Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dayîka Edla yek ji jinên Kurd yê bi hêz e

21/09/2025
in JIN
A A
Dayîka Edla yek ji jinên Kurd yê bi hêz e
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Dayîka Edila dayîkeke Kobanî ye ku  beriya Şoreşa Rojava di nava kar û xebatê de ye, di dema Rêjîma Baas’ê bi awayekî veşartî civîn lidardixistin û guhdarî axaftian Rêber Apo dikirin. Herwiha cihê xwe di şerê Kobanê û Bendava Tişrînê de jî girtiye û di şerê Efrînê de daket Efrînê da ku piştgiriya gelê Efrînê bike.

Dayîka Edila sembola jina Kurd a bi hêz e. Ew yek ji hezarên dayîkên kurd e, ku jiyana xwe bi ked, kar û xebatê ji bo Rêxistinê û tevgerê azadiyê qedandiy e. Di demeke hesas de ku deng, reng û mafê kurdan nedihat qebûlkirin, ew jinên Kurd yên bi hêz kar dikirin û nehêştin ku ziman û hebûna gelê Kurd winda bibe. Hemû jinên kurd bi Rêber Apo, gêrîlayên jin û PKK’ê bandor dibûn, ji ber vê yekê her roj israra wan ji bo azadiyê û têkoşînê mezintir dibû.

‘Ji beriya Şoreşa Rojava de di nava kar û xebatê de ye’

Dayîka Edila ew di malbetek Şehîdan, gerîla û welatparêz de mezin bûye. Ji berî şoreşa rojava de ew di nava kar û xebatê deye, lê ji ber desthilatdarî û zordariya Rêjîma Baas’ê wê bi dizî û bi awayekî veşartî kar û xebatê rêxistinê dikir. Bi awayekî veşartî hemû gelên welatparêz li malekê diciviyan û sîdiyên ku deng û vîdoyên Rêber Apo temaşe û guhgar dikirin herwiha dîsa bi awayekî veşartî civînên xwe lidardixistin. Dema ku ev gel guhdarî axaftina Rêbertî dikirin gelek pê bandor dibûn û yek ji van kesên ku gelek ji Rêber Apo bandorbûne dayîka Edila bû, ku jiyana xwe di nava kar û xebatê de derbas kiriye.

Ji biçûkaniya xwe de dayîka Edila karê paletiyê dikir ji bo ku alîkariyê ji Rêxistinê û tevgerê re bişînin. Meh bi meh wan alîkarî ji dostên tevgerê komdikir û ji tevgerê re, rêdikir.

Dayîka Edila dibêje: “Ez pir bi şansim ku min di nava Rêxistin û partiyê de kar kir. Min rêya tevgerê azadiyê û Rêxistinê, fikir û felsefeya Rêber Apo hilbijart û ez tê de meşiyam. Min dest ji tevahî rêyan berda, û min ev rê kir armanca xwe ji ber ku ez gelek pê bandor bûm û keda ku Rêber Apo, gerîla û PKK ji bo me daye bandor bûm û ez xwedî li keda wan derketim û li ser riya wan meşiyam.

Rêber Apo gelê Kurd ji mirinî rizgar kir û çavê wan li jiyanê vekir, dijminên kurdan gelekin û yên ku dixwazin zimanê kurdî tune bikin jî gelekin Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ev guhart herwiha gelê Kurd jî kir xwedê hêz.”

‘Dayîka Edila di şerê Kobanê, Efrînê û Bendava Tişrinê de cihê xwe girtiye’

Dayîka Edila di şerê Kobanê de cihê xwe digirt, li kêleka YPJ’ê û YPG’ê zêdetirî 4 mehan li berxweda. Di dema şer de dayîka Edila xwarin ji şervanan re amade dikir, cilên wan dişûştin û kêlî bi kêlî li kêleka, YPJ’ê YPG’ê û birîndaran disekinîn. Di şerê kobanê de dema ku herêm vala bû dayîka Edila û 4 kes tenê li Kobanê man û ew li kêleka şervanên xwe sekinîn.

Dayîka Edile di 2018’an di dema şerê Efrînê de ji bo piştgiriya gelê Efrînê bike, daket bajerê Efrînê, dayîka Edila 15 rojan bi gelê Efrînê re li berxweda. Di rê de dayîka Edila rastî gelek zehmetiyan hat, lê tu carî dest ji têkoşîn û berxwedaniya xwe  berneda. Dayîka Edila cihê xwe mewziyên şer yên Efrînê de girt.

‘Di berxwedaniya Bendava Tişrîne de pêşeng bû’

Dayîka Edila di şerê Bandava Tişrînê de cihê xwe di berxwedaniyê de digirt. Dayîka Edil berî ku derbasî Bandavê bibe wê xatira mirinê xwast, dema ku dayîka Edila derbasî bendavê bû hêrs û nefretê xwe li hemberî dewleta Tirk zêdetir dibû herwiha hêz, bawerî û berxwedaniya wê ji bo şehîdan, gel û welat zêde dibû.

kêliyên ku Dewleta Tirk li bendava Tişrînê bi awayek bi  bandor bombebaran dikir dayka Edila jî di topbarana dewleta Tirk de birîndar dibe, ruxmê birîndariya xwe jî dibêje “Em ji mirinê mezintirin” tevî hemû zor û zehmetiyan  wê dest ji têkoşîn û berxwedaniyê berneda. Dema ku ew diçûn bendavê 5 km meşiyan bafirên keşifê û şer li ser serê wan re diçû herwiha derdora wan dihat bombebaran kirin, lê tu carî dayêka Edila  gav paşde neavêt û  dest ji têkoşîna xwe berneda.

Li ser Bendava Tişrînê dayîka Edila birîndar bû, dîsa jî wê dest ji berxwedaniyê berneda û têkoşîna xwe berdewam kir. Dema ew birîndar bû ji tu kesî derdoya xwe re negot, ji bo ku bandor li ser gel nebe, wê birîna xwe bi xwe bi paçekê aland û got: “Bila ev bîrîn bibe qurban ji şehîdan re, ji hevalên ku cihê xwe bi şev roj di çeperên şer de digirin be.”

Dayîka kurd Edila got: “Em çiqas kar û xebat bikin, kedê bikin em deyndarê Şehîdan û Rêber Apo ne.”

Dayîka Edila sembola jina kurd a azad e. Ev dayîka bi hêz, îrade û tekoşîna jinê nîşanda. Jinek azad, berxwedêr yê ku serê xwe ji kesî re ratewîne ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.