Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Hevgirtina Jinan Bingeha Avakirina Edalet û Demokrasiyê ye li Sûriyaye nenavendî û yekgirtî”

21/09/2025
in JIN
A A
“Hevgirtina Jinan Bingeha Avakirina Edalet û Demokrasiyê ye li Sûriyaye nenavendî û yekgirtî”
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Konferansa jinan bi dûrişmeya “Hevkirina Jinan Bingeha Avakirina Edalet û Demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” di 20 Îlonê de ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve hat lidarxistin.

Di 20 Îlonê de konferansa jinan bi dûrişmeya “Hevgirtina Jinan Bingeha Avakirina Edalet û Demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve li bajarê Hesekê hate lidarxistin. Herwiha gelek siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, endamên eşîrên Ereban ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, perav û Şamê, derdora 700 delege beşdarî konferansê bûn.

Di Konferansa “Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” de hate gotin ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îspat kir ku jin modeleke hevgirtî ya rêveberiyê ava dikin, mafên xwe û civaka xwe diparêzin û beşdarî nivîsandina destûra siberojê bibin. Di heman demê de, ev konferans ne tenê hevdîtinek bû ,bi qasî ku platformek stratejîk e ji bo yekkirina nêrîna jinan ji bo Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî ku mafên jinan û hemû pêkhateyên civakê biparêze û li ser îradeya azad a gelê xwe ava bibe, hate lidarxistin.

Nîqaşên konferansa jinan; Aştîya rastîn bi gefan dest pê nake

Di konferans de nîqaş li ser yekhelwesta jinan li hemberî binpêkirinên li hundirê Sûriyeyê û misogerkirina mafên wan di destûrê de hatin kirin. Di heman demê de, Aştîya rastîn bi gefan dest pê nake û şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha bidestxistina azadiyê ye. Li ser garantî kirina mafê jinan nîqaş hatin kirin, herwiha jinan diyarkirin ku pêwîst e hikumeta veguhêz a Sûriyê mafê jinan di destûra Sûriyê de bipejrîn e. Di konferans de nîqaş li ser îradeya jinên Sûriyê bingeha avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî hate kirin.

Di encamnameyê de teqezî bi pêşxistina pirrengiya neteweyî, olî û xurtkirina têkoşîna jinan li Sûriyeyê hat kirin.

Xalên encamnameya konferansê wiha ne

1- Banga pêkanîna konferanseke jinan a neteweyî hate kirin. Pêwîst e di konferansê de jinên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê li dora vîzyoneke hevpar bicivin û mafên wan ên destûrî yên li ser bingeha wekhevî, edalet û azadiyê bê mîsogerkirin.

2- Ji sedî 50’î mafê jinan a beşdarbûna pêvajoyên siyasî hate xwestin. Rêjeya ji sedî 20’î ya heyî ji ber rol û bandora jinan di civakê de nîşan nade, ne têrkêr hate dîtin û ji bo nûnertiya jinan rêjeyek wekhevtir hate pêşniyar kirin.

3- Hate diyar kirin ku divê destkeftiyên ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, ji bo hemû jinên Sûriyeyê veguherînin destkeftiyên hevpar.

4- Balê bikişînin ser girîngiya piştgirîdayîna hêzên parastinê yên mîna YPJ’ê ji bo ku jin bikaribin li dijî tundî û şer tê bikoşîn.

5- Her wiha, hate diyarkirin ku ji bo mafên jinan û demokrasiyê bi tevgerên jinan ên navneteweyî re hevkariyê bikin û dengê jinên li Sûriyeyê ji cîhanê re bê bihîstin.

6- Di konferansê de, hate destnîşankirin ku têkoşîna jinan divê bi awayekî yekgirtî were organîzekirin ku civakek exlaqî û ekolojîk ava bike û ev yek jî wê ji bo hemû beşên civakê azadî û wekheviyê bîne.

7- Hate teqezkirin ku misogerkirina beşdariya siyasî ya jinan, pêşîniyareke bingehîn e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.