Ronahî Sadûn/Qamişlo
Înîsiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê encamê kampaniya “Ez dixwazim Abdullah Ocalan bibînim” ku di 20 Tebaxê de hatibû destpêkirin, ragehand.
Di çarçoveya piştgiriya banga dîrokî ya aştî û civaka demokratîk ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, Foruma Ewropî ya Azadî û Aştiyê kampanyeke navneteweyî bi silogana “Ez dixwazim Abdullah Ocalan bibînim” da destpêkirin.
Li ser heman bingehê, di 20’ê Tebaxê de Înîsiyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan kampanyeke berfireh dan destpêkirin û di 10’ê Îlonê bi dawî bû.
Di derbarê bidawîbûna kampaniyê û encamê wê de, îro li bajarê Qamişlo ji aliyê Înîsiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi tevlîbûna Saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl û parêzeran li pêş avahiya wê daxuyaniyeke nivîskî bi zimanê erebî û kurdî hat dayîn û tê de hate diyarkirin ku 2 hezar û 541 kes beşdarî kampaniyê bûne.
‘Kampaniyê dengvedaneke berfireh dît û gelek alî beşdar bûn’
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li ser bingeha banga dîrokî ya ji bo aştî û civakeke demokratîk, ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkirin ku bangeke samîmî ji bo xurtkirina nirxên demokrasî, aştî û jiyana hevbeş di navbera gelan de radigihîne, Foruma Ewropî ya Azadî û Aştiyê kampanyeke navneteweyî bi silogana “Ez dixwazim Abdullah Ocalan bibînim” da destpêkirin.
Di 20’ê Tebaxê de, Înîsiyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi rêya destpêkirina kampanyeke berfireh di bin heman dirûşmeyê de, ku li parêzgehên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek bajarên din ên Sûriyê, bersiva vê bangê dan.
Vê kampaniyê dengvedaneke berfireh dît û gelek alî beşdar bûn: “Çalakvanên mafên mirovan, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîran, melayên olî, bijîşk, endezyar, û her wiha nûnerên komên etnîkî û olî yên cihêreng li Sûriyê, di nav de Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Êzîdî, Tirkmen, Çerkez, û her wiha mezhebên cuda yên Îslamî (Sunnî, Elewî, Îsmaîlî û Durzî) jî tevlî bûn. Hejmarek ji kesayetiyên navdar ji Şam, Heleb, Laziqiyê, Tertûs, Hums, Deraa, Quneytra, Siweyda û Îdlibê jî tevlî bûn.”
‘2 hezar û 541 kes tevlî kampaniyê bûn’
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê encamên kampaniyê tevî nameyekê ji saziyên navneteweyî yên têkildar e bê şandin û wiha hate gotin: “Bi boneya Roja Aştiyê ya Navneteweyî ya 2025’an, ku îsal bi silogana “Ji bo cîhaneke aştiyane tevbigerin” ku di 21’ê Îlonê de tê lidarxistin, em bi kêfxwşî ji raya giştî re radighînin ku kampanya çalakiyên me di 10’ê Îlonê de bi beşdariya 2,541 kesan ji beşên cûda yên civakê bi dawî bû. Encamên vê kampanyayê, tev nameyek fermî, dê ji van saziyên navneteweyî yên têkildar re werin şandin:
-Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî.
-Komîteya Ewrûpî ya dijî Îşkenceyê (CPT).
-Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewrûpayê.
-Konseya Mafên Mirovan – Neteweyên Yekbûyî.
-Wezîrê Dadê yê Komara Tirkiyê.
‘Daxwaza me di çarçoveya mafên bingehîn ên mirovan de ye’
Daxuyaniya Înîsiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û wiha hat qedandin: “Bi pêşkêşkirina vê daxuyaniyê, em piştrast dikin ku daxwaza me di çarçeveya mafên bingehîn ên mirovan de ye, ku di serî de mafê azadî, aştî û dad. Em hêvî dikin ku ev bangewazî li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî û peymanên Neteweyên Yekbûyî, ji aliyên peywendîdar ve bi baldarî û berpirsiyarî were dîtin.”





