Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Seîd Evran di 2’emîn Salvegera Şahadeta xwe de li bajarê Qamişlo hat bi bîranîn

22/09/2025
in NÛÇE
A A
Şehîd Seîd Evran di 2’emîn Salvegera Şahadeta xwe de li bajarê Qamişlo hat bi bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/Qamişlo

Yekîtiya Ragihandina Azad li bexçeyê xwendinê ya bajarê Qamişlo di salvgera 2’emîn a şehîd Seyîd Evran de bi bîr anî.

Yekîtiya Ragihandina Azad bi tevlîbûna Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, endamên Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên leşkerî û partiyên siyasî û şagirtên Şehîd Seyîd Evran li bexçeyê xwendinê ya bajarê Qamişlo û li goristana Şehîd Delîl Saroxan 2’emîn salvegera Şehîd Seyîd Evran bi bîranîn. Herwiha di destpêkê de axaftin hatin kirin û sînevîzyonek li ser jiyana Şehîd Seyîd Evran ve hat kirin, di heman demê de beşê duyemîn jî muzîk hate pêşkêş kirin.

Di destpêkê de xuleyek bê deng li ser giyanê şehîdan hate rawestandin, piştre li ser navê Ragihandina Azad Bûnyat Cizîrî Salvegera duyemîn a Şehîd Seyîd Evran bibîr xist û got: “Di serî de em bejna xwe li hemberî Şehîd Evran û hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Herwiha Şehîd Seyîd Evran di nava rewşa ku li bakur kurdistanê a xirab xebatên ragihandinê didan meşadin. Piştre tevlî Tevgera Azadiya bû. Heval Seyîd Evran hem şoreşger û hem jî rojnamevanekî mezin bû. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, derbasî Rojava bû û hemû zanistiya xwe li Rojavayê Kurdistanê ji ciwanan re parvekir, di heman demê de em ê heta dawiyê li ser xeta Şehîd Seyîd Evran têkoşînê berdewam bikim.”

Di heman demê de, li ser jiyana şehîd Seyîd Evran silviyoneke hat dayîn, herwiha Rojnamevan Stêrik Gilo wiha axivî: “Şehîd Seyîd bû mûmayê Ragihandina azad, herwiha ji gelek nifşan re rêya heqîqet û rastiyê nîşan da, di heman demê de li her çar perçeyên Kurdistanê ked û xebateke bê hempa da meşandin. Hertim bi hêz û îradeyeke xurt karî dengê gelê kurd bighîne cîhanê, lewra pêwîste her kesê ku îro roj cihên xwe di nava ragihandina azad de digire li ser vê şopê bimeşe û armanca serkeftinê pêk bîne”

Li ser navê malbata Şehîd Seyîd Evran ve Sara Evran ve nameya Şehîd Seyîd Evran a dawî hate xwendin. Piştre

Fermandar YPJ’ê Nisrîn Ebdela wiha axivî: “Min Şehîd Seyîd Evran di sala 2004’ an de di nava qada ragihandinê de naskir, di wê demê de têkilyeke min a xurt bi wî re çêbû. Lê raste ku gelek mamosteyên min hebûn lê mamosteyê min Şehîd Seyîd Evran bû, herwiha beriya ku şehîd Seyîd Evran şehîd bikeve nemeyek ji bo min rêkir. Wê şehîd Seyîd Evran mamosteyê min be û ez ê li kêleka karê parastinê karê rojnemevantiyê berdewam bikim”.

Piştre hemû mêvan berê xwe dane goristnan Şehîd û mûm li ser gora Şehîd Seyîd Evran pêxistin, herwiha li goristanê hevserokê Mecilsa malbatên Şehîdan Mihyedîn Silêman û Şêwermendê Ragihandina Azad Bûnyat Cizîrî soza li ser şehîdan şehîdan nûkirin û gotin: “ Em ê hate dawiyê li ser şopa şehîdan berxwedanî û têkoşînê berdewam bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.