Mihemed Seydi
Dewleta Tirk ji destpêka aloziya li Sûriyê, derdê wê ew e ku li Rojava Kurdan qir bike. Lê ji ber nedibû ku rasterast êriş bike, Cebhet El-Nusra ku paşê navê wê kirin HTŞ’ê xist tevgerê û berê wê da Serê Kaniyê. Êrişa destpêkê 2012’an bû. Paşê komên din li hember Kobanê sor kirin ku ji xwe re digotin artêşa Azad, lê nekarîn encamekê bi dest bixin. Piştre DAIŞ derket û hemû komên din bi fermana dewleta Tirk hatin daqurtandin û bûn beşek ji DAIŞ. Vê carê bi navê îslamê û DAIŞ’ê êrişî Kurdan kirin ta 2014’an ku serokê AKP’ê Erdogan got Kobanê ket ha dikeve. Lê Kobanê neket û tevgera Kurdan hêdî hêdî mezintir bû. Ereb û Aşûrî û Ermen jî tev li vê hêzê bûn heta ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev ji destê DAIŞ hat derxistin û rêveberiya wê ya giştî hat avakirin.
Hemwextî ku QSD’ê Şerê terorê li çolên Dêrazor û Reqayê dikir, Ebû Mohammed El-Colanî hemû endamên xwe ku ew jî beşek ji projeya El-Qaide ya li Sûryê bû, komî Idlibê kirin û bi tu aliyan re nema kete nava şer. Lê bi desteka dewleta Tirk û li aliyê din di bin serpereştiya Rêxistinên Britanî û Emrîkî de dihat destek kirin.
Di 8’ê Kanûna 2024’an de, hat ragihandin ku HTŞ’ê operasyon li dijî rêjîmê da destpêkirin û di nava çend rojan de Heleb hat kontrolkirin. Bêyî ku şerekî berçav çêbibe, hêza rêjîmê hemû belav bû, saziyên istîxbaratê hilweşiyan û Beşar El-Esed reviya. Lê ji bilî Israîl, kî li pişt hilweşîna rêjîmê bû?
Ji ber pisporên Ukran endamên HTŞ li ser balafirên Deron perwerde kiribûn, hat gotin ku hêzên Rojava û bi taybet Britaniya xwestiye derbekê li Rûsiya bixe, lewma hevalbendê wê Esed hilweşand. Ji ber şer li dijî Rûsiya bû jî, Ukran beşdar bûn. Kî li pişt be û çawa plan hatibe kirin meseleyeke, lê meseleya esasî ew e ku komên beşek ji El-Qaide ne anîn li koşka serokatiya Sûriyê danîn.
Ev terora ku navê wê û rengê wê guhertin, dixwazin bi gelê Sûriyê bidin qebûlkirin, lê piştî komkujiyên ku çêbûn, kes baweriyê nade.
Li aliyê din, Ebû Mohamed E-Colanî ku niha bi Ehmed El-Şeri tê bi navkirin, dibêje ku yê dixwaze desthilat be, divê tawîzan bide. Bi vê siyasetê dixwaze hemû aliyên navdewletî li ser hesabê gelê Sûriyê razî bike. Lewma niha gefan li Kurdan jî dixwe. Di dema nivîsandina vê gotarê de, nûçe belav bûn ku Ehmed El-Şeri ji rojnameyeke Tirka re gotiye; “ger QSD’ê teslîm nebe, ew ê Tirk êriş bikin. QSD’ê peymana Adarê pêk nayîne.” û hwd. Lê ev daxuyaniya EL-Şeri di demekê de ye ku nûnerê wî yê karê derve Eseid El-Şêbanî li Waşintonê ye. Ji ber berpirsên DYA îşaret bi peymana 10’ê Adarê ya di navbera Şam û QSD’ê de kirin, El-Şeri dixwaze bibêje ku ne ew in ku peymanê pêk nayînin û aliyê din sedeme. Lê li ber çave ku reşnivîsa destûrî ya Hikumeta El-Şeri li ser dimeşe, destûra DAIŞ’e û bi peymana bi QSD’ê re dijbere. Ji ber QSD’ê li dijî terorê şer dike, ew ê bi mêjiyê DAIŞ ku li Şamê ne re nikaribe li hev bike.






