Lîloz Hisên/Qamişlo
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Şêrîn Luqman Daûd diyar kir ku wan azadiya jinan weke bingeha azadiya civaka demokratîk ji xwe re esas girtin, herwiha wan dikarîbû xwe bighînin tevahî jinên ji pêkhateyên cuda da ku yekrêziya xwe ava bikin.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) partiyeke siyasî ye di 20’ê Îlona 2003’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat damezrandin. Ew partiya pêşeng di nava kurdên Sûriyê tê hesibandin. Di nava partiya PYD’ê de jinan cihekî taybet girtin di hemû waran de û roleke mezin lîstin di qada siyasî de li ser asta cîhanî. Derbarê rola jinan di nava partiya PYD’ê de bi hemahengiya salvegera damezirandina partiyê endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat Şêrîn Luqman Daûd ji Rojnameya me re axivî.

‘Jinan roleke dîrokî lîstin’
Şêrîn Luqman Daûd di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku jinan di nava PYD’ê de gavên pir mezin avêtin û wiha berdewam kir: “Jin wekî siyastmedar di nava PYD’ê de roleke dîrokî û mezin lîst li ser astên herî jor de, di hemû qadên navnetewî, herêmî û cîhanî de têkoşîn kir. Roleke pêşeng di bidestxistina azadiya jinê û çawa mafê xwe biparêzin di riya li dar xistina civînan ji hemû jinên ji pêkhateyên cuda re lîst.”
Şêrîn Luqman Daûd tekez kir ku jin gihaştiye asta herî bilind ne tenê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê di seranserî cîhanê de û Sûriyê bi giştî û wiha anî ziman: “Jinên di nava PYD’ê de cihê xwe di hemû qadan de siyasî, dîblomasî, îdarî û civakî girt, bi berpirsyarî, rol û mîsyona ku ket ser milê wê bi îrade, bîr, bawerî û hêzê mezin pêk anî, ji destpêka damezirandinê jinên di nava PYD’ê de di nava şoreşê de bi nav û deng bû, kar û xebatên xwe em ê ji niha û şûnde zêdetir bikin da ku em azadiya gel, jinê û rêber Apo bidest bixînin.”
‘Jinên PYD’ê bûn dengê tevahî jinan’
Şêrîn Luqman Daûd îşaret kir ku jinan di nava PYD`ê de karibûn bibin dengê jinan û nûnertiya wan bikin û wiha lê zêde kir: “Me karibû xwe bigihînin jinên di nava partiyên siyasî û di nava civakê de ji hemû pêkhateyan da ku yekrêziya jinan ava bikin. Jinên PYD’ê azadiya jinan bingeha azadiya civaka demokratîk ji xwe re esas girt.”
Şêrîn Luqman Daûd diyar kir ku nasnameya rast a jinan ji aliyê sîstemên desthilatdar ve li hemberî binpêkirin û paşguhkirinê bi hezarê salan hat û wiha got: “Bandora urfû adetên kevin jî lê kir. Heta niha jî em rastî desthilatdaran tên. Lê tevî vê yekê jî me karibû û emê her karibin gavên mezin bavêjin, destkeftiyên mezin bi dest bixin û ev jî bi saya berdêlên şehîdan bû.”
Endama Meclisa Giştî ya PYD Şêrîn Luqman Daûd wiha gotina xwe qedand: “Ji bo avakirina Sûriyeke nû weke jinên PYD’ê divê zêdetir em rola xwe bilîzin di qadan de û erk û misyona xwe pêk bînin. Zêdtir em bikevin nava civakê û xwe bighênin hemû pêkhateyan. Li hember pêvçûnên mezhebî û hişmendî bisekinin herwiha em karibin xwe bighîne hemû jinên Sûriyê da ku wan ceheherê rastî vegerînin. Bi ked, têkoşîn, îsrarkirina xweperwerdekirinê û xwerêxistinkirinê em li hember pirsgirêk û zehmetiyan sekinîn. Ji destkeftiyên ku jinê bidestxist di nava partiyê de ku cihê xwe di çêkirina birayran de girt, biryardayîna hevbeş li gel hevalê mêr.”






