanê bi QSD’ê heye.”





