Dîlan Mulhem\Qamişlo
Parlementera DEM Partî Newroz Oysal diyar kir ku heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve tu gavên pratîkî ji bo pêvejoya Aşîtî û Civaka demokratîk nehatine avêtin û got,“Pêwîst e dewleta Tirk ji aliyê xwe ve gavan bavêje.”
Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo banga aşîtî û civaka demokartîk kir, herwiha vê di Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê deng veda. Di heman demê de, li ser vê bangê Tevgera Azadiyê (PKK) kongrê xwe yê 12 emîn li darxist. Li ser banga Rêber Apo bi dawî kirina şerê çekdarî anî û komek ji PKK’ê bi merasîmeke sembolîk çekên xwe şewitandin, ev yek jî weke nameyekê bû ji bo tevahî cîhanê û hêzên dijber ku em şerê çekdarî radiwesînin û ji bo doza gelê Kurd û Kurdistanê derbasî qonaxa siyasî û qanûnî dibin. Lê heta niha dewleta Tirk tu gavên berbiçav neavêtiye.
Di vê çarçoveyê de Parlementera DEM Partî Newroz Oysal ji Rojnameya me re axivî.

‘Heta niha dewleta Tirk gavên piratîkî neavêtine’
Newroz Oysal anî ziman ku heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo pêvejoya Aşîtî û Civaka Demokratîk gavên piratîk nehatine avêtin û wiha got: “Di vê pêvejoya ku em tê re derbas dibin gavên gelekî mezin hatin avêtin, di heman demê de li ser banga Rêber Apo komek ji PKK’ê bi merasîmeke sembolîk çekên xwe şewitandin û derbasî qonaxa siyasî bûn. Ev gavên mezin li ser çareserî û aşîtiya bi israrkirina gelê Kurd bûn. Ev yek jî bi aweyekî dîrokî, felsefî, nêzîkatî û miovahiyê de rasterast e, israkirin û çareseriya vê yekê di şexsê Rêber Apo û tevgera azadiyê de tê xuyakirin. Ji ber ku perspektîfa mirovahiyê, netewa demokratîk û çareseriyê bi kûr û israr e. Em mijara azadî, wekhevî, aşîtî û wekheviya mayînde dinirxînin, lê dewleta Tirk bi aweyekî ewlehiyê pêvejoya aşîtî civaka demokartîk dinirxîne. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk ji aliyê xwe gavên cidî bavêje, da ku civaka demokratîk were avakirin û mafê hêviyê pêk bê.”
‘Niha danûstandin tên kirin da ku pêvejo di nava civak û asta siyasî de berferh bibe’
Newroz da zanîn ku komisyon bi kedeke mezin hate avakirin û wiha pê de çû: “Ev komisyon bi du armancan hate avakirin, ya yekemîn pêwîstiya vê pêvejoyê di asta zagonî de pê hebû, da ku di aliyê hiqûqî de bingeha wê ava bibe. Herwiha armanca duyemîn jî bi bingeha siyasî ve girêdayî, herwiha da ku dewleta Tirk tevahiya siyaste xwe bibîn e. Di heman demê de, xebatên ku werin kirin di vê komisyonê de her du armancan bingeh digirin. Em niha danûstandinan dikin, da ku ev pêvejo di nava civak û asta siyasî de berferih bibe. Lê ruxmî vê yekê heta niha dewleta Tirk ew lezgînî, hewcedarî û dema daniya pêşiya xwe pêk ne anî ye.
Komisyonê civîna xwe ya 10 emîn lidarxist, tevahiya saziyên hiqûqî, siyasiyên mafên mirovan, dayîkên aşîtiyê û hwd… lê beşdar bûn. Herwiha pêwîst e ev komisyon ji van civînan encam, nexşeriyekê ava bike û pilansaziyekê bike. Ev komisyon heta 1’ê Cotmihê dema diyar li pêşiya xwe danî ye. Lê civîna yekemîn heta dawiya vê salê wê berdewam bike û di vê mihê de wê mijara guhdarbûnê bi dawî bibe.
Newroz Oysal eşker kir ku Rêber Apo bi isrbûneke xurt nêzî pêvejoya niha dibe û wiha got: “Nêzîkatiya dewleta Tirk ji destpêka pêvejoyê ve çi qasî esas be, lê naxwaze li gorî çarenûsa Tevgera Azadiyê pêvejoya aşîtî û civaka demokartîk pêş bikeve. Herwiha dewleta Tirk dixwaze ku li gorî çarenûsa xwe teng û berjewendiya xwe yên dewletê pêvejoyê sînordar dike. Ji bo vê hem aşîtî û hem jî avakirina civaka demokratîk asteng dibe, da ku ev zehmetî werin şikandin ne tenê li gorî diyalok û hevdîtinan be, lê em weke şandeya DEM-Partî nîqaş û danûstandinan bi hêzan re dikin, herwiha bi hêzên dijî siyaseta em diyalokê bi wan re jî dikin. Da ku aşîtî û civaka demokratîk were avakirin.”
Parlementera DEM Partî Newroz Oysal axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e civak xwe birêxistin bike. Ji bo ku ev yek derkeve pêş pêwîst e nêzîkatî û naskirinek rast li ser bingehê mîna çand, aborî, ziman, xweparstin, ewlehî û hwd.. werin kirin. Bi taybetî li ser vê yekê em nîqaş dikin, lê belê diyar e ku pêvejoya aşîtî û civaka demokratîk ne tenê bi îrad û diyaloka dewletê ve girêdayî ye, herwiha ne tenê bi daxwaz û xwebirêxistinkirina civakê ve jî girêdayî ye. Ji ber vê yekê pêwîst e îrade û nêzîkatiya dewletê hevdû temam bike, ev naskirin jî pêwîst e di asta hikûqî de were erêkirin û bingeha wê were avakirin. Da ku her du alî karibin bi hev re kar û xebatê bidin meşandin.”






