Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa Rojava û berpirsyariya wêjeyê

21/09/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xwedîkirina ruhê şoreşê
Share on FacebookShare on Twitter

Remezan Olçen

Di tevahiya dîrokê de, wêje hem şahid û hem jî hilgirê veguherînên civakî bûye. Mirovahiyê gelek caran di helbestên helbestvanan, çîrokên romannivîsan û vegotinên çîrokbêjan de serhildanên mezin, şer, şoreş û têkoşînên rizgariyê dîtiye, tecrûbe kiriye. Hêza wêjeyê ne tenê di afirandina estetîkî de ye, lê di heman demê de di kapasîteya wê ya afirandina bîranînan, parvekirina hestan û çandina hêviyê ji bo paşerojê ye.

Ji ber vê yekê, divê her şoreş wêjeya xwe biafirîne. Ji Komuna Parîsê bigire heya Şoreşa Rûsyayê, ji têkoşînên azadiyê li Amerîkaya Latîn bigire heya serhildanên gelêrî li Rojhilata Navîn, her tevgera civakî ya mezin hem bi cîhanê re û hem jî bi dînamîkên xwe yên navxweyî re têkiliya xwe bi rêya wêjeyê xurt kir. Şoreşa Rojava jş xwedan bangeke wisa ye. Ew daxwaza jidayikbûna wêjeyeke nû ya bi aliyên xwe yên siyasî, civakî û çandî dike.

Tê zanîn şoreşa ku ji sala 2012’an vir ve li Rojava geş bûye ne tenê berxwedaneke leşkerî ye; Ew hewldanek ji bo ji nû ve avakirina civakî ye ku li ser azadiya jinan, wekheviya di navbera gelan de, pirzimanî û jiyana hevbeş esas digre. Ev çarçove çavkaniyeke bihêz ji bo wêjeyê pêşkêş dike.

Ezmûnên li Rojava beşek ji dîrokekê ne ku divê neyê jibîrkirin. Wêje bi tomarkirina şahidiyan bîra şoreşgerî ava dike. Bi rastî, pirtûka  “Kobanê” ya Sefqan Kobanê  û “Kobanê Çepera Rûmetê” ya Meryem Kobanê  beşek girîng ji vê bîrê ne. Bi vegotina rastiya wê qehremaniya mezin re berhemên bi vî rengî ‘bîreke kollektîf’ bîreke civakî jî çêdike.

Gotin û daxuyaniyên siyasî pir caran sar û dûr xuya dikin. Lê belê, wêje dihêle ku mirov bi çîrokên mirovan re empatî bikin. Romana Şaram Qawami ya bi navê Rojava: Romanek Azadiya Kurd çîroka jineke ciwan a li Berlînê vedibêje, ku bi lêgerîna xwe ya nasnameyê dest pê dike û ber bi şoreşê ve diêe, vedibêje. Li vir, pirek di navbera trajediya takekesî û têkoşîna civakî de tê çêkirin. Roman Rojava ne tenê wekî qada şer, lê di heman demê de wekî cîhek veguherîna hundurîn jî nîşan dide.

Helbest yek ji rêbazên herî bilez û bihêz ên derbirînê ye ji bo şoreşan. Berhevoka helbestan a Matt Broomfield a bi navê “Brave Little Sternums” û helbesta Thoreau Redcrow a bi navê “All that Rojava is”, ku ji bo salvegera 12’an a Şoreşa Rojava hatiye nivîsandin, hem şîna li dû şehîdan nîşan didin û hem jî hêviyê zindî dihêlin. Ev metn û nivîs nîşaneya bi peyv û gotinê birêxistinkirina berxwedanê ne.

Wêjeya li Rojava ne tenê bi zimanê Kurdî, lê di heman demê de bi zimanên Erebî, Suryanî û yên din jî geş dibe. Berhevoka “Where the Sun Goes Home: Poetry from Rojava”, ku ji hêla Words Without Borders ve hatiye weşandin, wekheviya wêjeyî ya pirzimanî pêşkêşî cîhanê kiriye.

Ev mînak nîşan didin ku wêjeya Rojava ne tenê “wêjeya berxwedanê” ye, lê di heman demê de lêgerînek estetîk e jî. Bingeha ku ji hêla kevneşopiya dengbejiyê tê, mîrasa helbesta şoreşgerî ya Cegerxwîn  û Seydayê Tîrêj û romanên di van salên dawîn de li qadên şoreşê tên nivîsandin wêjeyeke li ser hîmê etîk û estetîka Apoyî pêş dixe. Di vê wêjeya ku berhema û çêkera şoreşê ye em paradîgmya ekolojîk, demokrastîk û azadiya jinê esas digre dibînin.

Lê tevî ku ev behrem û hêvî hene jî lazim e em bibêjin hîn jî ev kar û xebat bi sînor dimeşin. Dema wê ye ku wêje geş bibe û şoreşa xwe jî geş bike. Ev keys, derfet û îmkan ji her demê zêdetir hene.

Wêjeya Şoreşa Rojava hîn di destpêka rêwîtiya xwe de ye. Kar û xebat ew e ku di vê rêwîtiyên de gavên bi himmet û mezin bavêje û bîra pirzimanî ya şoreşê bigihîne paşerojê. Her helbest, her çîrok, her romanek ku îro tê nivîsandin ne tenê ji bo îro lê ji bo sibê jî asoyên azadiyê ava bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.