Ronahî Sadûn/Qamişlo
Parêzer û Berpirsê Ofîsa Têkiliyan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku dagirkerî herêmên dagirkirî kiriye cihê binpêkirina mafê mirovan û got, “Divê destpêkê pirsgirêkên di hundir Sûriyê de bên çareserkirin, bi taybet mijara koçberan, ji ber heya yek koçber di kampan de be, aramiya Sûriyê pêk nayê.”
Koka êrişên li ser Rojava ji Serêkaniyê dest pê kir
Rewşa Serêkaniyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve li ser çend qonaxan ve pêk hatiye.
Ji sala 2012’an ve êrişa sereke ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin, êriş li ser Serêkaniyê bû. Li hemberî wê berxwedan gelên Serêkaniyê, xelkên bajarên din û hêzên leşkerî YPG û YP’ê hate meşandin ku rûxmî pir êriş bi awayekî ne yekser ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, lê di aliyê locistîk, çek, temwîl, perwerde û hwd… de dewleta Tirk bû, êriş jî di bin gelek navan de hate kirin, lê heya 2019’an ew êrişên bi plan neçûn serî.
Bi erêkirin û bêdengiya navdewletî û derdorê êriş pêk hat
Di istratîjiya dewleta Tirk de bû ku bajarê dîrokî weke Serêkaniyê dagir bike. Ji bo wê bê çare bû ku piştî ewqas hewildan ew bi xwe di 9’ê Cotmeha 2019’an êrişeke berfireh ji qonaxa duyemîn a êrişa bide destpêkirin. Ev qonax qaşo di bin navê “Kaniya Aştiyê” de bû, ji ber Serêkaniyê bi dîrok, berxwedan û kaniyên xwe tê naskirin. Lewma di 9’ê Cotmehê de dewleta Tirk rasterast hêzên xwe yên leşkerî bi hin erêkirinên navdewletî, bêdengiya gelek dewletan, alîkariya gelek dewletên derdor û bi navê gelek çeteyên qaşo dibêjin em ji bo azadiya Sûriyê li dijî rêjîma Baas a hilweşyayî kar dikin, hem bi bêdengiya rêjîma Baas, derbasî Serêkaniyê, Girê Spî kir û êrişeke hovane pêk anî.
Êrişa li ser Serêkaniyê li dijî mafê mirovahiyê bû. Ji ber dema tu sînorê dewletekê derbas bike bê destûra wê dewletê, ew dewlet jî bêdeg be wê sûcên mezin jî bên kirin. Di encama wê de êrişa leşekrî ji aliyê hezaran ji komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û Tirkiyê bi xwe bi balafirên şer, çekên qedexekirî, şerê bejahî û hemû cûreyên çekan hate kirin. Tevî ku li hemberî vê yekê berxwedaneke bêhempa hate kirin jî, lê mixabin hemû cîhan di erêkirin û bêdengiya vî şerî de bû. Di encamê de xelkên bajarê Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wê bi darêzn zorê ji malên xwe hatin derxistin û bajar hat dagirkirin. Hem jî wê demê hevpeymaneke di navbera dewlet Tirk û Emerîka, Tirk û Rûsya de pêk hat ku tevî bajar çûn jî agirbest bê ragihandin.
Ji sedî 85 xelkên Serêkaniyê ji bajêr hatine derxistin
Armanca dewlet Tirk yek jê ku xelkên resen ên bajêr li seranserî sînor, bi taybet li bajarên Kurdan guhertineke demokrafîk tê de pêk bîne, li şûna wê xelkên ji derve bînin. Ev yek jî kirin ku niha xelkên li Serêkaniyê dimînin, ne xelkên wê yên resen in. Li gorî serjimariyên heyî li Serêkaniyê ji sedî 85 xelkên wê hatine derxistin. Gelek gund bi temamî hatin rûxandin û nêzî 60 gund bi temamî hatine valalkirin. Nêzî 5 hezar û 700 mal, nêzî 2 hezar dikanên bazirganiyê û bi sed hezarên donimên hêktarên erdên çandiyê heta roja îro di destê çeteyên dewleta Tirk de ne. Herwiha hejmara xelkên Serêkaniyê yên ku ji bajêr derketina nêzî 175 hezar insan in, tenê niha nêzî 45 kurd li wir mane. Di heman demê de hemû binpêkirin, sûcên mezin ên dijîmirovahî ku sûcên şer in li wir hatine kirin, ev yek jî di gelek raporên navdewletî û raporên Komîteya Koçbera ya Serêkaniyê de hatiye tekezkirin û belgekirin.
Herêmên dagirkirî bûne cihê kuştina mafê mirovan
Serêkaniyê û Girê Spî berî 9’ê Cotmeha 2019’an cihê aramî û ewlehî bû ku xelkên wê xwe birêve dibir. Lê bi 9’ê Cotmehê bû cihê talankirin û kuştina mafê mirovan, hem jî bûye cihê ku dîsa çeteyên DAIŞ’ê xwe tê de birêxistin bike û ji wir êrişî herêmên din bike. Niha herêmên dagirkirî bûne bingehên xeterî û tehdîdkirinê. Rewş heya roja îro jî bi vî rengî dewam dike ku di kirîzeke mezin re di aliyê hiqûqî, mirovî û hwd… derbas dibe, ji ber civakeke xerîb li wir hatiye bicihkirin.
Rewşa aloz a koçberên Serêkaniyê
Piştî dagirkirinê, koçberên Serêkaniyê di kampên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine çêkirin, hatine bicihkirin, lê ji ber tenê Rêveberiya Xweser û hin rêxistinên biçûk bi wan re alîkarin, rewşa wan xirab e. Berpirsyarên vê yekê jî Netewên Yekbûyî û dewletên din in, ji ber wan 2 sûcên mezin kirine. Yek jê rê dan dewleta Tirk ku derbasî sînorê dewletek din bibe û cinosaydekê li wir pêk bîne, sûcê duyemîn ew e ku netewên yekbûyî nikarbûn li kêleka van koçberan biksekin in, mînaka wê deriyê Tilkoçer heya roja îro girtiye, tevî li gorî rêziknameya wê ya hundir ku parastina mafê mirovan dike, lê yek ji van tiştan pêk nayîne.
Siyaseta demdirêj
Herêmên dagirkirî bûne beşekî ne eşkere ji erdnîgariya Sûriyê ku ziman, al û diravên Tirkiyê li wan herêman tên bikaranîn. Herwiha siyaseteke ji bo armancên demdirêj tê kirin. Wekî ku di salên 70’î de hîzama erebî hate kirin, niha di qonaxa duyemîn de guhertineke erdnîgarî ya kur û berfireh bikin. Hem jî tiştên dîrokî yên di van bajaran de xerab dikin ku nasnameyên wan ên dîrokî winda bikin.
Berî salekê di raporeke Komîteya Koçberên Serêkaniyê de hatibû eşkerekirin ku li 3 gundên girêdayî Serêkaniyê madeyên hişbir hatine çandin, hem jî bazirganiyeke mezin li wir tê kirin, di heman demê de li wir nêzî 23 toreyên revandina mirovan û madeyên hişbir derbas dikin, hene. Herwiha li gorî serjimariya dawî ya komîteyê ku 75 caran şer di navbera çeteyên li wir çêbûye, ew jî ji bo mijarên derxistina mirovan û madeyên hişbir bû.
Derbarê rewşa Serêkaniyê ji destpêka dagirkirinê û heya niha, Parêzer û Berpirsê Ofîsa Têkiliyan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso ji Rojnameya me re axivî.

Ciwan Îso diyar kir ku ew rewşa Serêkaniyê dişopînin û wiha got: “Em rewşa Serêkaniyê roj bi roj dişopînin, hem jî ji bo Serêkaniyê me gelek name û mizekratên qanûnî yên fermî ji gelek deveran wekî Netewên Yekbûyî, Wîzareta Karên Derve yên Emerîkî û hwd… re şandin û me muxatebeya gelek aliyan kir. Encam tenê sozên bi gotin bûn ku heta niha li ser erdê pêk nehatin, mînak nikarîbûn ava Elok a melyoneke mirov li ser wê bû heya roja îro ji bazarên siyasî derxînin. Sûcekî mezin tê kirin ku bajarê Hesekê û gelek deverên din ji avê hatine qûtkirin, hem jî Kampa Waşûkan û Serêkaniyê ku dixwestin ji ava xwe vexwin, lê ew jî li ser wan qût kirin, ji ber siyasteke piralî tê meşandin. Em jî hewil didin ev siyaseta ku dewleta Tirk dimeşîne ji raya giştî re eşkere bikin, ji ber ne tenê em dibêjin lê raporên mafên mirovan tiştê li wir tê kirin dibêjin.”
‘Ji sedî 1 jî guhertin pêk nehatiye’
Îso eşkere kir ku dewleta Tirk temsîla projeya parçekirina Sûriyê dike û wiha anî ziman: “Mixabin xelkên Sûriyê giştî, di nav de koçber piştî hilweşandina Baasê digotin wê Sûriyê derbasî qonaxeke nû bibe. Lê heta niha ew propaganda tê kirin di rêya ragihandina dewleta Tirk û hikumeta veguhêz a Sûriyê de tenê di çarçoveya teorîk de ye ku dibêje rewş arame hinek û guhertin çêbûn. Lê em wek Serêkaniyê vê tekez dikin ji sedî 1 jî guhertin pêk nehatiye. Dema tu li erdnîgariya Serêkaniyê dinere û rewşa niha ew herêm ne bi ser Sûriyê ve ye yê ku temsîla projeya perçekirina Sûriyê dike jî dewleta Tirk e. Ji bo wê sozên hatin dayîn di nav de yên hikumeta veguhêz heta roja îro nikarîbûn pêk bînin. Ji ber ew jî hîn negihaştine wê baweriyê ku ji bo pirsgirêk çareser bibe, gerek ji hundirê Sûriyê bê destpêkirin, lê gavên ku wan kirin yekalî bû. Em dizanin Şam di demekê de bibû mezar her kes diçûn û dihatin, lê her kes behsa koçberan nedikirin. Ji ber wê siyaseta hikumeta veguhêz li gorî rê, rêbaz û biryarên dewleta Tirk tê meşandin.”
‘Deriyê aramiyê di vegera koçberan de vedibe’
Îso anî ziman ku lihevkirina 10’ê Adarê gelekî girîng bû û wiha pê de çû: “Lihevkirina 10’ê Adarê ya ku di navbera QSD’ê û hikumeta veguhêz a Sûriyê de pêk hat gelekî girîng bû. Ji ber di istratîjiya Rêveberiya Xweser de û di nav xalên sereke ku cihê nîqaşê bû, xala koçberan bû. Heta koçberek tenê di bin konekî de bimîne, tê wê wateyê ku pirsgirêka Sûriyê çareser nabe. Aramî û ewlehiya Sûriyê bi aliyê wê yê destûrî ku siberoja Sûriyê zelal bibe, ya din gerek her koçberek vegere mala xwe, vegereke biewle, bê dagirkerî, bê teror û bê xeterî, girêdayî ne. Lê hikumeta veguhêz heya roja îro ji wê lihevkirinê direve, ev jî li gorî biryarên dewleta Tirk e. Ji ber dema ev lihevkirin here serî, wê demê pêwîst dike dewleta Tirk ji Sûriyê vekişe. Deriyê aramî û ewlebûna Sûriyê di vegera koçberan de vedibe.”
‘6 sal di ser dagirkirina Serêkaniyê re derbas dibe’
Ciwan Îso axaftina xwe wiha qedand: “Hisabatên dewleta Tirk li herêmê gelek in, dibe ku di demên pêş de şerekî navxweyî di navbera xelkên resen û xelkên ku ew anîne herêmên dagirkirî, derxîne. Ji bo em rê li ber vê bigirin gerek ew projeyên îro tê kirin, bisekinin. Niha rûxmî destê dewleta Tirk û çeteyên wê li ser mal û milkê Serêkaniyê ye, lê ne bi rengekî qanûnî ye. Ji bo niha ew dixwazin bi rengekî qanûnî mal û erdên xelkên Serêkaniyê bikirin û wan bidin çeteyan. Lê me jî wek Komîteya Serêkaniyê me gelên xwe yê Serêkaniyê hişyar kir ku gerek em xwedî rol û bertek bin li hemberî vê, hem jî wek erekekî welatparêzî û qanûnî gerek kes erdê xwe nafiroşin wan. Meheke maye ku 6 sal li ser dagirkirina Serêkaniyê derbas bibe, lê xweneke ji bo me ku em vegirin malên xwe û siyaset bidawî bibe.





