Ronahî Sadûn/Qamişlo
Mala Jinê li Qamişlo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêş avahiya xwe ya bajêr daxuyaniyeke nivîskî da.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, pêkanîna edaletê û dana mafê hêviyê Mala Jinê li Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî li pêş avahiya xwe ya taxa Xerbî bi zimanê erebî da. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Mala Jin Behiya Mûrda ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Azadiya fîzîkî di mîsaqên navdewletî û peymanên netewî mafekî sereke ye, di serî de peymana navdewletî ya taybet bi mafên sivîl, siyasî û rêbazê danûstandina bi girtiyan re. Domandina bêparkirina Rêber Apo ji vî mafî bênpêkirineke ji van peymanan e. Rêber Apo jiyana xwe kir fedayî ji bo parastina rûmeta gelan û mafê wan di azadî û demokrasiyê de, Rêber Apo ramanên xwe kir meşeleya hêviyê û çavkaniya îlhamê ji bo bi milyonan kesan di Rojhilata Navîn û Cîhanê de. Domandina girtina wî ne tenê binpêkirineke qanûnî ye, lê ew weke pirsgirêke rasteqîn li pêşiya rêya aştî û aramiya herêmê ye.”
Daxuyanî wiha hat domadin: “Em daxwaz dikin ku berdana lezgîn a Rêber Apo û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî bêyî şertan bê kirin. Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û dadgeha Ewropî ya mafê mirovan berpirsyartiya qanûnî û exlaqî hildigirin ber bi vê dosyayê û ji bo bidawîkirina vê yekê pêwîst e hewlsetên xwe nîşan bidin.”
Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em jin radighînin ku azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye, têkoşîna me ji bo rêzgarkirina wî têkoşîna ji bo jiyan û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye. Em bawer dikin ku doza jinê ne dozek takekesî ye, lê ew dozeke mirovahî û exlaqî ye, hem jî ew gaveke ber bi pêkanîna aştiyeke edlane û daim di herêmê de ye. Em dengê xwe bilin dikin û daxwaza tevgereke lezgîn ji cîhanê tevahî dikin, ji ber ku azadiya Rêber Apo kilîta edaletê ye û bangeke wijdanî ji cîhanê re ku li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne.”






