Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevseroka Şaredariya Wargeha Mexmûr Fatma Bîlen destnîşan kir ku bi polîtîkayên qirêj hikumeta Îraqê ya navendî ambargo li ser kampa Mexmûrê ferzkiriye; “Ev yek bi armanca pêkanîna pilan û siyasetên dewleta Tirk a dagirker tê pêkanîn.”
Ji 10’ê Nîsana 2025’an de Hikumeta Îraqê ya navendî ambargo daniye ser wargeha Mexmûrê, ambargo çûn û hatinê, derketina nexweşan û anîna kelûpelan qedexekiriye. Bi awayekî berfireh ev ambargo tê pêkanîn, berî niha jî di sala 2019’an jî ji aliyê PDK’ê ve dest pê kir. Bi berxwedaniyeke mezin şêniyên wargehê li dijî ambargo disekinin. Armanca vê ambargoyê ew e ku dewleta Tirk a dagirker îradeya gelê Mexmûrê bişkîne da ku herêmê bi giştî bixe bin kontrola xwe.
Girêdayî vê mijarê Hevseroka Şaredariya Wargeha Mexmûr Fatma Bîlen ji Rojnameya me re rewşa Wargeha Mexmûrê ya dawî anî ziman.
Hevseroka Şaredariya Wargeha Mexmûr Fatma Bîlen anî ziman ku ji sala 1994’an ve heya îroj li dijî pilanên dewleta Tirk û hevkarên wê şêniyên Wargeha Mexmûrê tevî zor û zehmetiyan û dorpêçkirinê vala derxist û wiha got: “Ji sala 2019‘an de dewleta Tirk wekî PDK’ê dike û ji bo pêkanîna aramancên xwe, PDK’ê ambargo li ser wargehê ferzkiribû ji bo tunekirin û teslîmkirina îradeya gelê wargehê, lê xeyalên wan vala derket bi saya sekin û berxwedaniya şêniyên wargehê.”
Fatima Bîlen wiha lê zêde kir: “Dewleta Tirk dîsa dixwaze siyaseta xwe ya qirêj berdewam bike, vê carê hikumeta Îraqê ya navendî weke alav bi kar tîne, ji 10’ê Nîsana 2025’an ve ku ev pênc meh derbasbûne, ambargo li ser wargehê hatiye ferzkirin, destûr nadin kesên nexweş derkevin dervê kampê, çûn û hatin qedexe ye, nahêlin kes derkeve ji bo peydakirina pariyê nanê xwe, li hember xwendekaran rê tê girtin ku herin zanîngehan, derbasbûna kel û pelan herwiha peydakirina pêwistiyên gel têne astengkirin. Kel û pelên ku dikevin wargehê jî di bin kontrolê de derbas dibin. Ji bo xebatkarên ku dixwazin derkevin kar bikin lîste tê dayîn û teslîmî hikumetê tê kirin da ku destûr bê dayîn, hin caran tevî ku navên şêniyan di lîsteyê de be jî têne girtin û binçavkirin. Vê ambargoyê hin caran hişk dikin û hin caran sist dikin bi giştî nêzîkatiyên hikumeta Îraqê tu guhertin tê de çênebûye.”
‘Dixwazin wargehê belavbikin di milê siyasî de’
Fatima Bîlen diyar kir ku nêzîkatiyên leşkerî û siyasî bi niyeta belavkirina wargehê ye û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk û Îraqê dixwazin di vê pêvajoyê de rol û mîsyona gelê wargehê û statûya siyasî ku bi salan bi bedel û kedeke mezina bidestxistiye dest bavêjin ser û polîtîkayên qirêj li ser wargehê bidin meşandin. Careke din berxwedan, sekin û helwesta şêniyên wargehê parastina me kiriye, êdî dagirker ketine wê ferqê ku ev gel nayê xapandin, tawîzan nade û teslîmiyetê qebûl nake. Bi bengewaziya Rêber Apo ji bo aştî û civaka demokratîk wargeha Mexmûrê roleke girîng da meşandin û ji gelek milî ve pêşketin di nava civaka kampêde pêkhat.”
‘Divê gelê kurd yekîtiya xwe ava bike’
Hevseroka Şaredariya Wargeha Mexmûr Fatma Bîlen wiha gotina xwe qedand: “Di van demên hestiyar de divê gelê kurd yekgirtî be û yekîtiya xwe avabikin li her çar parçeyên Kurdistanê, Rêber Apo jî bi dehan caran banga vê yekê kiriye. Tevî banga Rêber Apo û ragihandina çekdayînê lê hîn jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên medyayê nesekinandiye û heta îro berdewam e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya li hember êrîşan neguhertiye û ji van polîtîkayan paşve gav neavêtiye. Ji ber vê yekê pêwîste ku ji şaştiyên xwe vegere, da ku bi hev re li seranserî Kurdistanê xwedî li hev derkevin ji ber dem dema zadiyê ye.”





