Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Seyîd Evran rênîşandanê riya rastiyê bû’

21/09/2025
in ROJEV
A A
‘Seyîd Evran rênîşandanê riya rastiyê bû’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevserokê Yekîtiya Raghandina Azad Idrîs Henan destnîşan kir ku şehîd Seyîd Evran stûna raghandina azad bû û got; “Şehîd Seyîd Evran rênîşandanek bû ku her dem di nava nûjeniyê de bû, lewma şagirtên wî nûjenî jiyan dikirin û pê re pêş diketin.”

Şoreşger û rojnamevan Seyîd Evran, ji Bakur heta Başûrê Kurdistanê, ji çiyayên Kurdistanê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rastiyê têkoşiya. Wî kadroyên pispor ji bo çapemeniya azad afirand. Seyîd Evran, yek ji stûnên çapemeniya azad li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, di 22’ê Îlona 2023’an de di encama krîza dil de şehîd bû.

Têkildarî salvegera şehdeta Seyîd Evran Hevserokê Yekîtiya Raghandina Azad Idrîs Henan ji Rojnameya me re axivî.

‘Seyîd Evran stûnê Raghandina Azad e’

Idrîs Henan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku her şehadeteke sûreke heqîqet û lêgerîneke rastiyê ye ku weke nirexekî exlaqî di bîra gelan de tê çandin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê ev nirx ji nifşekî radestî nifşekî din tê kirin, ancex wateya şehadeta pêşengên azadiyê û siwarên heqîqetê mîna rêheval şehîd Seyîd Evran wiha bê şîrovekirin. Şehîd Seyîd Evran yek ji stûn û damezirînerên Raghandina Azad li Rojavayê Kurdistsanê ye, di sala 2012‘an derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û di avakirina raghandina azad de roleke sereke lîst, herwiha pêşxisetina raghandinê girt ser milê xwe.”

‘Seyîd Evran rênîşandanê kar bû’

Idrîs Henan destnîşan kir ku rêheval Seyîd Evran rênîşandeneke kar bû û heqîqet ronî dikir û wiha anî ziman: “Şehîd Seyîd Evran rastî raberî me dikir, awayên ji bo gihaştina heqîqetê nîşanî me dida, rêbazên perwerde, nêzîkatî, avakirina kesayet û danasîna heqîqetê bi tecrûbeya xwe ya xebata bi dehan salan bi  me re parve dikir. Teorîk û pratîk bi hev re girê dida û weke encamnameyekê rasterast radestî me dikir û em ber bi heqîqetê ve dimeşiyan. Ji bo pirs, lêpirsîn û lêgerînê destê wî vekirîbû ji alîkariyê re, ew di wê ferqê de bû eger kesek hewcdariyê pêrwerde bû, hîs û têghiştineke wisa li gel hebû, ev jî di encama daneheva wî ya ezmûnên bi dehan salan li çar beşên din yên Kurdistanê herwiha li Rojhilata Navîn xwedî tecrûbe û ezmûneke gelekî mezin bû ku dikarîbû kesayeta rojnamevan şîrove bike, lewre jî bêyî ku em hewcdariyê xwe jê re bêjin zanîbû, yên hewcdariyê perwerdê û diketin kêmasiyan wan fêrî derbaskirinê dikir, xwedî terzekî wiha bû lewma her kes bi kesayeta wî hatibû girêdan û her kes pê hatibû bandorkirin.”

Idrîs Henan da zanên ku ew kesên bi şans in ku perwerde di bin destê şehîd Seyîd Evran de dîtine û şagirtên wî ne û wiha got: “Her tiştê me dixwest, mereq dikir û lêpirsîn li ba me çêdibû pir bi hêsanî destek dida, ew xwedî hêzeke mudaxele yên çareserker bû, ji ber vê jî tu asetngî çênedibû. Her kesê ku destpêka şoreşa 19 ’ê Tîrmehê dest di nava xebatên rojnamegeriyê kar kiriye bi şans bû ku bi rêheval Seyîd Evran re xebitî ye, ji ber vê yekê şagirtên wî heya vê kêliyê bi serbilindî dibêjin weke nîşanekê bû li ser sînga me.”

‘Peywira Seyîd Everan wê şagirtên wî berdewam bikin’

Hevserokê Yekîtiya Raghandina Azad Idrîs Henan tekez kir ku şehadeta Seyîd Evran ji bo sazûmaniya Raghandina Azad xisareteke pir mezin bû û wiha gotinên xwe qedand: “Kesayetên mîna şehîd Seyîd Evran qet nayên ji bîr kirin, em ê her meşeleya ku vêxistiye ronî bihêlin. Şehîd Seyîd Evran xwedî baweriyeke mutelq bû ku dizanî her şopeke ku di nava şagirtên xwe de çêkiriye wê bi sedan rojanamevan erk û peywira wî berdewam bikin, ew keseke afirîner û çareserker bû, her dem bi îsrar tev digeriya û gav ne avêt paş, lewma xwe dûbare nedkir her dem di nava nûjeniyê de bû û kesên derdor û şagirtên wî di nava nûjeniyê jiyan dikirin û pê re pêş diketin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.