Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Hunera Jinan, Rûmeta Civakê Ye”

22/09/2025
in NÛÇE
A A
“Hunera Jinan, Rûmeta Civakê Ye”
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Weqfa Jina Azad a Sûriya Pêşangeha Karê Destan ya 10’emîn bi dirûşmeya “Hunera Jinan, Rûmeta Civakê Ye” li bajarê Qamişlo vekir û têde zedeyî 200 berhemên ku bi dest û ramanên jinan çêbûne, hatin pêşandan.

Weqfa Jina Azad a Sûriya bi armanca pêşandana berhemên ku bi destê jinan hatine çêkirin, pêşangehek li navenda xwe ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo vekir.

Di vê pêşangehê de bêtirî 200 berhem ji aliyê 9 jinên Kurd, Ereb, Suryan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine çêkirin, hene. Berhemên ku hatibûn beşdarkirin jî; cil û berg, tûrikên milan ên folklorî, peykerên biçûk, amûrên çandî yên kevnar, wêne û hwd…bûn.

Piştî wê jî bi stran, çepkan û pêşwaziya mêvana pêşangeh hat vekirin, hin nûnerên rêxistinên jinan serdanan vê pêşangehgê kirin.

Di destpêkê de berî ku pêşangeha were vekirin rêvebera Weqfa Jina Azad a Sûriya Siltana Xişo wiha got: “Di serî de armanca me ew e ku rola jinê, bîr, ked û ramanên jinan bidin diyarkirin. Lewma jî me xwest ku di salvegera avakirina Weqfa Jina Azad a Sûriyê de pêşangeha xwe vekin û tê de xebat jinên weqfê û keda wan bi rengekî xweş û estetîk bidin pêşandan. Niha xebata me, ji bo jinan li ser asta tevahiya Sûriyê tê meşandin. Komîte û navendên me ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûiriyê hene, me di dema dawîn de li Şamê jî şaxekî weqfê da avakirin, di dema pêş de jî em ê hewl bidin ku li tevahiya bajarên Sûriyê xebata ji bo piştgiriya jinan bidin meşandin. Em kêfxweş bûn bi hatina we û bi hêvî ne hûn demeke xweş di vê pêşangehê de derbas bikin.”

Herwiha hemû kesên beşdar li hola pêşangehê li hemû berheman nerîn û berhem jî dikirîn.

Mêvan hîna sardana pêşangehê dikin, hêjayî bibîrxistinê ye ku Pêşangeha Karê Destan li ser asta rojekê ye û wê di demjimêr 3’ê nîvro de bi dawî bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.