Elî Roj
Di lêgerîna qehîqetê de gelek rê û rêbaz hene, lê di destpêkê de pêwîste ku mirov ji rastiya xwe û ji naskirina xwe destpêbike û derdorê xwe, civak û gerdûna ku têde dijî nasbike.
Mirov bi naskirin, lêkolîn û şopandina ji hemû rewş û guhertinên di civaka ku têde dijî hebe û pêzanîna wî ji bûyerên ku diqewimin çêdibe, wê gavê hin bi hin xwe dighîne rastiyan. Mebesta vê yekê jî ew e, ku mirov pêwîste di her tiştî de û ji beriya ku bikeve ser riya naskirina civaka xwezayî û civaka mirovan, di serî de xwe nasbike û bi riya naskirina xwe bikeve ser riya heqîqeta naskirina civak û gerdûna ku têde jiyan dike. Rêbazê ku mirov dide meşandin ji bona ku bighêje rastiyan gelek giring e, ji ber ku gelek caran mirov dikeve ser riya şaş û di wê riyê de berdewam dike û tu encaman ji rêveçûna xwe nagire, ji ber rêbazên ku bi kar tîne xizmeta gihandina armanca ku dixwaze pêkbîne nake.
Civak xwedî ezmûne û xwedî jiyaneke komînale û pêwîste ku di vî warî de mirov hêza civakbûnê ya xwezayî, jiyanî, dîrokî û felsefîk nasbike û li gorî wê cihê xwe di nav de bigre û li ser destkeftiyên ku bi keda mirovan pêkhatine zêdebûnekê ava bike. Ji milekî din ve jî hêza mîtolojiya, ol û baweriya ku di vî warî de pêkhatî piştquh neke.
Di serî de mîtolojiya, ol, felsefe û zanist bandoreke xwe ya yekser li ser mirovan dike û her yekê ji van berê mirov dide riya xwe gihandina rastiyan. Gelek caran mirov dimîne behitî û nizane di kîjan riyêde bimeşe.
Dema ku mirov bi rengekî serbest û azad û ne di bin bandora hişmendiyeke teng û parçe de bihizire û bi asoyên fereh bi xwe re bikeve nava guftoguyan, wê demê tekez wê bikaribe riya rast ji bona xwe hilbijêre. Lê ji ber ku hişê mirov bi gelek qeyd û bendan hatiye dorpêç kirin û di bin bandora sistemê kaptalîs û amûrên wê yên medyaya mecazî de dijî, raman û hizrîna wî ji gelek milan ve felcbûye û nikare bi rengekî rêk û pêk bihizire û çarenûsa xwe destnîşan bike.
Dema ku meyzandin û çavlêkirina hev di gelek mijarên jiyanî de çêdibe, wê gavê riya hizrîn, têgihiştin û lêkolînê li cem mirov dixetime. Pêşketina amûrên teknîkê û zanista ku bi destê sîstema kaptalîst di roja îro de pêkhatî û mijûlbûna mirovan a bê sînor bi amûrên teknolojiyê ve, hişê mirovan ditevizîne û dibe sersebebê ku hest û hizrandin paş bikeve û mirov ji civakbûnê û jiyana komînal dûr bikeve.
Mijûlbûna mirovan a zêde û bê quntirol bi enternêtê û hemû beşên medyaya mecazî ve, dibe sersebebê ku jiyana têde dijî li ber çavê wî reş bibe û lêgerîna wî li jiyaneke xeyalî û ya ji rastiyê dûr pêşbikeve. Li gorî vê yekê hertim hewildana wî ew e, ku bibe xwediyê wê jiyanê û ew wilê dihizire ku jiyana di hizrê xwe de ava kiriye wê têde hemû daxwazên wî pêkwere.
Lê dema ku ev yek di rasteqînê de pêkneyê wê demê tu wateya jiyanê ji bona wî namîne û carcaran hemûn û nebûna wî di jiyanê de dibe weke hev û di jiyana xwe de şikandineke derûnî jiyan dike. Rewşa ku gelek ciwan têde dijîn jî ev e, û ji bona ku ev rewş were derbaskirin, di serî de pêwîste ku malbat xwedî li zarokên xwe derkeve û bi çavdêriyke bi hestiyar hemû hûrguliyên jiyana wan bişopîne û di hemû warên jiyanê de bi wan re bibin alîkar, ne tenê mîna bav û dayik nêzî zarokên xwe bibin, lê belê mîna hevalekî bikaribe derbasî kûrahiya jiyana wan bibin û ji hemû êş û derdên wan re bibin derman. Ger ku mirov li xwe vegere û rastiyên jiyan û civaka ku têde dijî nas bike, wê gavê pêwîste ku li dengê giyan, hest, raman û dilê xwe guhdarî bike û hertim hewildanê wî ew be ku civakbûnê û jiyana komînal ava bike û xwedî li wê derkeve. Dema ku mirov ev yek di jiyanê de pêkanî wê gavê wê xwe jî mîna parçeyek ji civakê û jiyanê bibîne û civaka xwe nasbike, pêşbêxe û biparêze.





